Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres gihişt Bexdayê û tê payîn tev li merasîma dawî anîna erkê rêxistina NY ya li Iraqê bibe.
Li gorî medya Iraqê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres gihiştiye Bexdayê. Çavkaniyê ragihand ku biryare Guterres di sedana xwe de derbarê erkê NY ya li Iraqê û rewşa Iraqê de gotarek pêşkêş bike.
Ofîsa serokwezîrtiya Iraqê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku armanca serdana Guterres ewe ku tevlî merasîma fermî ya ji bo dawî anîna nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê bibe.
Hêjayî gotinê ye di 6ê vê mehê de Nûnerê Taybet yê Neteweyên Yekbûyî yê Iraqê Mihemed Hesan, Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî derbarêr ewşa Iraq û Herêma Kurdistanê de raporek pêşkêş kir. Di raporê de hate gotin ku nûnertiya NY erkên xwe yên li Iraqê dawî aniye û wê nûnertiya xwe bigire.
Hêjayî gotinê ye biryare divê mehê de Nûnertiya NY ya li Iraqê dawî li karê xwe yê li Iraqê bîne û hemû ofîsên xwe yên li Iraq û Herêma Kurdistanê radestî hikumetê bike.
Di 27ê Gulanê de hikûmeta Iraqê ragihand ku di çarçoveya lihevkirina li gel Neteweyên Yekbûyî ya ji bo bidawîkirina erkên wê de, avahiya UNAMI ya li Mûsilê wergirtiye. Berdevkê hikûmeta Iraqê Basim Ewadî da zanîn ku pêvajoya wergirtina avahiyên din ên UNAMI berdewam dike.
Di 8ê Nîsana 2024an de hikûmeta Iraqê bi nameyekê ji bo Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres daxwaz kir ku erkên UNAMI ên li Iraqê heta dawiya sala 2025an werin bidawîkirin.
UNAMI, şandeke siyasî ya taybet ku di sala 2003yan de, li gor biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya 1500, li ser daxwaza Hikûmeta Iraqê piştî rûxandina rejîma Sedam Hisên hate damezrandin. Di sala 2007an de, wekî beşek ji alîkariya xwe ya ji bo Iraqê dibin biryarnameya 1770an de, çarçoveya karê xwe berfireh kir.













