• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
10 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    ‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

    ‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

    Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

    Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

    Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

    Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

    Dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

    Dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurrdistanê diyar bû

    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    Moşekek Îranê li gundekî Amedê ket

    ‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

    ‘Tirkiye baregehên nû li Herêma Kurdistanê ava dike’

    Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

    Li Hewlêrê droneyek kete xwarê

    Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

    Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

    Dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

    Dayika Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bakirhan: Divê mafê hêviyê yê Ocalan bikeve dewrê

Enqere / AW

8 NÎSAN 2025 - 15:29
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di komcivîna partiya xwe de diyar kir ku divê “Mafê hêviyê” yê Abdullah Ocalan bikeve rojevê û got: “Astengiyên li pêşiya aştiya civakî ne bi gotinan, bi gavên wêrek dikarin bên rakirin.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, li Meclisê di civîna koma partiya xwe de geşedanên di rojevê de nirxand. Bakirhan bal kişand ser 8ê Nîsanê Roja Romanan a Cîhanê û got ku ew piştgiriyê didin têkoşîna edalet û azadiyê ya Romanan.

‘Boykot maf e’

Bakirhan bi domdarî bertek nîşanî tundiya polîsan a di çalakiyên protestokirina operasyona li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de da û wiha got: “Lêgerîna tazî li jinan tê ferzkirin. Ev îşkence ye. Her wiha tacîz e. Dev ji vê îşkence û tacîzê berdin. Em ê vê meseleyê bişopînin.” Bakirhan bertek nîşanî girtin û binçavkirinên endamên ESPê jî da û got: “Em bi ESPê re ne. Her sibehê bi hincetên bêbingeh welatî tên binçavkirin. Divê dev ji van berdin. Protesto maf e, boykot maf e. Divê rêzê ji bo vî mafî bigirin.”

Bakirhan ‘parastina’ Erdogan bi bîr xist

Bakirhan gotin ango “parastina” Serokkomar Tayyîp Erdogan ên 27 sal berê bi bîr xist û got: “Gotiye, siyasîkirina hiqûqê û mîna amûrekê bikaranîna darazê ya ji hêla siyasetê ve dê zirarê bide demokrasiyê. Gotiye, demokrasî bêyî hiqûqê nabe. Gotiye, divê demokrasî were xurtkirin û azadî bên zêdekirin. Kirina van gotinan a 27 sal berê baş e lê niha çima girtîgeh hatine tijekirin? Hûn dizanin ku niha li girtîgehan cih nemaye? Ji sedî 130 tije bûne.”

‘Nabe ku pêkanîna aştiyê were li paşxistin’

Bakirhan di berdewamiyê de wiha axivî:

“Em dibêjin ku gotina xwe ya 27 sal berê we kiriye îro bicih bînin. Îro meseleyên lezgîn ên Tirkiyeyê hene. Nabe ku meseleyên demokrasî, edalet, mafên demokratîk û aştiyê bên taloqkirin.

Birêz Ocalan di 27ê Sibatê de bang kir. Bi ser re 40 roj derbas bûn. Di esasê xwe de ev 40 roj in em li ser aştiyê diaxivin. Me di civînan de got ku destpêkeke nû ye. Me hêvî da we. Gelên Kurd û Tirk li dora aştiyê kom bûye. Li qadên Newrozan ev yek hate nîşandan. Kedkar û gelên li wan qadan piştgirî dan banga birêz Ocalan. Çavê dinyayê li gavên dewlet û îktîdarê ye.

Em dixwazin tiştên nû baixivin

Lê di mijara gavavêtinê de zêde giran tevdigerin. Niha sekinî ne. Meseleya herî mezin a Tirkiyeyê tê nîqaşkirin lê sekinî ne. Gelo ma rawestînê ve aştî hatiye ku dera cîhanê? Em dixwazin êdî hin tiştên nû bibihîsin. Ev ne tenê daxwaza DEM Partiyê ye, daxwaza tevahiya civakê ye. Divê mirov ji demokrasiyê netirse, xwedî lê derkeve. Me got ku em ne bi rageşiyê re, bi lihevkirina demokratîk û aştiyê re ne.

Rêveberiya welat, baweriyê nade civakê. Lewma em jî dipirsin, ma mirov ji aştiyê ditirse? Ma mirov ji aştiyê şerm dike? Ma aştî bi sekinînê, bi vehêlandinê dibe? Em van pirsan ji îktîdarê dikin. Heta ku aştî were taloqkirin û sepanên dijdemokratîk ên mîna li Stenbolê hebin dê bawerî çawa ava bibe? Dê Kurd û kedkar çawa jê bawer bin? Hemwelatiya wekhev û azad ma wiha dibe? Ji kerema xwe bila kesek ji îktîdarê bersiva van pirsan bide. Divê êdî dawî li vê rehetî û bêdengiya xwe bînin.

Berdewamkirina tecrîdê nayê qebûlkirin

Pêvajoya aştî û demokratîkbûnê, jidilbûnê dixwaze. Li rexekî qala aştî û çareseriyê tê kirin, li rexa din jî aliyek weke ku pêvajo nebe tevdigere û tecrîdê didomîne. Ev nayê qebûlkirin. Birêz Ocalan ji bo çareseriyeke mayinde dixebite û ev hewldanên wî didomin. Lê li dijî van hewldanan xemxariyek heye ku hem gelê Kurd hem jî her kesên ji çareseriyê bibawer dixe nava fikaran. Em li bendê ne ku îktîdar van hesasiyetan rast fêm bike, rast binirxîne û li gorî wê tevbigere. Hewceye azadiya xebat û ragihandinê ya birêz Ocalan bê misogerkirin. Astengiyên li pêşiya aştiya civakî ne bi gotinan, bi gavên şênber, wêrek û pêbawer dikarin bên rakirin. Gotineke Kurdan heye ku dibêjin ‘Dar bi xweziyê şîn nabe.’ Mezintirîn pirsgirêka vê dewletê jî ev e. Tiştekî dibêje lê pêdiviyên wê bicih nayîne. Hêvîdarim di rojên pêş de van bicih bîne. Em di qonaxeke dîrokî de ne û divê li gorî vê gav bên avêtin.

Pêwîste mafê hêviyê bixin rojevê

Girîng e ku mafê hêviyê bixin rojeva xwe. Birêz Ocalan berpirsyartiyeke ku di dîrokê de nehatiye dîtin li xwe girt. Şert û mercên xebatên yên birêz Ocalan jiyanî ne û divê bên sererastkirin. Divê nêrînên siyasî ji çarçoveya sûc bên derxistin. Divê astengiyên li pêşiya azadiya xwebirêxistinkirinê bên rakirin. Divê ‘Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê’ ku bûye bela serê her kesî bê guherandin. Divê Meclis di vê mijarê de bi lezgînî gavan biavêje. Di salên berê de jî me pêşniyarên pir şênber kirin û îro jî dikarin van pêşniyarên şênber pêşkeş bikin. Komîsyonên me û partî di vê mijarê de xebatên baş dike. Siyaset, îktîdar û rojevên konjonkturel demkî ne. Me gelek dîtin. Ya mayinde gel in, îradeya gel , têkoşîna aştiya birûmet e. Keda ji bo aştiyeke birûmet a mayinde ye.

Divê êdî Tirkiye biryarê bide

Em dibêjin ku werin em vê pergalê bi hev re ava bikin. Em dîsa dibêjin ku em ji bo vê amade ne. Çima divê em eceleyê bikin? Em çima mîna desthilatê rehet nîn in? Çima fikarên me hene? Ez bersiva van pirsan bidim we; ji ber ku gel, kedkar û bindestên li Tirkiyeyê dijîn bila 100 salên din ji dest nedin. Bila aştî bibe. Bila mirov 100 salên din jî ji ber van pirsgirêkan şerê hev nekin. Bila dewlet enerjî û aboriya xwe ji bo tepisandina mafên demokratîk bi kar nayîne. Ji ber ku Tirkiye êdî di dema biryardayînê de ye. Lewma em ecele dikin. Em dixwazin Tirkiye aştî, demokrasî û azadiyan hilbijêre. Lewma fikarên me hene û em eceleyê dikin.”

Etîket: Abdullah OcalanDEM PartîMafê HêviyêTuncer Bakirhan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Deklarasyona Newroza 2026an: Newroz îradeya yekîtiya demokratîk mezin dike

Deklarasyona Newroza 2026an: Newroz îradeya yekîtiya demokratîk mezin dike

9 ADAR 2026
Jinên Amedê: Fikrên birêz Ocalan asoya jinan fireh dike û ji bo jinan dibe hêz

Jinên Amedê: Fikrên birêz Ocalan asoya jinan fireh dike û ji bo jinan dibe hêz

9 ADAR 2026
Hejmara nû ya kovara Ozgur Halkê bi naverokek dagirtî derket

Hejmara nû ya kovara Ozgur Halkê bi naverokek dagirtî derket

8 ADAR 2026
Ji Abdullah Ocalan hişyariyên ji bo Îranê: Şer dê mezin bibe, divê Kurd parastina xwe bikin

Pêşniyara Abdullah Ocalan bo Îranê: An demokratîkbûn an parçebûn

8 ADAR 2026
Li Manisayê ‘Sifreya piştevaniya jinan’ hat danîn

Li Manisayê ‘Sifreya piştevaniya jinan’ hat danîn

7 ADAR 2026
Abdullah Ocalan: Kirdeya avakar a civakê jin e

Abdullah Ocalan: Kirdeya avakar a civakê jin e

6 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Bajar bi bajar Rojhilatê Kurdistanê

    Bajar bi bajar Rojhilatê Kurdistanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji 1999an heta 2025an dîmenên Newrozê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo Newroza 2026an klîba ‘Newroza Serfiraziyê’ hat amadekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Peymana 29ê Çile û perwerdehiya Kurdî: Alî çi dixwazin, heta niha çi bû û astengiya sereke çiye?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Navê axaftvan û hunermendên Newroza 2026an diyar bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Deklarasyona Newroza 2026an: Newroz îradeya yekîtiya demokratîk mezin dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Azadiya Welat bi manşeta ‘Konfederalîzma demokratîk’ derket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Stenbolê deklarasyona Newrozê hate eşkerekirin: Em ji bo wekhevî û azadiyê derdikevin qadên Newrozê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rubin xeterî û şertên tevgera Kurdan a li Îranê nirxand: Dê ji bo rejîmê bibe ‘xelat’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (365)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne