• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
10 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    ‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

    ‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

    Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

    Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

    Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

    Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

    Dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

    Dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    ‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

    ‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

    Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

    Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

    Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

    Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

    Dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

    Dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Armanca esasî zanîngehên civaka demokratîk in’

Racî Abî / AW

25 TEBAX 2025 - 09:40
Kategorî: POLÎTÎKA
A A
Amed – Endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Elî Talay destnîşan kir ku ciwan dê li her taxê, ji bo rêxistinkirina meclîs û komûnan pêşengtiyê bikin û got: “Em ê li dijî zanîngehên modernîteya kapîtalîst, zanîngehên civaka demokratîk saz bikin.”

Ciwan ji bo hemû civakan, hêvî, hêz û pêşeroj in. Her civak hebûn û aramiya xwe bi parastin, perwerdekirin  û rêxistinkirina ciwanên xwe ve mîsoger dike. Lewma her civakek ji bo ciwanên xwe bigihijîne, pêş bixe û bike hêza xwe ya bingehîn, gelek ked, çavkanî û fedakariyan didin li ber çavan. Li aliyê din ciwan ji bo pergalên li dijî civak û gelan jî metirsiya herî mezin in. Ji ber ciwan hêz, dînamîzm û lêgerînan temsîl dikin. Ji ber hêza herî diyarker û dînamîk e. Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Elî Talay li ser rol û rista ciwanan ji Ajansa Welat re axivî.

‘Ciwanên rêxistinkirî cîhanê bandor dikin’

Elî Talay anî zaman ku desthilatdar her tim xwestine ciwanan têxin bin kontrola xwe û wiha got: “Nifşa 68an mînakek pir baş e. Di wan deman de li aliyekî bloka kapîtalîst li alîyekî din jî bloka sosyalîst heye û dixwazin ciwan ji aliyan aliyekî hilbijêre. Lê belê ciwanên vê demê her du alî jî rexne dikin û fikrên nû berhemên nû derdixin holê. Tevgera nifşê 68an bandorê li cihanê dike. Tê dîtin ku ciwan bi rêxistinkîrî tevbigerin dikarin bandorê li cîhanê bikin. Heke ku ciwan rewşa heyî baş dahurînin û li dijî wê pergalê, xwe birêxistin bikin dê hemû textên desthilatan hilweşinin. Na heke ku ciwan xwe bêdeng bikin dê ew pergal heta hetayê bidome.”

‘Ciwan qebûl nekin civak jî qebûl nake’

Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Elî Talay der barê ‘pêvajoya’ hatiye destpêkirin de jî li ser rol û mîsyona ciwanan rawestiya û got: “Ciwan ji destpêka pêvajoyê heya niha bi coş, rêk û pêk dixebitin. Divê ciwan zêdetir bixebitin û xurttir xwe bi rêxistin bikin. Wexta ku ciwan tev li bername an jî çalakîyekê bibin ew çalakî û bername bi çoş û moraltir çêdibe. Gel gotina ‘Em dixwazin ciwanan bibînin’ tîne ziman. Gel di berteka xwe de jî mafdar e. Wexta ku me ciwanan dibînin, li ser pêvajoyê nirxandin fikir û rexneyên xwe bi me ra parve dikin û fikrên ciwanan meraq dikin. Ji ber tişta ku ciwan qebûl nekin, civaka me jî qebûl nake.”

‘Dayikên şehîdan me dixin li şûna zarokên xwe’

Elî Talay girêdayî bendewariyên dayikan ên ji ciwanan dikin jî wiha got: “Gelemperî jî dayikên şehîdan me dixin şûna zarokên xwe. Ev ji bo me hem rumeteke pir mezin e û hem jî berpirsiyariyekê girîng e. Dema civak ewqas ji ciwanan hêvîdar be, divê ciwan deqîqeyekê di cihê xwe de nesekinin. Ji bo rêxistinkirina ciwanan jî divê em li her derê hazir û çalak bin. Eger ku ciwan zana, zîrek, xîret û kelecan be li ku derê be, bi sekna xwe ve dikare herkesî bibandor bike. Em wek ciwan evqas ji xwe bawer in.”

‘Divê komîsyon li gorî armanca xwe be’

Elî Talay di dirêjiya axaftina xwe de bilêv kir ku gelek desthilatdar daxwazên guherînê yên ciwanan nexistine rojeva xwe ya esasî û wiha pê de çû: “Desthilatdar her tim dixwazin bi dek û dolaban, gelan bixapînin û mafên wan bidizin. Wekî tê zanîn li Meclîsê komîsyonek hat avakirin. Ewil ev komîsyon ji bo çêkirina zagon û qanûnên entegrasyona demokratîk amade bike, ji bo guhdarîkirina hemû aliyên civakê û ji bo sucên kirine devletê hevrû bike dihat plankirin. Lê me dît kû xwestin komîsyonê bikin komîsyona çekdanînê.”

‘Em ê akademiya civaka demokratîk ava bikin’

Elî Talay di berfirehiya axaftina xwe de li ser sepanên polîtîkayên şerê taybet sekinî û wiha berdewam kir: “Zimanê me, hebûna me qedexe ye. Qrîza aborî roj bi roj kûrtir dibe. Ewqas pirsgirêk hene lê belê desthilatdar tenê li ser çekdanînê disekine. Şerê çekdarî yê PKKê, sedema wan pirsgirêkan nîn e, encama van pirsgirêkan e. Rêber Apo bi gavên dîrokî ev pêvajo heya îro anî. Divê desthilatdar jî wek Rêber Apo gavên erênî biaveje. Heke ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi avayekî serkeftî temam bibe, bi rastî jî dê ev bibe şoreşa herî mezin a sedsala 21emîn. Ne tenê ji bo Kurdan jî ji bo hemû gelên li Rojhilata Navîn, ev pêvajo dê bibe mînak. Em jîyan ekolojîk, demokratîk û li ser bîngeha azadbûna jinê esas digirin. Ev jî tenê bi rêxistinê dibe. Em ê rêxistinên xwe, bi meclîs komûn û koperatîfan pêk bînin. Ciwan dê li her taxê, ji bo rêxistinkirina meclîs û komûnan pêşengtiyê bikin. Em ê li dijî zanîngehên modernîteya kapîtalîst; akademîyên civaka demokratîk saz bikin. Armancê me yê herî mezin ev e.”

‘Xelasbûn bi perwerde û rêxistinkirinê pêkan e’

Elî Talay di dawiya axaftina xwe de li ser bandora şerê taybet jî axivî û got: “Bi şerê taybet dixwazin li her derê û her gavê ciwan ji rastiyê dûr bin. Carnan bi hişbirê, carnan bi tirsandinê, carnan jî bi propagandayên reş ev yek derdikeve pêşiya me. Mînaka herî şênber çeteyên fihûş û hişbirê ne. Em berê xwe bidin kîjan tax û kolanê ku tê de kurd dijîn, em van çeteyan dibînin. Dibêjin ‘qet nefikire, tenê kêfa xwe binêre. Mafê kedê, qedexeya ziman, kuştina jinan, talankirina daristanê te qet eleqedar nake.’ Gelo jiyaneke wiha dibe? Nabe. Li dijî van polîtîkayan dermanê herî xurt perwerdehî ye. Tenê agahdarbûn jî têr nake. Divê ciwan van agahiyên xwe, di jiyana rojane de, di çalakiyên xwe de jî bidin jiyankirin. Em çiqas birêxistinkirî bin em ê ewqas karibin ji pergalê dûr bin û xwe biparêzin.”

 

Etîket: AkademicivakciwanElî TalayKurdtiryakZanîngeh
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Helebê malbatek Kurd hat kuştin

9 ADAR 2026
Li Binarê Qendîlê pîrozbahiya 8ê Adarê

Li Binarê Qendîlê pîrozbahiya 8ê Adarê

6 ADAR 2026
Peyman Viyan: Kurd bi yekîtiyê dikare xwe ji dagirkeriyê biparêze

Peyman Viyan: Kurd bi yekîtiyê dikare xwe ji dagirkeriyê biparêze

23 SIBAT 2026
Listika li dijî xaka Kurdistanê: Dixwazin Gulale ji Xaneqînê veqetînin

Listika li dijî xaka Kurdistanê: Dixwazin Gulale ji Xaneqînê veqetînin

20 SIBAT 2026
Li Geverê civanekî xwe kuşt

Li Geverê civanekî xwe kuşt

18 SIBAT 2026
Li Siwêdayê ciwanek hat kuştin

Li Siwêdayê ciwanek hat kuştin

15 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Bajar bi bajar Rojhilatê Kurdistanê

    Bajar bi bajar Rojhilatê Kurdistanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji 1999an heta 2025an dîmenên Newrozê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo Newroza 2026an klîba ‘Newroza Serfiraziyê’ hat amadekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Peymana 29ê Çile û perwerdehiya Kurdî: Alî çi dixwazin, heta niha çi bû û astengiya sereke çiye?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Navê axaftvan û hunermendên Newroza 2026an diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Deklarasyona Newroza 2026an: Newroz îradeya yekîtiya demokratîk mezin dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Azadiya Welat bi manşeta ‘Konfederalîzma demokratîk’ derket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Stenbolê deklarasyona Newrozê hate eşkerekirin: Em ji bo wekhevî û azadiyê derdikevin qadên Newrozê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rubin xeterî û şertên tevgera Kurdan a li Îranê nirxand: Dê ji bo rejîmê bibe ‘xelat’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (365)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne