Navenda Ragihandina HSDê daxuyand ku balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê beriya çend kêliyan Çiyayê Kizwan ê başûrê Hesekê bombebaran kir.
Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) daxuyand ku balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê beriya çend kêliyan Çiyayê Kizwan ê başûrê bajarê Hesekê bombebaran kirin.
Navendê aşkere kir ku di heman demê de hêzên HSDê li eniya gundê Alya yê bajarê Til Temirê bersiva êrişa çeteyên HTŞ û SMOyê da, zirarên mezin gihandin çeteyan û cebilxaneya wan.













