• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
29 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    MEBYA-DERa Sêrtê lehengên azadiyê bi bîr anî

    MEBYA-DERa Sêrtê lehengên azadiyê bi bîr anî

    Cenazeyê Ehmed Huseynî li Amûdê hate definkirin

    Cenazeyê Ehmed Huseynî li Amûdê hate definkirin

    Hevserokên DEM Partiyê êrişên li ser Başûr şermezar kirin

    Hevserokên DEM Partiyê êrişên li ser Başûr şermezar kirin

    Kongreya 6an a MXDŞê bi dawî bû

    Kongreya 6an a MXDŞê bi dawî bû

    Bi dronan êrişî mala Nêçîrvan Barzanî hat kirin

    Bi dronan êrişî mala Nêçîrvan Barzanî hat kirin

    Li Sêrt û Êlihê 8 ciwan hatin berdan

    Li Sêrt û Êlihê 8 ciwan hatin berdan

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    MEBYA-DERa Sêrtê lehengên azadiyê bi bîr anî

    MEBYA-DERa Sêrtê lehengên azadiyê bi bîr anî

    Cenazeyê Ehmed Huseynî li Amûdê hate definkirin

    Cenazeyê Ehmed Huseynî li Amûdê hate definkirin

    Hevserokên DEM Partiyê êrişên li ser Başûr şermezar kirin

    Hevserokên DEM Partiyê êrişên li ser Başûr şermezar kirin

    Kongreya 6an a MXDŞê bi dawî bû

    Kongreya 6an a MXDŞê bi dawî bû

    Bi dronan êrişî mala Nêçîrvan Barzanî hat kirin

    Bi dronan êrişî mala Nêçîrvan Barzanî hat kirin

    Li Sêrt û Êlihê 8 ciwan hatin berdan

    Li Sêrt û Êlihê 8 ciwan hatin berdan

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Aştiya civakî girêdayî aştiya xwezayê ye’

Omer Demîr / AW

3 MIJDAR 2025 - 09:00
Kategorî: EKOLOJÎ, MANŞET
A A
Amed – Rêveberê Komeleya Ekolojiyê ya Amedê Necdet Sezgîn diyar kir ku desthilat dê dest bi vekirina maden û sondajên nû bike, îhale hatiye çêkirin û şîrket jî hatine amadekirin û got: “Ji bo em li dijî vekirina sondajan bisekinin, em xwe amade dikin.”

Wezirê Cavkaniyên Enerjî û Tabiyê Alparslan Bayraktar 29ê Cotmehê tev li bernameyekî bû û li wir diyar kiribû ku li Amedê dê li 4 qadan 24 sondajên nû ên petrolê bên vekirin û dest bi lêgerîna petrolê bikin. Li dijî biryara vekirina sondajan komele û saziyên ekolojiyê nerazîbûnên xwe tînin ziman. Rêveberê Komeleya Ekolojiyê ya Amedê Necdet Sezgîn têkildarî biryara wezaretê û talankirina xwezayê axivî.

‘Vekirina sondajên petrolê xwezayê talan dike’

Necdet Sezgîn diyar kir ku li tevahiya Kurdistanê plansaziya lêgerîna madenê heye û wiha got: “Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Amerîkayê li ser lêgerîna madenê li hev kirin e. Ji bona wê her kes di nava tevgerê de ye û li benda herêmên nû ne ku dest bi lêgerîna madenê bikin. Ev plansazî demeke dirêje tê amadekirin. Em jî wekî sazî û dezgehên ekolojiyê di nava hevldanan de ne ku pêşiya vekirina maden û sondajan bigirin. Em jî li gund û navçeyên Amedê bi gel re ketin di nava tevgerê. Me cîvanan li dar xist û ji gel re behsa bandora neyînî ya madenan kir. Vekirina qadên maden û sondajan talankirinek mezin li xwezayê dike. Divê tevahî gel û saziyên ekolojiyê li dijî talankirina xwezayê bi hev re têbikoşin.”

‘Îhale hatine çêkirin û şîrket jî hatine amadekirin’

Necdet Sezgîn destnîşan kir ku li Herêma Bestayê, Çiyayê Cûdî, Zozanê Hesendînê ya li navçeya Pasûr û li hin deverên Licê hewldanên desthilatê hene û ev yek anîn ziman: “Em bi xelkê herêmê re civiyan û me qala talankirinê kir. Em li dijî talankirinê di nava tevgerê de ne. Gel jî dixwaze pêşî li lêgerîna madenê bigire. Em bi hev re nîqaş dikin ku çawa em dikarin pêşiyê lê bigirin. Îro li gelek herêman lêgerîna madenê didome û tê gotin ku dê gelek sondaj bên vekirin, ji bo vê yekê em hejmara tevahî sondaj û madenan nizanin. Lê em dizanin ku li her bajarek bakurê Kurdistanê hewldana desthilatê hene û dixwazin xwezayê talan bikin. Îhale hatiye çêkirin û şîrket jî hatine amadekirin. Em jî ji bo li dijî vekirina sondajan bisekinin xwe amade dikin.”

‘Di nava civak û xwezayê de aştî tunebe jiyan jî dê xera bibe’

Necdet Sezgîn bi bîr xist ku aştî ne tenê di nava mirovan de pêk tê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pêwist e ku jiyana tevahî zindiyan bê parastin. Dema ku aştî di navbera mirovan de hebe lê di navbera mirov û xwezayê de tunebe tu wateya aştiyê tune ye. Aştiya civakî girêdayî aştiya xwezayê ye. Şer li ku hebe em li dijî wê ne. Di nava civak û xwezayê de aştî tunebe jiyan jî dê xera bibe. Xerabiyên îro di cîhanê de tê kirin sedema wê şerê di navbera mirov û xwezayê de ye.”

Etîket: ekolojîKomeleya Ekolojiyê ya Amedêlêgerîna madenêsondajtalankirina xwezayê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Di warê ekolojiyê de rewşa 62 şaredariyên DEM Partiyê

Di warê ekolojiyê de rewşa 62 şaredariyên DEM Partiyê

28 ADAR 2026
Li Serhedê li dijî krîza avhewayê 5 mertalên parastina jiyanê

Li Serhedê li dijî krîza avhewayê 5 mertalên parastina jiyanê

28 ADAR 2026
Sê baskên civakê: Ekolojî, azadiya jinan û demokrasî

Sê baskên civakê: Ekolojî, azadiya jinan û demokrasî

6 ÇILE 2026
Li qontara Çiyayê Cûdiyê bi hezaran berû çandin

Li qontara Çiyayê Cûdiyê bi hezaran berû çandin

21 KANÛN 2025
Şêniyên gundê Husika: Em canê xwe didin dareka xwe nadin

Şêniyên gundê Husika: Em canê xwe didin dareka xwe nadin

2 KANÛN 2025
Leşkeran ji bo şîrketa madenê avêt ser gund: Em ê rê nedin talanê

Leşkeran ji bo şîrketa madenê avêt ser gund: Em ê rê nedin talanê

25 MIJDAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Şêniyên gundê Hacîbayramê bêzar bûne: Şaredariya Erziromê cihêkariyê dike

    Şêniyên gundê Hacîbayramê bêzar bûne: Şaredariya Erziromê cihêkariyê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şahidê Serhildana 28ê Adarê Adnan Bîlen: Çerxa desthilatdaran hat şikandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Serhedê li dijî krîza avhewayê 5 mertalên parastina jiyanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Îro navê Egîd li hezaran zarokên Kurd hatiye kirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Divê gelê Kurd di şerê cîhanê yê sêyemîn de bibe yek’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şînên cangoriyên azadiyê hate kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 28ê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çalakiyên ji bo aqûbeta windayan didome: Bila winda bên dîtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (1089)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne