Balefirên şer ên bêmirov ên Tirkiyeyê li Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşî 2 wesayîtan kir. Di êrîşa hewayî de 3 kes mirin û 5 kes birîndar bûn.
Balafirên şer ên Tirkiyeyê di saetên sibehê de li Kantona Cizîrê li ser rêya di navbera Hesekê û Tilberak de 2 wesayîtên sivîlan bombebaran kir. Di êrîşê de 3 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn. Tê payîn ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî êrîşê daxuyanî bide.