AVAMED bi hevkariya MEBê di çarçoveya ‘Projeya Pêşengên Avê’ de perwerdehiya parastina avê û xwezayê dide zarokan.
Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Av û Kanalîzasyonê (AVAMED) ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi hevkariya Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî (MEB) ya Parêzgehê, xebatên xwe yên avakirina hestiyariya ji bo parastina avê didomîne. Di vê çarçoveya projeyê de li dibistanên seretayî yên navçeya Farqînê ya Amedê, li dibistanên seretayî yên Gazî, Ortaçeşme û Yuzuncu Yilê bernameyên perwerdehiya parastina avê û şêwazên kêm bikaranînê hate dayîn.
Perwerdehî bi tevlîbûna zarokan hate dayîn
Di çarçoveya projeya AVAMED û MEBê bi hev re amade kiriye perwerde di navbera saet 10:00 û 15:00an li dibistanan hatin dayîn. Di bernameyê de girîngiya avê ya di jiyana mirovan de, rêbazên pêşî li xerckirina zêde yên avê hatin nîqaşkirin. Perwerdekar bi rêya pirs û bersivan û bi mînakên ji jiyana rojane, xwendekar teşwîq kirin ku avê bi baldarî bi kar bînin.
‘Em ji bo paşerojê vê xebatê dikin’
Midûrê Şaxa Têkiliyên bi Gel re û Ragihandinê yê AVAMEDê yê Farqînê Mehmet Sagirdag di derbarê projeyê de daxuyanî da. Mehmet Sagirdag destnîşan kir ku xebat wan ji bo parastina çavkaniyên xwezayî gelek girîng e û got: “Projeya ‘Pêşengên Avê’ ne tenê bernameyeke perwerdehiyê ye lê xebateke razemeniya ji bo paşeroja me ye. Em bi biryardarin ku her sal projeya xwe berfirehtir bikin û xwe bigihînin girseyên mezintir.”
Hejmara ‘Pêşengên Avê’ gihîşt 6 hezarî
Projeya ku di sala 2025an de li 18 dibistanan bi hezar û 531 xwendekaran dest pê kiribû, di sala 2026an de gihîşt asteke bilind. Di sala 2026an de li 56 dibistanan 4 hezar û 538 xwendekar hatin perwerdekirin. Bi vî awayî ji roja destpêkirina projeyê heta niha, li 74 dibistanên seretayî, bi giştî 6 hezar û 69 xwendekar bûn “Pêşengên Avê”.
AVAMED bi amanca nifşên nû bi çanda parastina avê û hişmendiya parastina jîngehê perwerde bike, xebatên xwe didomîne.


















