Balafirên şer ên Amerîka û Îsraîlê navenda polîsan ya bajarê Ûrmiye bombebaran kir. Li Hemedanê jî cihek hate bombebarankirin.
Êrişên Amerîka û Îsraîl yên li dijî rejîma Îranê pêl bi pêl didomin. Li gorî agahî û dîmenên hatine belavkirin, balafirên şer navenda polîsan ya bajarê Ûrmiyeyê bombebaran kirin. Hat ragihandin di encama bombebaranê de navenda polîsan hilweşiyaye û hin avahiyên welatiyên nêzî navenda polîsan ziyanê dît.
Her wiha hat zanîn ku balafirên şer li devera Qasimabadî ya li Hemedanê jî êriş pêkanîne. Heta niha nayê zanîn cihê hatî bombebarankirin de çi hebûye. Lê dukelek mezin ji deverê bilind dibe.
Li aliyê din hat ragihandin ku balafirên şer baregeha fermandariya polîsan a Gîlan ya dikeve bakurê Îranê jî bombebaran kirine. Lê ziyanên êrişê nehatine zanîn.













