Platforma Saziyên Demokratîk dê di 4ê Çile de li Qada Îstasyonê ya Amedê mîtînga “Hêvî û Azadiyê” pêk bîne. Beriya mîtîngê li tax û navçeyan belavok têne belavkirin û banga tevlêbûna mîtîngê tê kirin.
Ji mîtînga Hêvî û Azadiyê re ku di 4ê Çile de li Qada Îstasyonê ya Amedê bê lidarxistin hefteyek ma. Nûnerên saziyên sivîl, rêxistinên demokratîk û partiyên siyasî ji bo tevlêbûna mîtêingê belavokan belav dikin û bang li welatiyan dikin ku di 4ê çile de bi girseyî beşdarî mîtîngê bibin. Nûnerên sazî û rêxistinên civakî li aliyekî belavokan belav dikin, li aliyê din bang li gel dikin ku bi griseyî beşdarî mîtîngê bibin. Xebatên banga mîtîngê li bajarên wekî Amed, Wan, Dîlok, Riha, Mêrdîn, Êlih, Şirnex, Colemêrg, Semsûr, Mûşê bang tê kirin.
Bernameya Mîtîngê
Mîtîng dê li Qada Îstasyonê ya Amedê saet di 12.00an de bê li darxistin. Dê Veysî Aktaş û Çetîn Arkaş ku 30 salan li girtîgehê mane û demekê li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mane beşdarî mîtîngê bibin. Dîsa siyasetmedar Leyla Zana, Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê beşdarî mîtîngê bibin û axaftinan bikin.













