• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
28 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Hevserokên DEM Partiyê êrişên li ser Başûr şermezar kirin

    Hevserokên DEM Partiyê êrişên li ser Başûr şermezar kirin

    Kongreya 6an a MXDŞê bi dawî bû

    Kongreya 6an a MXDŞê bi dawî bû

    Bi dronan êrişî mala Nêçîrvan Barzanî hat kirin

    Bi dronan êrişî mala Nêçîrvan Barzanî hat kirin

    Li Sêrt û Êlihê 8 ciwan hatin berdan

    Li Sêrt û Êlihê 8 ciwan hatin berdan

    MEBYA-DERa Wanê bi boneya Hefteya Lehengiyê bernameya bîranînê li dar xist

    MEBYA-DERa Wanê bi boneya Hefteya Lehengiyê bernameya bîranînê li dar xist

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyên azadiyê hate kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyên azadiyê hate kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Hevserokên DEM Partiyê êrişên li ser Başûr şermezar kirin

    Hevserokên DEM Partiyê êrişên li ser Başûr şermezar kirin

    Kongreya 6an a MXDŞê bi dawî bû

    Kongreya 6an a MXDŞê bi dawî bû

    Bi dronan êrişî mala Nêçîrvan Barzanî hat kirin

    Bi dronan êrişî mala Nêçîrvan Barzanî hat kirin

    Li Sêrt û Êlihê 8 ciwan hatin berdan

    Li Sêrt û Êlihê 8 ciwan hatin berdan

    MEBYA-DERa Wanê bi boneya Hefteya Lehengiyê bernameya bîranînê li dar xist

    MEBYA-DERa Wanê bi boneya Hefteya Lehengiyê bernameya bîranînê li dar xist

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyên azadiyê hate kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyên azadiyê hate kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Asayîşa Hesekê DAIŞiyên êrişî Hikûmeta Demkî kirîn girtin

Hesekê / AW

3 SIBAT 2026 - 14:22
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kantona Cizîrê da zanîn ku dema karwanê hêzên ewlehiyê yên hikumeta demkî ber bi Hesekê ve hatiye, şaneyên terorîst gule lê barandine û piştî mudaxeleye hêzên wan gelek gelek endamên wan şaneyan hatine girtin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kantona Cizîrê derbarê gulebarankirina şandeya Hikûmeta Demkî de daxuyaniyek da. Fermandariyê da zanîn ku dema karwanê hêzên ewlehiyê yên Hikumeta Demkî ber bi Hesekê ve hatiye, şaneyên terorîst gule lê barandine. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Dema ku hêzên me Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kantona Cizîrê, li gorî peymana di navbera Şam û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de, erka xwe ya ewlekirina ketina hêzên ewlehiyê yên hikumeta Sûriyeyê bo bajarê Hesekê pêk dianî, karwan rastî gulebarana rasterast a şaneyên terorîst ên ku hewil didan ewlehiyê têk bibin û kaosê li herêmê biafirînin, hat.”

Endamên DAIŞê hatin girtin

Fermandariyê diyar kir ku hêzên wan demildest tev geriyan da ku ewlehiya karwan misoger bikin û ev agahî dan: “Hêzên me hatin çalakkirin û şaneyên terorîst ên ku tev li êrişê bûyîn, hatin şopandin. Di encama van operasyonan de gelek endamên van şaneyan hatin girtin û lêpirsîn berdewam dikin.” Hate diyarkirin ku ji bo pêşîgirtina li her xetereyeke potansiyel a li ser sivîlan, hêzên wan qedexeya derketina derve ya demkî ragihandiye da ku tevgera şaneyên terorîst sînordar bikin û rê li ber wan bigirin. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Ev tedbîr bi rastbûn û pileya berpirsiyariyê ya bilind hatin bicihanîn, beşdarbûna mîsyonê bi serkeftî qediya, bêyî ku tu qurbanî yan birîndarên sivîl çêbin.”

‘Tedbîrên pêwist tên girtin’

Di dewama daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Di encama êriş û çalakiyên van şaneyan de, yek ji şervanên me dema ku erka xwe ya parastina ewlehî û aramiyê pêk dianî, birîndar bû û ew dermankirina pêwîst distîne. Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kantona Cizîrê pabendbûna xwe ya berdewam ji bo pêkanîna erkên xwe bi tundî û berpirsyarî piştrast dikin û biryardariya xwe ji bo şopandina hemû kesên ku hewl didin ewlehiya herêmê û ewlehiya gelê wê xerab bikin, piştrast dikin. Her wiha ew pabendbûna xwe bi peymanên îmzekirî û parastina aramî û ewlehiya giştî teqez dikin.”

Etîket: DAIŞHikumeta DemkîRêveberiya XweserRojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Siwêda bi çekên giran hat topbarankirin

Siwêda bi çekên giran hat topbarankirin

22 ADAR 2026
Îlham Ehmed: Ji sedî sed salên pêş salên mîsogerkirina mafên Kurdan e

Îlham Ehmed: Ji sedî sed salên pêş salên mîsogerkirina mafên Kurdan e

21 ADAR 2026
Hikûmeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser li Şamê Newrozê pîroz dikin

Hikûmeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser li Şamê Newrozê pîroz dikin

21 ADAR 2026
Rêveberê DYAyî yê ku îstifa kir: Me El Qaîde û DAIŞ wekî hêzên wekîl bi kar anîn

Rêveberê DYAyî yê ku îstifa kir: Me El Qaîde û DAIŞ wekî hêzên wekîl bi kar anîn

21 ADAR 2026
Pîrozbahiyên Newrozê yên 4 bajarên Rojava hatin taloqkirin

Pîrozbahiyên Newrozê yên 4 bajarên Rojava hatin taloqkirin

20 ADAR 2026
Cudahî û Hemaniyên Newrozên Kurdistanê:  Rojava: Ji agirê veşartî ber bi qadên azadiyê ve

Cudahî û Hemaniyên Newrozên Kurdistanê: Rojava: Ji agirê veşartî ber bi qadên azadiyê ve

20 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Şêniyên gundê Hacîbayramê bêzar bûne: Şaredariya Erziromê cihêkariyê dike

    Şêniyên gundê Hacîbayramê bêzar bûne: Şaredariya Erziromê cihêkariyê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şahidê Serhildana 28ê Adarê Adnan Bîlen: Çerxa desthilatdaran hat şikandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Serhedê li dijî krîza avhewayê 5 mertalên parastina jiyanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Îro navê Egîd li hezaran zarokên Kurd hatiye kirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • PJAKê têkildarî derxistina navê wê ji lîsteya vexwendina kongreyê daxuyanî da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Divê gelê Kurd di şerê cîhanê yê sêyemîn de bibe yek’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 28ê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şînên cangoriyên azadiyê hate kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (1086)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne