• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
24 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Kurtulmuş: Biratî tenê bi gotinan nabe hiqûq hewce ye

    Kurtulmuş: Biratî tenê bi gotinan nabe hiqûq hewce ye

    Yekîtiya Hunermendên Kurd: Em ji bo hunera azad tev li mitîngê bibin

    Yekîtiya Hunermendên Kurd: Em ji bo hunera azad tev li mitîngê bibin

    Komîsyona Meclisê bi rojeva hevdîtina Îmraliyê civiya

    Civîna Komîsyonê qediya: Xebat 2 mehên din hat dirêjkirin

    Hunermend Nîhal Ay li Rojava jiyana xwe ji dest da

    Hunermend Nîhal Ay li Rojava jiyana xwe ji dest da

    MEBYA-DER: Em ji bo azadiyê tev li mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bibin

    MEBYA-DER: Em ji bo azadiyê tev li mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bibin

    Numan Kurtulmuş: Em hatin asta nivîsandina rapora hevpar

    Numan Kurtulmuş: Em hatin asta nivîsandina rapora hevpar

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE

Ayşegul Dogan: Divê çûyina Girava Îmraliyê dereng nekeve

7 MIJDAR 2025 - 12:59
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A

Berdevka DEM Partiyê Aysegul Dogan derbarê civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê de bi lêv kir ku têkildarî berdana girtiyên doza Kobanê geşedaneke nû tune ye ew jî li bendê ne ku bên berdan û derbarê çûyina komîsyonê ji bo Girava Îmraliyê jî destnîşan kir ku divê komîsyon hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dereng nexîne.

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Aysegul Dogan derbarê civîna Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) de li navenda giştî ya partiya xwe daxuyanî da. Ayşegul Doganê tekildarî encama civîna Desteya Rêveberiya Navendî û geşedanên di rojevê de anî ziman ku wan gelek mijarên di rojevê de ne nîqaş kir û wiha got: “Demeke dirêj e civînan li dardixînin. Dûh me careke din bi binçavkirina rojnamegeran dest bi rojevê kir. Lê xwestin ku ew wekê ne binçavkririn e nîşan bidin. Ew jî nîşan dide ku siyaset bandoreke çawa li ser hiqûqê dike. Divê ew sepanên li dijî demokrasiyê bi dawî bibin.  Em ê parastina demokrasiyê û mafê wergirtina agahiyan a gel biparêzin û di nava piştgiriyê de bin.”

Ayşegul Doganê balkişand ser biryara Dadgeha Mafê Mirovan a derbarê Selahattîn Demirtaş û doza Kobanê û wiha axivî: “Ew doz dozeke tolhildanê bû, dozeke siyasî bû û bi hiqûqê ve tu alaqaya xwe tune bû. DMEyê jî wisa biryar da. Lê ew qas dem derbas bû û hevalên hê di girtîgehê de ne. Divê gavên ku hiqûqê pêkbînin bên avêtin. Em jî li bendê ne. Wazereta Dadê li ser pirsa rojnamegeran got em li bendê ne ku dosya were dadgeha herêmî, lê çend roj derbas bû hevalên me hê nehatinê berdan. Li benda çi ne. Li benda çi ne em nizanin lê ya ku divê li bendê bin pêkanîna hiqûqê ye. Avakirina aştî û demokrasiyeke civakî jî bi pêkanîna hiqûqê çêdibe. Em jî li bendê ne ku hevalên me demildest bên berdan.” Ayşegul Doganê di berdewama axaftina xwe de navê siyasetmedarên di Doza Kobanê de girtînê bi lêv kir û got ku ne tenê girtiyên di Doza Kobanê hemû girtiyên siyasî divê ben berdan.

Çûyina Komîsyonê li Girava Îmraliyê

Ayşegul Doganê tekildarî çûyîna komîsyonê ji bo Grava Îmraliyê û hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re jî ev tişt gotin: “Dema komîsyon nû hat damezrandin jî me got komîsyonek tenê nikarê barê pêvajoyê hilgire lê dikarê rê vebike. Komîsyonê mîsyoneke dîrokî hilgirt. Piştî guhdarkirinan dikare raporên taslaxên qanûnî amade bike û xebatên xwe bi dawî bike. Heta niha gelek beşên civakê hatin guhdarkirin. Temsiliyeta meclisê jî di komîsyonê de pêkhatiye. Divê gavên taslaxa qanûnî pêk werin. Ji ser biryara fesixê ya Rêxistinê re 9 meh derbas bûn. Li ser şewitandina çekan re 5 meh derbas bûn. Çend roj berê jî rêxistinê gaveke dîrokî avet û got me hezên xwe li bakurê Kurdistanê vekişandine. Divê ji aliyê dewletê ve jî gavên şênber bên avêtin. Serokê MHPê Devlet Bahçelî jî got divê komîsyon biçe Îmraliyê, Serokkomar jî got divê hemû alî bên guhdar kirin. Partiyên muxalîf jî gotin bila biçe. Lê çima komîsyon vê mijara ku hemû kes tînin ziman nanirxîne û plansaziya çûyinê nake? Birêz Ocalan ne tenê Serokê PKKê ye. Di derfetên sînorkirî de Birêz Ocalan li ser rêbaza wekheviyê pêvajoyekê dimeşîne. Heta hûn muxatabê sereke guhdar nekin pêvajo pêş ve naçe. Divê siyaset bi wêrekî tevbigere. Em careke din bang dikin ku komîsyon vê mijarê bigre rojeva xwe û çûyina Girava Îmraliyê dereng nexîne. Dem dema çûyina girava Îmraliyê, bi dawîkirina pevçûnan û gavên sereke yên qanûnî ye. Em li vir yên ku manşetên, ‘Bila komîsyon neçe Îmraliyê’ davêjin jî hişyar dikin ku zerarê nedin pêvajoyê, ev nêzikatî ji hemû Tirkiyeyê dide windakirin.”

Budçeya Sala 2026an

Ayşegul Doganê li ser pêşniyariya Budçeya sala 2026an jî destnîşankir ku ew budçe ne budçeya jin û gelan e û wiha pê de çû: “Me jî dixwast ew budçe bibe budçeya gelan û gel jê sûd bigrin lê mixabin wisa nebû. Ew budçe bêedaletiya heyî didomîne. Partiya me jî kampanyaya bi navê Ji Bo Nan û Aştiyê kampanyayek daye destpêkirin û ji bo budçeya gel pêk were xebatên me didomin. Em ê dîsa li qadan daxwazên xwe bînin ziman. Em ê ji bo ku budçeya jinan, karkeran, ciwanan, karmendan û hemû gelan pêk were têkoşîna xwe bidomînin.”

Berdana girtiyên doza Kobanê

Ayşegul Doganê li ser pirsa çima komîsyon xebatên xwe hêdî dimeşîne û hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dereng dixîne jî destnîşankir nabe ku komîsyon ji muxatebê sereke re hevdîtinê pêk neyne. Ayşegul Doganê got divê şert û mercên Abdullah Ocalan jî bên guherandin û di şert û mercên azad de xebatên xwe bidomîne. Ayşegul Doganê li ser pirsa berdana girtiyên Doza Kobanê jî destnîşankir ku ew li benda mizginiyekê ne û divê hiqûq jî dereng nexîne û biryara berdana girtiyên ji Doza Kobanê pêkbîne. Ayşegul Doganê da zanîn ku derbarê berdana Selahattîn Demirtaş û girtiyên ji Doza Kobanê de geşedaneke nû û tiştekî ku ji wan re hatiyê gotin tune ye û ew jî li bendê ne û daxwaz dikin ku hevalên wan bên berdan.”

FacebookTweet

Nûçeyên Din

400 jinên pêşeng li dijî dervekirina Zahra Tabarî bang kirin

400 jinên pêşeng li dijî dervekirina Zahra Tabarî bang kirin

24 KANÛN 2025
Kurtulmuş: Biratî tenê bi gotinan nabe hiqûq hewce ye

Kurtulmuş: Biratî tenê bi gotinan nabe hiqûq hewce ye

24 KANÛN 2025
Hakan Fîdan li Enqereyê bi heyetek Hamasê re civiya

Hakan Fîdan li Enqereyê bi heyetek Hamasê re civiya

24 KANÛN 2025
Yekîtiya Hunermendên Kurd: Em ji bo hunera azad tev li mitîngê bibin

Yekîtiya Hunermendên Kurd: Em ji bo hunera azad tev li mitîngê bibin

24 KANÛN 2025
Komîsyona Meclisê bi rojeva hevdîtina Îmraliyê civiya

Civîna Komîsyonê qediya: Xebat 2 mehên din hat dirêjkirin

24 KANÛN 2025
Hunermend Nîhal Ay li Rojava jiyana xwe ji dest da

Hunermend Nîhal Ay li Rojava jiyana xwe ji dest da

24 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • KANÛN 2025 (486)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne