Ayşe Gokkan bi gotina “Dewlet bi hêza şeş îtîfaqan êrîşî me dike da ku serê me bitewîne, poşmaniyê bi me bide qebûlkirin ku sûcê xwe bike sutuyê me. Pergal paş stuyê xwe bibîne jî vê yekê nabîne û dê tu caran jî nebîne jî” helwesta jinên girtî yên têkoşer tîne ziman. Ayşe Gokkan têkoşîn û rêxistina jinan a li dijî pergala dewletê kêm dibîne û destnîşan dike ku pêwistî bi avakirina Tevgera Jinan a Gerdûnî heye.
Berdevka berê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ya Enqereyê girtî ye, bi minasebeta 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pirsên Rojnameya Xwebûn bersivand. Berdevka TJAyê ya berê Ayşe Gokkan di 28ê çiyeya 2021an de ji aliye 9emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve hatibû girtin û şandibûn Girtîgeha Jinan a Amedê. Ayşe Gokkan ku li Girtîgeha Jinan a Amedê dihat ragirtin, di Adara 2023an de sewqî Girtîgeha Jinan a Sîncan a Enqereyê hatibû kirin. Ayşe Gokkan zêdeyî 2 sal in li Girtîgeha Sîncanê girtî ye û 30 sal ceza jê tê xwestin. Her çend Dadgeha Bilind doz xera kiribe jî dîsa Ayşe Gokkan girtî tê darizandin. Ayşe Gokan ku di têkoşîna mafê jinan û mafê mirovan de tê zanîn di mijdara 2023an de xelata “mirovahî û wêrekiyê” ya ku her sal ji aliyê Weqfa Paul Grunînger ve wergirtibû. Li gel ku tenê ji bo parastina mafên jinan têdikoşe û siyasetê dike jî bi dehan caran doz hê hatine vekirin û bêhêjmar hatiye binçavkirin. Ayşe Gokkan tekildarî têkoşîna jinan û polîtîkayên dewletan yên li dijî jinan pirsên Rojnameya xwebûnê bersivand. Ayşe Gokkan beriya pirsan bibersivîne destnîşan dike ku ji ber şert û mercên girtîgehê nikaribû baş lêkolîn bike û di demek pir kurt de hewl daye pirsan bibersivîne.
Ayşe Gokan beriya pirsên me bibersivîne vê nîşeyê parve dike; “Silav Xwebûna delal. Hevî û daxwaz dikim ku hûn baş bin. Ji bo bersivandina pirsan lêhûrbûnek kûr û demek fireh dixwaze. Lê di nava çend saetan de bersivandin zor e. Ez 8ê Adarê li hemû hempîşeyên xwe yên jin pîroz dikim…”
* Hûn 8ê Adarê di girtîgehê de derbas dikin. Hûn vê rewşê çawa şirove dikin?
Em jin kaxiza turnusol a demokrasiyê ne. Yekem; di cîhanê de pîvana dewletekê an jî civakeke demokrat; di wê civakê ango wî welatî de jin çiqas azad e, ew welat jî ew qas demokrat û azad e. Ango restên hev in.
Îro Dewleta Tirk di cîhanê de dewleta herî zêde jin têde girtî ne. Û duqatî hejmara zanîngehan girtîgeh hene. Ango zilimxane ji zanîngehan zêdetir in. Pergala bi yek yek yek nasnameyê her cudahiyek me wekî neyar îlan dike.
Em dizanin pergala ji ‘yek’ ava bûye berê jinê hedef digire; heta nîvê civakê jin li ser piyan be, dewleta baviksalar jî nikare xwe li ser piyan bigire; Ev jî rastên hev in.
Heke na, çima jin di zilimxaneyan de jî ji bo azadiyê li ber xwe didin? Em ne tawanbarên ku êrîşî mafê kesekî-ê kiriye ne. Ji bo ku em li mafên xwe yên hin di zikmakî de qezenc kiribû, xwedî derdikevin, me davêjin zilimxaneyan. Dewleta baviksalar, netewperest, nijadperest, zayendperest, olperest, atêşperest, kapîtalîst, topyekun êrîşî jinê û mafên jinê dike. Sedema avakirina van her şeş îtîfaqan a yekem; ji nîvê civakê ‘jinê bi şeş alî dorpêç bikin’ hatiye avakirin. Heke ne wisa ye, çima di şer û pevçûnan de bi destdirêjî û destavêtin, tundiya li ser jinê, şeş qat zêde dibe û di malbat û civakê de jî feraseta baviksalar, bi zagonan hêztir teşe dike? Ji bo ku em mafên kesekî-ê binpê nakin û bi rêxistin tev digerin; ev şeş îtîfaq xwe dikin şûna hemû kesan û êrîşî me dikin. Wekî ku parazvanên mafan in. Ango xwe dikin şûna me, me jî dikin şûna xwe. Da ku bi xapandinê derewan li ser piyan bimînin. Di kurdî de gotinek heye dibêjin ‘Kumê min dide serê xwe, yê xwe jî dide serê min’ me red û înkar dikin. Wekî ku me ew red û înkar kiribe jî tev digerin. Xapandin û binpêkirina mafan kûrtir dikin. Lê ev tu caran nayê pejirandin û bi ser nakeve. Ku em ji bo mafên xwe zilimxaneyê didin ber çavên xwe, em li zilimxaneyê de jî hucreyê didin ber çavên xwe. Em her rojê werdigerînin 9ê Çileyê, 8ê Adarê, 3yê Tebaxê, 25ê Mijdarê. Ruxmê ev şeş îtîfaq di zilimxaneyê de duqat dibin jî em demsalên salê ji 9ê çileyê ve agirê berxwedanê Jin Jiyan Azadî pê dixin li dijî tecrîda rûreş geş dikin. 8ê Adarê agir gurtir dikin diherikin Newrozê û bênavber didomînin. Ev teşeya jiyana me ye. Kêliya destpêka berxwedana ji bo jiyana azad di heman demê de kêliya destpêka jiyana azad e. Lewma di vê 8ê Adarê de jî ew hîn di destê van şeş îtîfaqan de dîl in, lê bi sekn û fikra azad dijîn û serê xwe natewînin. Dewlet bi hêza şeş îtîfaqan (bi hemû hêza xwe) êrîşî me dike da ku serê me bitewîne, poşmaniyê bi me bide qebûlkirin ku sûcê xwe bike sutuyê me. Ji berxwedana azadiyê poşmanî; tê wateya ku sûcê hovîtiya dewletê hildidin ser xwe û bibin şirîkê berdewamiya hoavîtiyê û hovîtî bibe xelata dewletê. Şeş tifaq jî şirîkê xelatê bin, da ku rûreşî û hovîtiyê bincil bikin. Pergal paş stuyê xwe bibîne vê yekê nabîne û dê tu caran jî nebîne. Em di zilimxaneyê de dîl girtîbûnê wisa şirove dikin. Em ji in in-kurd in- Kurdistanî ne, bi hemû reng û dengê gel, bawerî û dînamîkên azadîxwaz re wek hev in.
-
Dewlet bi hêza şeş îtîfaqan (bi hemû hêza xwe) êrîşî me dike da ku serê me bitewîne, poşmaniyê bi me bide qebûlkirin ku sûcê xwe bike sutuyê me.
*Bi taybetî piştî Neteweyên Yekbûyî 8ê Adara 1977an wekî Roja Jinan a Cîhanê îlan kir û şûnde, li ser rêxistinkirin û têkoşîna jinan bandorek çawa kir?
Di destpêkê de ez dikarim behsa bandora li ser jinên Kurdistanî û kengî bandor kir vekim. Ango şirove bikin. Em jinên bêdewlet bêkargeh bûn. Kurdistanê bi cotkarî û ajalkariyê debara xwe dikir. Jin û mêr bi hevre dixebitîn. Qadên îktîsadî (aborî) ji hev ne cuda bûn. Di heman qadan de wekî zevî cihê ajalan, di warê jiyanê de bi hevrebûna me nizanibû 8ê Adarê heye. Lê li Kurdistanê bi Tevgera Azadiyê re; berxwedana jinan li dijî feraseta şeş îtîfaqan xwe bi rêxistin dikir. Yek ji her civakek li gorî şert û mercên xwe, li gorî pirsgirêkên ku dijîn rêya têkoşîna azadiya xwe teşe dike. Em di bin red û înkara şeş îtîfaqan de bûn. Ez dikarim bêjin heta jin di civaka xwe de bi hewceyên taybetiya pirsgirêkên xwe, xwe bi rêxistin nekiribe îlankirina Neteweyên Yekbûyî (NY) ya 8ê Adarê bala jinan nedikişand. Lewma 8ê Adarê bi îlankirina NYyê bi daxwaza berxwedana jinan a hevpar 8ê Adarê bû 8ê Adarê. Ango demek dirêj û hîn jî 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ye, an Rojan Jinên Kedkar ên cîhanê ye tê niqaşkirin.
Lê belê bi îlankirina rojê re pergala neteweya dewleta baviksalar kujeriya xwe mor kir û îlan kir. Bêguman têkoşîna jinê ev bi dewletan da pejirandin. Bi demê re jinan rêxistinên xwe, yên serbixwe, di axa xwe de berfire kir. 8ê Adarê jî bû zemîna têkoşîna hevpar a jinên cîhanê. Ev bandoreke bi qîmet e. Mîrasê têkoşîna jinê û xwedî derketina ji vê mîraseyê ye. Di heman demê de jin hev haydar bûn ku pirsgirêka baviksalarî gerdûnî ye û li her aliyê gerdûnê xwe bi şiklê cuda qamûfile dike (vedişêre). Lewma îro tevgerên jinan di 8ê Adarê de dibin yek deng û ne tenê jinên kedkar, jinên di hemû qadên jiyanê de kedkar in.
-
Lê li Kurdistanê bi Tevgera Azadiyê re; berxwedana jinan li dijî feraseta şeş îtîfaqan xwe bi rêxistin dikir.Yek ji her civakek li gorî şert û mercên xwe, li gorî pirsgirêkên ku dijîn rêya têkoşîna azadiya xwe teşe dike. Em di bin red û înkara şeş îtîfaqan de bûn.
* Di 20-30 salên dawî de em dinerin herî zêde jinên kurd di 8ê Adarê de li qadan in. Li gorî we sedema vê yekê çiye. Herî zêde çi bandor li têkoşîna jinan kiriye?
Kurdistan 30 sal berê di nava şerê dijwar de ji cîhanê qut bû. Serhejmara (nifûs) kurd zêdetir li gundan dijîn. Jin zêdetir li gundan tev li Tevgera Azadiyê dibûn. Jinên gerîla ku bi mêr re wekhev diçû gundan di serê wan de jî ev wêne wekheviya jin û mêr ava dikir.
Bi zanistiya fikra Rêbertiyê di Tevgera Azadiyê de rêxistina jinê serbixwe bû. Di heman demê de hişmendiya azadiya jinê jî di wir de xurtir bû. Ev hişmendiya berê herikî gundan lewma jinên li gundan ji jinên ku li bajaran dijîn, zûtir serwextî mafên jinan bûn. Dema ku dewletê ew gundana (5 hezar) vala kirin, 5 milyon kurd bi darê zorê ji gundan derxistin ew koçî bajarên Kurdistanê û hinekan jî yên Tirkiyeyê kirin. Ya herî girîng jî jinên kurd li pêşengên jin û tecrûbeyên pêşengan neqeriyan. Heta digotin ger ku ew li serên çiyan dikarin bikin! Çima em di malê de, di taxan de, nikarin bikin? Sînerjiya jinan diherikî jiyanê. Ji bo ku jinên têkoşer ên pêşeng endamên malbata wan bûn, ji taxa wan bûn, ji cih û warên wan bûn. Rêbertî jî ji axa wan bû, ev bandoreke bêhempa bi qîmet û rûmet di afirînd û diafirîne. Dike ruh û di civakê de bi cih dike. Ji ber vê sedemê jinên ku koçî bajaran kirin, ji jinên bajaran re pêşengtî kirin. 8ê Adarê, 25ê Mijdarê, Newroz bi tevlêbûna jinên kurd dîmanîktir bû. Ji ber vê sedemê bandora berbiçav ya ku jinan ji jinan hêz girt, jin bi jinan zêdetir bawer kir, hişmendiya ku baviksalarî ava kiriye wekî “jin kurmê jinê ye” bi vê re têk çû. Hêviya berxwedana hevpar zindî kir. Tevlêbûna jinên kurd a dînamîk (8ê Adarê) li Ewropa, her çar aliyê Kurdistanê û li çar dewletên ku Kurd dorpêç kirine jî bandor dikir. Heta ku jin azad nebe, civak azad nabe, mêr jî azad nabe.
-
8ê Adarê, 25ê Mijdarê, Newroz bi tevlêbûna jinên kurd dîmanîktir bû. Ji ber vê sedemê bandora berbiçav ya ku jinan ji jinan hêz girt, jin bi jinan zêdetir bawer kir, hişmendiya ku baviksalarî ava kiriye wekî “jin kurmê jinê ye” bi vê re têk çû.
* Jinên kurd îro di 8ê Adarê de pêşengiyek çawa dikin?
Jinên kurd bi rêxistina xwe ya serbixwe bawer in. Di hemû qadên ku li jinê qedexe bûne de ji sedî pêncî cih digirin û di heman demê de jî bi armanca van qadan hişmendiya nêrîna jinê ava bikin xwe serbixwe rêxistin bikin (Qada siyasî, civakî, çandî, aborî, tenduristî, perwerdehî, hiqûq, rêvebertiya herêmî, zanistiya jiyanê, jineolojî û hwd).
Jinên ku bi reng dengê xwe tev li 8ê Adarê dibûn; ev hêsanî qezenc nekirin. Daxuyaniya bi zimanê kurdî jî demekê ji aliyê jinan ve jî hate qedexekirin. Hem jî di 8ê Adarê de. Helbet pêşengtî ne tenê bi girseyî tev li çalakiyekê bibin e. Vîna azad bi biryara azad re demokratîk, xwezayî û azadiya jinê wekî pêşengtiyê bi reng û deng dikin. Û her rojê têkoşîna jinê yek jin jî li hemberî pergala baviksalarî bêrêxistin be, di heman demê de bê parastin e.
* Hûn tekoşîna jinên ereb, tirk, fars, suryan, êzîdî û yên ku herî zêde mafên wan tên binpekirin çawa dibînin?
Jinên Ereb, Tirk, Farz Suryan Êzidî ev nasname hemû hewceye berxwedana azadiya jinê ne. Jinên êzidî, têkoşîneke bêhempa dan û hîn jî didin. Xeyalkirina vê têkoşînê jî pir dijwar bû. Êrişên ku DAIŞê li ser jinên Êzidî pêk anîn, hovîtiya baviksalarî ya 5 hezar salan de mêr (efendî, qiral, împarator, paşa, sultan, netew-dewlet û ew şeş îtîfaqan…). Kijan cureyên tundiyê û jenosîdê, bikar aniye DAIŞê hemû di xwe de kom kir û bi carekê re li ser jinên Êzidî barand. Di bazaran de ji firotinan bigire, destdavêtin-destdirêjî, îşkence, hwd. Lê wan li Şengalê rêxistina xwe ava kirin, xwe bi rêve birin. Hem jî di bin êrîşên Dewleta Tirk ên ji erd û ezman axa xwe, baweriya xwe, çanda xwe, diparêzin. Ez bawerim mînakeke ku hemû jin jê sûdê bigirin. Hem li dijî zihniyeta baviksalarî, nijadperestî, olperestî, hem jî li dijî hegemonên cîhanê, li ber xwe didin; Xeyaleke di xewnê şevan de nayê dîtin pêk tînin. Piştî vê mînakê yek tevgereke jinê nikarin bibêjin şert û mercên têkoşîna azadiya jinê li gel me qels e, pêş nakeve.
Yekem peyama berxwedana jinên şengalî, ji bo me jinên Kurd û jinê Rojhilata Navîn, bêguman û bê şig dide xuyakirin ku azadî di destê me de ye. Hêzên baviksalarî yên cîhanê, bibin yek û êrîşî me bikin jî nikarin me ji rêya berxwedana demokratîk, xweza û azadiya jinê derbixin.
Jinên farisî, bi berxwedana Jina Amînî re mînakeke li cîhanê deng da. Jinên Ereb, Tirk, li dijî pergala dewleta ku me jinan parçe dike û olperestiyê li ser me ferz dike bêjî hewce ye ku guhertin û veguhertina civakê zêdetir berpirsiyariyê hilde ser xwe. Jinên Suryan, di jenosîd û jeresîd re derbas bûne. Bi van tecrubeyan bi tevgerên wekî xwe re dikarin zêdetir têkoşîna azadiya xwe xurttir bikin.
-
Yekem peyama berxwedana jinên şengalî, ji bo me jinên kurd û jinê Rojhilata Navîn, bêguman û bê şig dide xuyakirin ku azadî di destê me de ye. Hêzên baviksalarî yên cîhanê, bibin yek û êrîşî me bikin jî nikarin me ji rêya berxwedana demokratîk, xweza û azadiya jinê derbixin
* Bi dîtina we têkoşîneke gerdûnî ya jinan çiqas pêş ketiye. Têkoşîna jinên kurd ku bi felsefeya “Jin Jiyan Azadî” belav dibe, çiqas bandorê li têkoşîna gerdûni ya jinan dike.
Têkoşîna gerdûnî ya jinan qasî pêwistiya sedsalê pêş neketiye. Mixabin tevgerên jinan ên bi dewlet, pişta xwe zêdetir didin zagonên dewleta ku mafên jinan binpê dikin; piştre jî ku zagonan li lehê jinan diguhere pê bawer dibin. Em êdî dizanin ku heta hişmendî neyê guhertin, guhertina zagonan xapandin e. Lewma rêxistina jinê her dem hewce ye her roj xurttir bibe. Ku ne wisa be xeteriya herî dijwar jî her îktîdar bê guhertin dikare zagnan û naveroka wan li gorî serdestiya xwe biguhere û bi teşe bike. Em îspata xapandina îro jî dizanin ku dewletdê tund li ser jinê rabe tune.
Êdî dem dema sîwaneke jinên gerdûnî ava bibe ye. Ango dema avakirina Tevgera Jinên Gerdûnî ye. Erê her parzemîn û erdnîgarî, di civakan de rêxistineke jinê heye. Lê parçe parçe ye. Lewma hewce ye di gerdunîdê de hemû tevger û rêxistinên jinan bibin yek. Divê jin Tevgera Jinên Gerdûnê ava bikin.
Wekî min li jor behsa têkşîna jinen êzidî yên li Şengalê kirî û li hemû Kurdistanê bi cudatyan re bi felsefeya “Jin Jiyan Azadî” belav dibe li gerdûniya jiyan jî dike. Niha ev felsefe li cîhanê belav bûye. Êdî bû malê gerdûnê. Her berxwedan û felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî” mirateya hemû jinên gerdunê ye. Û her rêxistineke jinan divê pirsgirêkên xwe li gorî hewceyên xwe û felsefeya Jin Jiyan Azadiyê pênase bike.
Jineolojî jî wisa ye. Zanista jiyana jinê ye. Li kêdera cîhanê li ser kijan mijarê zanistiya jinê hewce bike, dê wê qadê lêkolîn bikin.
Divê em jineolojiya ku ji axa Kurdistanê derketiye, di vir de nexetimînin û teng nekin. Îro jinên Latîn Emerîqî li dora jineolojiyê xwe rêxistin dikin. Ji bo ku zanista jiyana jinê di her qadê de û cihekî de xwediyê dîrok û felsefeya civaknasiyekê ye. Ku ne wisa be dê wekî oryantalîst, pozîvîstan, zanistî pûç bibe. Dê bê wate bibe.
Ji vê sedemê ye ku Jin Jiyan Azadî bi Jineolojiyê re, bi Hevjiyana Azad re qasî lingê me ji erdê bê birîn, azad û serbixwe be, ew qas jî bi civakê û gerdunê ve girêdayî be. Ez bawer im ev bandorê li tekoşîna gerdunê ya jinan dike.
Ev 8ê Adarê bi bi bizotên hewa, av û axê re hat. Name hatin şandin ji çar aliyê mezopotamyayê re. Bizotan slav vegirtin da ku bi keve qelşê zinarê dîrokê. Vê carê dîrok ne dilşikestî bû. Şaxên xwe ji bizotan re vekiribû.
Bi van hestan 8ê Adarê li we pîroz be. Em jî bi tiliyên xwe li gel we ne û Rêberê Gelê Kurd silav dikin.
-
Em êdî dizanin ku heta hişmendî neyê guhertin, guhertina zagonan xapandin e. Lewma rêxistina jinê her dem hewce ye her roj xurttir bibe. Divê jin Tevgera Jinan a Gerdûnê ava bikin.