Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî bertek nîşanî êrişên Îsraîl û DYAyê yên li ser Îranê da û angaşt ku tê xwestin şerê Sûnî û Şiîyan bê derxistin.
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî di komcivîna partiya xwe de li Meclise derbarê geşedanên di rojeve de axivî. Devlet Bahçelî bertk nîşanî êrişên DYA û Îsraîlê da û anî ziman ku êrişên li ser Îranê ji bo tevahî herême xetereyan derdixîne. Devlet Bahçelî bi lêv kir ku dixwazin li Îranê şerê Sunî û Şîî derxînin û got ku divê kes neyê provakasyonan. Devlet Bahçelî bi lêv kir ku gelê Kurd gelekî bi rumet e û nabe lêşkerê kesî û wiha got: “Yên dixwazin şerê Kurd û Tirkan derxînin nikarin bigehejin encamên xwe. Kurd û Tirk birayê hev in.”
Divê moşekeke din nekeve Azirbêcan û Tirkiyeyê’
Devlet Bahçelî bal kişand ser moşeka ji aliyê Îranê ve hatiye avêtin û ketiye qada hewayî Tirkiyeyê û wiha axivî: “Ew moşek ji aliyê NATOyê ve hate îmha kirin. Divê hemû dewlet hişê xwe bidin serê xwe. Divê bê zelalkirin ka ev bi zanebûn an nezanebûn hatiyê kirin. Em naxwazin moşekeke din bikeve Azerbêcan û Tirkiyeyê.”
‘Bila doza Îmamoglu bi encam bibe’
Devlet Bahçelî tekildarî doza ji bo Şeredariya Stenbolê hatiyê vêkirin û Serokê Şeredariyê Ekrem Îmamogulu ev tişt gotin: “Divê doza li 40emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê tê dîtin demildest encam bigirê û rojeva me derkeve. Dema me got divê ew doz di televîzyonê de bê weşandin ma em şaş bûn? Niha mafdariya me derket holê.”













