Li gorî belgeyên di Qanal 8ê de hatin weşandin Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser dermanên penceşêrê pawan daniye û piştre jî bihayê dermanan rakiriye asteke ku welatiyan mexdûr bike.
Li Herêma Kurdistanê angaşta ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser sektora dermanan payan ava kiriye bi belgeyên nû berdewam dike. Di Qanal 8ê de derbarê vê mijarê de belgeyek hate weşandin. Li ser belgeyê gotina, “gelek nepenî ye” hatiye nivîsandin. Di belgeyê de tê nivîsandin ku hemû mafên dermanên penceşêrê dane şirketa Globîn Pharmayê. Di nîqaşên hefteya borî de hatibû angaştkirin ku şirketa Globîn Pharma ne aydî Mesrûr Barzanî ye. Lê di belgeyê de zelal xuya dike ku xwediyê şirketê bi awayekî fermî wekî, Areen Mesrûr Barzanî derbas dibe.
Zêdebûna bihayê dermanan welatiyan mexdûr dike
Demek berî niha jî Parlementer Alî Hama Salih daxuyandibû ku di encama lêkolînên wî de tespît kiriye ku mafê kirîn û firotina hemû dermanên Globîn Pharmayê dane şirketa Mesrûr Barzanî. Lê derbarê xwediyê wê de hêj nediyarî hebû. Bi derketina vê belgeyê aşkere bû ku xwediyê şirketê Barzanî ye. Gilî û gazincê ji vê rewşê ew e ku pawan li ser dermanên penceşêrê hatiye avakirin û şirketa Globîn Pharma li gorî xwe bihayê dermanan bilind dike. Ev yek jî her kesî neçarî dermanên vê şirketê dike û gelek kes mexdûr dibin. Heta niha li hemberî van nîqaş û belgeya derketiye holê ji aliyê Mesrûr Barzanî û ofîsa wî ve tu dawuyanî nehatine dayîn.









