Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li ser gora qurbaniyên Komkujiya Roboskî axivî û diyar kir ku bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk hatiyê û got: “Em hêvî dikin ev hevdîtin bibe sedema pêvajoyeke nû. Heke pêvajoyeke nû wê dest pê bike divê di serî de Komkujiya Roboskî were ronîkirin û faîl werin cezakirin.”
Qurbaniyên Komkujiya Roboskî di salvegera 13emîn li ser gorên xwe li gundê Roboskî hatin bibîranîn. Malbatên qurbaniyan serê sibehê zû çûn ser gorên zarokên xwe û qurbaniyên xwe bi bîr anîn.
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, gelek rêveber û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl û gelek kes tev li bîranînê bûn.
Malbatan wêneyên qurbaniyan hilgirtin û li ser goristanê ji bo pêşwazî û bixêrhatina beşdaran rêz bûn. Şandeya DBPê û DEM Partiyê bi girseyî hatin goristanê û malbat ew pêşwazî kirin. Ciwanan pankarta bi nivîsa “Hêviya me hebû li ser van ax û zinaran bombe barandin ser zarokên Kurdan” vekirin û bi berzkirina dirûşmeya “Roj wê bê û wê kujer hesab bidin” hatin ser goristanê. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa “Komkujiya Roboskî di sala 13an de li benda edaletê ye” hat hilgirtin. Her wiha girseyê dowîzên, “Roboskî xwîna Kurdistanê ya ku her diherike ye” “Ji bîrkirin xiyanet e”, “Li gundê Roboskî balafîran mirin barandin” hildan. Bernameya bîranînê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
‘Kujer nehatin cezakirin’
Ewilî Serokê Baroya Şirnexê Abdullah Findik axivî û diyar kir ku tevî 13 sal derbas bûne jî edalet pêk nehatiye û got ku helbet rojeke kujer wê hesab bidin.
Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç jî axivî û bi bîr xist ku 34 welatiyên Kurd bi bombebaranê hatin kuştin û ew ê jî heta dawiyê doza Roboskî bişopînin.
Sekretera Giştî ya KESKê Sevgî Yılmaz, Serokê EMEPê Seyît Aslan û ji EHPê Senem Kural û ji CHPê Levent Gok axivîn û qurbanî bi bîr anîn.
Li ser navê dayikên Roboskî Halîme Encu axivî û anî ziman ku 13 sal in kujer nehatine cezakirin û got: “Çi sûcê zarokên me hebû hey zalimno, hey kujerno. Em dibêjin êdî bila edalet bê. Êdî em komkujiyan naxwazin û bes e. Parçeyên zarokên me ji bîra me naçe.”
‘Komkujiyên li ser Kurdan rewa dikin’
Piştre jî Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayındir axivî. Keskîn Bayındir anî ziman ku doza edaletê ya Roboskî ya hemû Kurdistanê ye û wiha got: “Sed sal e li dijî gelê Kurd komkujiyên weke Roboskî pêk hatine. Niha jî dixwazin komkujiyên nû bikin. Heta niha kujerek ku komkujiyan pêk anîne nehatine cezakirin. Di qanûnên dewletê de sûcên li dijî gelê Kurd tên rewakirin û parastin. Mijara Roboskî û komkujiyên li ser erdnîgariyê Kurdistanê hemû hatin rewakirin. Heta li vî welatî azadî pêk were em ê li pey doza azadiyê bin. Hûn sînoran jî deynin, lê welatê me yek e. Kurd bi hezaran salan e bi ziman û çanda xwe dijîn. Yên terorîst ne em in yên ku terorê dike ew kesên ku komkujiyê dikin e. Niha jî ji bo Rojava dibêjin li pişt sînor ‘terorîst’ hene û li wir Kurdan qetil dikin. Heta edalet pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
‘Pêvajo bi cezakirina kujeran dikare were destpêkirin’
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî destnîşan kir ku heke pêvajoyek dest pê bike divê di destpêke de kujerên Roboskî bên cezakirin û wiha axivî: “Kujerên Roboskî diyar in. Heta kujer bên cezakirin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Pirsgirêk bi komkujî û bê cezakirinê nayên çareserkirin. Bi tunehesibandinê Roboskî tune nabe. Li vir dayikên me tên ser gora zarokên xwe û bi wêneyên zarokên xwe banga edaletê dikin. Niha hevalên me li Girava Îmraliyê bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinê dikin. Divê deriyên Îmraliyê bi temamî bên vekirin. Em hêvî dikin ku ev hevdîtin bibe sedema pêvajoyeke nû. Em hêvî dikin ji Roboskiyê re jî edalet pêk were. Heke pêvajoyeke nû wê dest pê bike divê di serî de faîlen komkujiya Roboskî û hemû komkujiyan bên cezakirin. Her wiha divê êrişên li ser Rojava jî demildest werin rawestandin. Her bombeyên li Rojava dikevin di heman demê de li dilê dayikên Roboskî dikeve. Em soz didin dayikan, em ê li pey doza Roboskî bin. Malbatên Roboskî ne bi tenê ne. Heta faîl bên cezakirin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”