• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
09 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

    Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

    Dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

    Dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

    ‘Wê sibe komek din a dîlgirtiyan were berdan’

    ‘Wê sibe komek din a dîlgirtiyan were berdan’

    Çiyayê Benî Herîr hate bombekirin

    Çiyayê Benî Herîr hate bombekirin

    Keştiya Îranê piştî êrîşa Amerîkayê teqiya

    Keştiya Îranê piştî êrîşa Amerîkayê teqiya

    Şaxa Egîtîm Sena Sêrtê tundiya li ser mamosteyan şermezar kir

    Şaxa Egîtîm Sena Sêrtê tundiya li ser mamosteyan şermezar kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

    Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

    Dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

    Dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

    ‘Wê sibe komek din a dîlgirtiyan were berdan’

    ‘Wê sibe komek din a dîlgirtiyan were berdan’

    Çiyayê Benî Herîr hate bombekirin

    Çiyayê Benî Herîr hate bombekirin

    Keştiya Îranê piştî êrîşa Amerîkayê teqiya

    Keştiya Îranê piştî êrîşa Amerîkayê teqiya

    Şaxa Egîtîm Sena Sêrtê tundiya li ser mamosteyan şermezar kir

    Şaxa Egîtîm Sena Sêrtê tundiya li ser mamosteyan şermezar kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bakirhan: Bila agirê Newrozê bibe meşaleya aştî û azadiyê

Amed / AW

9 ADAR 2026 - 13:06
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Siyasetmedarên ku beşdarî civîna eşkerekirina deklarasyona Newroza 2026an bûn diyar kirin ku ew dixwazin Newroza îsal bibe Newroza azadiyê û yekîtiya demokratîk a gelê Kurd. Beşdaran bang li gel kir ku îsal jî wek her sal bi ruhê Kawayê Hesinkar li qadan agirê Newrozê geş bikin. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got ku ew dixwazin agirê Newroza îsal bibe meşaleya aştiyê û azadiyê.

Koordînasyona Navendî ya Newrozê li Sumeperparkê ya Amedê bi civînek çapemeniyê deklarasyona Newrozê eşkere kir. Hevserokên Giştî yên Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Hevberdevkê Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Mehmet Kamaç, aktivîstên TJAyê, endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê, nûner û rêveberên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl û gelek welatî beşdarî civîna deklarasyonê bûn.

Beşdar bi bi cil û bergên xwe yên Kurdî beşdarî civînê bûn. Li ser dikê pankarta “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” hate daliqandin. Beriya ku deklerasyon bê eşkerekirin strana Komîna Hûnermendên Wanê bi navê “Newroza Serfiraziyê” hatibû amadekirin hate temaşekirin. Metna Deklarasyonê ya bi Kurmancî ji aliyê aktivîsta TJAyê Fatma Ablay ve hate xwendin. Piştre beşdar axivîn.

Ewilî Hevseroka

‘Newroza 2026an bila bibe Newroza azadiyê û Newroza serkeftinê’

Hevberdevkê Yekîtiya Demokratîk Mehmet Kamaç da zanîn ku çawa Kawayê Hesinkar li dijî zor û zordariyê li ber xwe daye gelê Kurd jî îro bi wê mebestê li ber xwe dide û got: “Belê em careke din di demek dîrokî de pêşwaziya Newrozê dikin. Çima em dibêjin rojeke dîrokî? Heta niha bi rastî me digot, em di demên dîrokî re derbas dibin. Lê belê em vê dawiyê dibêjin, em di rojeke dîrokî re derbas dibin. Wekî Kawayê Hesinkar, bi hezaran sal beriya niha, li hemberî zilm û zordariyê serhildaneke/berxwedaneke bêhempa da û serkeftin û azadî pêk anî. Em dibêjin gelê Kurd bi sedan salan e li hemberî zilm û zordariyê bi rastî jî berdêlên gelekî giran dane. Bi rastî jî têkoşîneke bêhempa didin. Bi rastî jî rastî êrîşên qirkirin û tunekirinê hatine. Em dibêjin Newroza 2026’an, wekî ku hatiye pênasekirin, bila bibe Newroza azadî û yekîtiya demokratîk. Em dibêjin Newroza 2026’an ji bo gelê Kurd bila bibe Newroza azadiyê û Newroza serkeftinê. Bi vê mebestê, em bi vê Newrozê pêşwaziyê dikin.”

‘Mebesta wan a destkeftiyên Kurdan bûn’

Mehmet Kamaç destnîşan kir ku Rojhilata Navîn di rojên dîrokî re derbas dibe û ev tişt anî ziman: “Geşedanên ku rû didin, di heman demê de sedemeke wan jî ew e ku careke din êrîşên qirkirinê li ser Kurdan hene. Me di peyamên xwe yên Newrozê de dît; gelo çi pîlan li ser Kurdan hatin kirin, xwestin Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê bi çi rengî têk bibin. Mebesta wan a serekî hemû destkeftiyên Kurdan bûn, pêşeroja Kurdan bû. Lê gelê Kurd, miletê Kurd li çar perçeyên Kurdistanê û dîasporayê, li kîjan dera dinyayê Kurdek hebe, bi rûhê yekîtiyê rabû pêyan. Em careke din li ser navê Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk we hemûyan bi hurmet û rêzdarî silav dikin û spasiya beşdarbûna we dikin. Bi hêviya rojên azad û bextewar, bimînin di xêr û xweşiyê de.”

Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî axivî û bal kişand ser girîngî û wateya Newrozê.

‘Birêz Abdullah Ocalan ev meşale pêxist’

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî destnîşan kir ku ew di serî de Rehşan û Mazluman bibîr tînin û ew bûne ronahiya gelê Kurd û wiha axivî: “Gelê me di demên dîrokî de derbas dibin, îro li Rojhilata Navîn de gelek tişt diqewimin. Belê, em dibêjin tu xêr hatî Newroz. Tu xêr hatî Newroza agirî. Em dildarê Newrozê ne. Newroz, jibo gelê Kurd berxwedan e, azadî ye. Têkoşîna jiyanê ye. Felsefeya jiyan, jiyan azadiyê ye. Gelê me yê hêja. Cîhan di nav şer de ye. Em dema dinêrin derdora xwe, gerek Kurd bibin yek. Eger Kurd yek bin, ne agirê Newrozê vemirîne, ne ji Kurd têk diçin. Îro rojhilata navîn, hesaba nû hene. Her kes ser Kurdan daxive. Bila her kes bizanibe ku Kurd xwedî dîrok e, dîrokek e, xwedî îrade xurt e. Înşallah, wê azadiya xwe, statuya xwe jî bistîne. Bila ev Newroz bibe Newroza azadiya gelê Kurd u yekîtiya demokratîk. Bila ev Newroz bibe bersiva gelê Kurd. Qada Newrozê, yekîtiya gelê Kurd Ji Amedê heta Hewlêrê, ji Kirmanşahê heta Qamişloyê. Em ê bêjin yekîtî, yekîtî, yekîtî. Em dibêjin dem dema yekîtiya netewiya Kurda ye. Newroz ji me ra dibêje yekîtî hêz e. Belê, îro ev peyam ji çar parçeyan derbas dibe. Agirê Newrozê îsal wê bibe meşaleya aştiyê. Beriya sîh salî, birêz Abdullah Ocalan ev meşale pêxist. Em ê ji îro pê ve meşaleyê geş bikin. Em bang li hemû gelê xwe dikin, werin em agirê Newrozê geş biki. Bi yek dengî, em bêjin azadî, aştî û aramî.”

‘Yekîtî ji bo me girîng e’

Rêveberê Partiya Komunist a Kurdistan (KKP) û parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çîftyurek jî bal kişand li ser yekîtî û piştevaniya gelê Kurd û wiha axivî: “Silavên germ ji vir dişînim her çar perçeyên Kurdistanê, bi taybetî jî ji bo Rojavayê Kurdistanê. Dil û mêjiyê me li Rojava bû, îro jî dilê me li ser Rojava ye. Her Newroz ji bo gelê Kurd girîng e. Lê îsal hê girîngtir e, çima? Li hundir de peyvên ku jê re çareserî tê gotin hene, li derveyî sînor jî şerekî giran heye ku navenda wî derdora Kurdistanê ye. Em baş dizanin ku gelê Kurd piştgiriyê dide vê pêvajoyê. Şer naxwaze, çek naxwaze, armanca wî ew e ku rojek berê aştiyeke mayînde li vî welatî pêk were. Lê belê, divê em careke din baş bizanibin ku referansa gelê Kurd daye pêvajoyê, bêsînor nîne. Gelê Kurd li bende Enqereyê ye û dibêje ku; Birêz Ocalan gav avêt û got bila PKK çek berde. Li qad û kolanan jî gelê Kurd piştgirî dide pêvajoyê, gelo tu çi dikî? Ji ber vê yekê banga me li Enqereyê ew e ku eger tu dixwazî û armanc dikî ku li Tirkiyeyê, li Anatoliyayê û li Kurdistanê aştiyeke mayînde pêk were û çek werin berdan, wê çaxê divê gav werin avêtin. Em bang li gelê xwe dikin yekîtî girîng e. Îro her sê perçeyên Kurdistanê di hiş û mêjiyê wan de ne. Bangewaziya me ji bo gelê me û partiya me ye; em yekîtiya xwe xurt bikin. Em yekîtiya Rojava û Başûr diparêzin. Dewletên dagirker dixwazin ku şik û gumanan bixin nav perçeyên Kurdistanê, nav Rojava û Başûr. Banga me ji bo gelê me ye, li her çar perçeyên Kurdistanê ye û bi taybetî ji bo gelê Amedê ye em Newroza 2026an bi girsayî pêk bînin.”

‘Newroza 2026an bibe wesîleya aramî, aştî, felat û azadiya gelan’

Rêveberê Partiya Azadî Cemal Satî jî anî zima ku di vê roja dîrokî û pîroz de, bi dilgermî û bi ruhê azadiyê, cejna Newrozê li gelê Kurd pîroz dikin û wiha got: “Ez newroza azadiyê li her çar parçeyên Kurdistanê û li her ferdê ku li her derê cîhanê ye, pîroz dikim. Ez hêvî dikim ku Newroza 2026-an bibe wesîleya aramî, aştî, felat û azadiya gelan. Bê guman, gotin û peyamên me gelek in, Bi vî rengî, ez careke din Newroza tevahiya gelê kurd û ya xelkê Amedê pîroz dikim.”

Li dengê Abdullah Ocalan hate guhdarîkirin 

Herî dawî li dengê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di Newrozek berê de axivîbû bi tevî wêneyê wî ve hate guhdarîkirin û temaşkirin û piştî bi dawî bû girse li ser pêyan dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir.

Paşê bername bi dawî bû.

Etîket: NewrozNewroza 2026anNewroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Mûşê banga tevlêbûna Newroza Kopê

Li Mûşê banga tevlêbûna Newroza Kopê

9 ADAR 2026
Hatimogullari: Ev Newroz wê bibe azadiya gelên Rojhilata Navîn

Hatimogullari: Ev Newroz wê bibe azadiya gelên Rojhilata Navîn

9 ADAR 2026
Li Stenbolê deklarasyona Newrozê hate eşkerekirin: Em ji bo wekhevî û azadiyê derdikevin qadên Newrozê

Li Stenbolê deklarasyona Newrozê hate eşkerekirin: Em ji bo wekhevî û azadiyê derdikevin qadên Newrozê

9 ADAR 2026
Li Amedê bi hezaran kes ji bo Rojava daket qadan

Li Stenbolê deklarasyona Newroza 2026an hat eşkerekirin

9 ADAR 2026
Ji 1999an heta 2025an dîmenên Newrozê

Ji 1999an heta 2025an dîmenên Newrozê

9 ADAR 2026
Deklarasyona Newrozê sibê li Amed û Stenbolê tê ragihandin

Navê axaftvan û hunermendên Newroza 2026an diyar bû

9 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Bajar bi bajar Rojhilatê Kurdistanê

    Bajar bi bajar Rojhilatê Kurdistanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji 1999an heta 2025an dîmenên Newrozê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo Newroza 2026an klîba ‘Newroza Serfiraziyê’ hat amadekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Peymana 29ê Çile û perwerdehiya Kurdî: Alî çi dixwazin, heta niha çi bû û astengiya sereke çiye?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Navê axaftvan û hunermendên Newroza 2026an diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Deklarasyona Newroza 2026an: Newroz îradeya yekîtiya demokratîk mezin dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Azadiya Welat bi manşeta ‘Konfederalîzma demokratîk’ derket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Stenbolê deklarasyona Newrozê hate eşkerekirin: Em ji bo wekhevî û azadiyê derdikevin qadên Newrozê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rubin xeterî û şertên tevgera Kurdan a li Îranê nirxand: Dê ji bo rejîmê bibe ‘xelat’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (360)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne