Serokatiya Fermandariya Hevpar ya Arktik a Danimarkayê li ser tatbîkata Grolandê daxuyanî da.
Fermandariya Hevpar ya NATOyê daxuyaniyek da AFPê û bang li Amerikayê kir ku ew jî beşdarê tatbîkata li Grolandê bibe. Ev tatbîkat ji aliyê mutefîkên NATOyê ve t li Grolandê ji bo biryardariya parastina Grolandê bê lidarxistin.
Grava Grolandê erdê Danîmarkayê ye. Li ser daxwaza Danîmarkayê welatên Ewropa her yek hinek leşker temîn kirin ku li Grolandê tatbîkat pêk bê.
Amerîkayê ji armanca pêkhatina tatbîkatê nerehet e. Ev tatbîka piştî gefxwarina Serokê Amerîkayê Donalad Trump ya ji bo Grolandê ket rojevê. Donald Trump ji bo Grolandê gotibû, “Em Grolandê dixwazin.” Piştî vê helwestê Amerîka li darxistina tatbîkatê li dijî xwa dihesibînê û hê derbarê beşdarbûn û ne beşdarbûnê de biryar aşkera nekiriye.













