Artêşa Tirkiyeyê ji bargeha xwe ya li gundê Hoşeriyê, derdora bendava Tişrînê û gundê Bîr Hiso topbaran dike. Li aliyê din balafira şer a Tirkiyeyê li bajaroka Dêr Hafirê kargeha şekir bombe kir.
Li gorî çavkaniyên herêmê Artêşa Tirk, ji bargeha xwe ya li gundê Hoşeriyê derdora bendava Tişrînê û gundê Bîr Hiso topbaran dike. Li aliyêdin li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHAyê ji herêmê ragihandine, balafireke bê mirov û bi çek a Tirkiyeyê li bajaroka Dêr Hafir a li rojavayê bajarê Tebqayê kargeha şekirê bombebaran kir. Di encama êrişê de li kargehê ziyana madî çêbû.