Hat gotin ku Amerîkayê di rojên borî de carek din berpirsên Iraqê agahdar kiriye ku ger Nûrî Malikî wek serokwezîr bê hilbijartin, wê dahata hinardekirina nefta Iraqê bê kêmkirin û alîkariyên ji bo Iraqê bên sekinandin.
Gengeşiya ji bo serokwezîrtiya Nûrî Malikî didome. Bi taybet tê gotin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump naxwaze ku Malikî bibe serokwezîr. Li gorî nûçeya Bloomberg a Amerîkî, di rojên borî de di hevdîtina navbera Parêzgarê Banka Navendî ya Iraqê Elî Elaq û rayedarên Amerîkî ku li Tirkiyeyê pêkhat de, rayedarên Amerîkayê hişyariya wê yekê dane şanda Iraqê, ger Nûrî Malikî wek serokwezîr bê hilbijartin, wê tevayî alîkariyên ji bo Iraqê bên sekinandin.
Trump ne razî ye
Niha dahata hinardekirina nefta Iraqê li hejmarekî ku li ser navê Wezareta Darayî ya Iraqê ya li Banka Yedeg a Federalî li New York tê hiştin.
Hêjayî gotinê ye ku beriya niha jî Serokê Amerîkayê Donald Trump bi awayek eşkere namzetiya Nurî Malikî ya ji bo serokwezîrtiya Iraqê red kir û diyarkir ger Malikî bibe serokwezîr wê hevkariya bi Iraqê re bê rawestandin.













