Xizmên Windayan û Şaxên ÎHDê yên Amed, Êlih û Colemêrgê vê hefteyê aqûbeta Necatî Aydin û Mahmût Demîrel hate pirsîn. Di çalakiyan de hate diyarkirin ku heta hesab ji faîlên kesên hatine kuştin û windakirin neyê pirsîn, dê pêvajo bi awayekî saxlem nemeşe.
Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolûyê ya navçeya Rezan a Amedê di hefteya 895emîn de çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar xistin. Xizmên windayan, endam û rêveberên ÎHDa Amedê, nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî di nav de gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan û Necatî Aydin hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Necatî Aydin ê di 4ê Nîsana 1994an de di binçavan de hate windakirin hate pirsîn.

Di çalakiyê de ewilî Serokê Odeya Bijîjkan a Amedê Veysî Ulgen axivî. Veysî Ûlgen li ser aqubeta Necatî Aydin wiha axivî: “Her tim di dilê me de ye naye jibîrkirin. Em ê rewşa wan bipirsin û ji bona wan her dem li qadan bin.”
‘Divê gavên şênber bên avêtin’
Endamê Konseya Navendî ya TTBê Mehmet Şerîf Demîr jî bal kişand ser pêvajoya “Aştî û civaka demokratîk” û wiha got: “Divê gavên şênber bên avêtin. Heta ku bi çalakiyên roja Şemiyê re hevrû nebin û aqûbeta windayan neyê pirsîn, ev pêvajo nikare bi awayekî saxlem were meşandin. Necatî Aydin jî yek ji wan kesan bû ku têkoşîna aştiyê dimeşand. Em wekî xebatkarên tenduristiyê dibêjin ku divê aqûbeta windayan were pirsîn. Ji bo civakeke saxlem, divê edalet were bicîhanîn.”
Hevseroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) ya Amedê Yildiz Ok jî bi lêv kir ku heta faîlên kesên hatine windakirin û kuştin neyên dîtin dê çalakiya xwe bidomînin û got: “Ji bo domandina vê yekê çi ji destê me bê em ê bikin. Necatî Aydin jî yek ji serokên me yên rûmetî bû ku di vê têkoşînê de cih digirt. Heke pêvajoyeke aşitiyê bê meşandin, divê di vê pêvajoyê de ji faîlên kesên ku hatine kuştin û windakirin hesab bê pirsîn û divê bi Dayikên Şemiyê re bê axaftin.”
Pişt re endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHDa Amedê Mûrat Yuksek çîroka Necatî Aydin xwend. Çalakî bi deqîqeyekê çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
Êlih

Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a Kolana Gulistanê kom bûn û di hefteya 731emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar xistin. Xizmên Windayan, rêveberên ÎHDê, endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî din av de gelek kes tev li çalakiyê bûn û wêneyên windayan rakirin. Xizmên Windayan û rêveberên ÎHDê vê hefteyê li aqûbeta Mahmût Demîrel ê di 2yê Nîsana 1994an de li Êlihê ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hate revandin û ji wê rojê ve derbarê wî de agahiyek nehate bidestxistin pirsîn. Hevseroka ÎHDa Êlihê Melek Atalay çîroka ku ji aliyê birayê Mahmût Demîrel, Îbrahîm Demîrel ve hatiye nivîsîn xwend. Îbrahîm Demîrel di metnê hatiye xwendin de wiha dibêje: “Ez bang li hemû kesên xwedî wijdan dikim. Di destê kê de çi agahî belge hebe bila an ji me re an ji ÎHDê re an jî ji saziyeke xwedî berpirsyar re bişîne. Heke kekê min sax be bila bêjin ka li ku derê ye, heke hatibe kuştin jî bila bêjin ka li ku hatiye veşartin.”
Melek Atalay di dawiyê de destnîşan kir ku weke parazvanên mafên mirovan heta ku hesaba kesên ku hatine kuştin, di bin çavan de bi zorê hatine windakirin, di nava kolanan de hatine înfazkirin û bêyî hincet avetine zindanan neyê pirsîn û heta faîl neyên dîtin û darizandin dê qadan terk nekin.
Piştî axaftinê deqîqeyekê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin û çalakî bi dawî bû.
Gever

Şaxa ÎHDê ya Colemêrgê û Xizmên Windayan di hefteya 221emîn de çalakiya xwe ya “Bila winda werin dîtin, faîl werin darizandin” li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê pêk anîn. Malbat û parêzvanên mafên mirovan tev li daxuyaniyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de ji bo Necatî Aydin daxwaza edaletê hate kirin. Hevserokê Şaxa ÎHDa Colemêrgê Ozan Akbaş daxuyanî xwend.
























