Serokê MHPê Devlet Bahçelî di komcivîna partiya xwe de diyar kir ku divê statûya Abdullah Ocalan bê diyarkirin.
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî di komcivîna partiya xwe de tekildarî geşedanên di rojeve de axivî. Devlet Bahçelî diyar kir ku piştî rapora hevpar a komîsyonê êdî dora derxistina qanûnan e û wiha got: “Komîsyonê karê xwe kir. Êdî dora derxistina qanûnan e.” Bahçelî careke din pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd weke pirsgirêka terorê bi nav kir û wiha got: “Hemwelatîbûna wekhev. Demokratîkbûyin û pêkanîna mafên civakî dê ji bo hemû kesan û welat bi xwe re başiyê bînê.”
‘Piştî danîna çekê û vegerê dê qanûn derkevin’
Devlet Bahçelî diyar kir ku derxistina qanûnan piştî tespîtkirina çek danîna hemû endamên rêxistinê dê pêk were û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Endamên ku çekên xwe danînê dê bi dor tevlî civakê bibin. Piştî teslîmkirina çekan qanûnên hewcehî pê hene dê werin derxistin.”
Devlet Bahçelî bal kişand ser banga 27ê Sibatê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Divê KCK jî demildest bê fesîhkirin.” Devlet Bahçelî tekildarî sepanên qeyûman jî bi lêv kir ku dê li gor demokrasiyê ev mijar ji nû ve bê sererastkirin.”













