• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
18 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li navçeyên Stenbolê Newroz: Bijî Serok Apo

    Li navçeyên Stenbolê Newroz: Bijî Serok Apo

    KASEDê bi nasandina cil û bergên Kurdî Newroz pîroz kir

    KASEDê bi nasandina cil û bergên Kurdî Newroz pîroz kir

    Mazlûm Ebdî û nûnerê hikûmeta demkî civiyan

    Mazlûm Ebdî û nûnerê hikûmeta demkî civiyan

    Hunermend Emînê Erbanî jiyana xwe ji dest da

    Hunermend Emînê Erbanî jiyana xwe ji dest da

    Rêveberiya Xweser efûya giştî derxist

    Rêveberiya Xweser efûya giştî derxist

    Endamên Koma Agirê Jiyan serdana saziyan kirin

    Endamên Koma Agirê Jiyan serdana saziyan kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li navçeyên Stenbolê Newroz: Bijî Serok Apo

    Li navçeyên Stenbolê Newroz: Bijî Serok Apo

    KASEDê bi nasandina cil û bergên Kurdî Newroz pîroz kir

    KASEDê bi nasandina cil û bergên Kurdî Newroz pîroz kir

    Mazlûm Ebdî û nûnerê hikûmeta demkî civiyan

    Mazlûm Ebdî û nûnerê hikûmeta demkî civiyan

    Hunermend Emînê Erbanî jiyana xwe ji dest da

    Hunermend Emînê Erbanî jiyana xwe ji dest da

    Rêveberiya Xweser efûya giştî derxist

    Rêveberiya Xweser efûya giştî derxist

    Endamên Koma Agirê Jiyan serdana saziyan kirin

    Endamên Koma Agirê Jiyan serdana saziyan kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Banga tevlibûna Roja Rojava ya Cîhanê: Divê em li ser pêyan bin

Stenbol / AW

31 ÇILE 2026 - 09:04
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rêveberê Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê Çetîn Yilmaz û Hevberdevka Stenbolê Dîdem Yilmaz bal kişandin ser êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê û bang li her kesî kirin ku tev li meşa Roja Rojava a Cîhanê bibin.

Berxwedana gelê Kurd û dostên wan ên li derdora Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê berdewam dike. Li ser banga banga zêdeyî 30 sazî dezgehên Kurdistanî û dostên wan dê 1ê Sibatê wekî Roja Rojava a Cîhanê hate ragihandin. Sibê dê li çar perçeyên Kurdistanê û cîhanê gel ji bo Rojava dakevin qadan. Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), DEM Partî û Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo piştgiriya berxwedana Rojava û 1ê Sibatê Roja Rojava ya Cîhanê dê li navçeya Qada Îskeleyê ya Kadikoyê saet 15.00an de meşek li dar bixe. Dê gel di saet 15.00an de li pêşiya Peykera Bogayê kom bibe û heta Qada Îskeleyê bimeşê.

‘Em dixwazên demildest ev şer bê rawestandin’

Rêveberê DEM Partiyê yê Stenbolê Çetîn Yilmaz û Hevberdevka Stenbolê Dîdem Yilmaz bang li gelê Kurd û dostên wan kirin ku bi rihê seferberiyê tev li meş û mitîngê bibin. Çetîn Yilmaz bi bîr xist ku ji 6ê Çileyê ve êrişêk li ser Rojava heye û wiha axivî: “Îro li rojavayê Kurdistanê dorpêçek heye û bi vê tê xwestin ku hemû deskeftiyên Kurdan tune bikin. Li Rojava şerekî dijwar diqewime, gelê sivîl di şerde gelek zor û zehmetiyê dibîne. Ligel hemû zor û zehmetiyan jî li ber xwe didin. Kehrebe, înternet û sotemenî nemaye. Zarok ji sermayê dimirin. Em dê daxwaza rawestandina şer û vekirina korîdora mirovahî bikin. Ji Stenbolê em dê bang bikin ku dewleta Tirk û dewletên hegemon ji dev vê polîtîkayên ku li dijî gelê Kurd in berdin. Di pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de êrişên li ser Rojava komplo ne.”

‘Divê gelê Kurd li ser piyan be’

Çetîn Yilmaz destnîşan kir ku ew bang li tevahî gelan dikin ku tev li meşê bibin û ev tişt anî ziman: “Gelê Kurd li Rojava bi taybet jî li Kobaniyê rûmeta tevahî mirovahiyê parast. Gelê Kurd rê neda ku çeteyên hov ên DAIŞê xwîna mirovahiyê birijînin û peşî li tarîtiya DAIŞê girt. Îro dîsa heman zîhniyeta tarî bi navên cuda êrişî gelê Kurd dike. Me Kobanî parast, Kobanî bi vê berxwedanê bû Vîetnama Rojhilata Navîn. Divê gelê Kurd li qadan li ser piyan be. Me heta niha hemû deskeftiyên xwe bi berxwedanê bi dest xistine. Divê hemû cîhan bibîne ku careke din Kurd û dostên wan û şoreşgerên enternasyonal çawa li ber xwe didin.”

‘Em dê li Stenbolê dengê xwe bilind dikin’

Dîdem Yilmaz jî anî ziman ku ji bo şerê li Rojava rawestînin ew meşekê li dar dixin û wiha got: “Hêzên emperyalist li Rojhilata Navîn projeyên nû li gelê Kurd re ferz dikin. Ji bo qeyrana jiyanî ji holê rabe divê korîdorên jiyanê bên vekirin. Em wekî HDKê li dijî van dê li Stenbolê dengê xwe bilind bikin. Di roja yekşemê saet 15.00an de li Kadikoyê tên gel hev. Deng bidin dengê gelan.” Yilmaz bang li her kesê kir ku tev li vê meş û mitîngê bibe.

Etîket: 1ê Sibatê Roja Rojava ya CîhanêDEM PartîHDK.KurditstanmesRoja Rojava ya CîhanêStenbolTevgera Jinên Azad (TJA)
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li navçeyên Stenbolê Newroz: Bijî Serok Apo

Li navçeyên Stenbolê Newroz: Bijî Serok Apo

18 ADAR 2026
DEM Partî: Vera krîzanê mîyanneteweyî vengdayîşê 27ê sibate rayîrêko newe akerd

Bernameya DEM Partiyê ya serdanên Cejna Remazanê diyar bû

18 ADAR 2026
Li Stenbolê amadekariyên Newrozê: Hedef milyonek kes e

Li Stenbolê amadekariyên Newrozê: Hedef milyonek kes e

18 ADAR 2026
Li 5 navçeyên Stenbolê Newroz hate pîrozkirin

Li 5 navçeyên Stenbolê Newroz hate pîrozkirin

17 ADAR 2026
DEM Partî çû gundên Qilebanê yên lehî lê rabû

DEM Partî çû gundên Qilebanê yên lehî lê rabû

16 ADAR 2026
Li her derê Stenbolê agirê Newrozê geş dibe

Li her derê Stenbolê agirê Newrozê geş dibe

15 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Koma Agirê Jiyan: Werin em bi ruhê Newroza azadiyê stranên xwe bibêjin

    Koma Agirê Jiyan: Werin em bi ruhê Newroza azadiyê stranên xwe bibêjin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Peyama Abdullah Ocalan dê li Newroza Amedê bê xwendin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cudahî û hemaniyên Newrozên Kurdistanê: Li Rojhilat dîrok û çand e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Keskîn Bayindir: Em di qonaxa azadiya birêz Ocalan de ne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Gundî pirr ji rojnamegeriyê hez dikir û xwedî seknek şoreşger bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi kareografiya Mazlûm Dogan Newroz pîroz kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welatiyên Geverê: Bila Newroz bibe wesîleya azadî û serketinê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 18ê ADARA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Wanê seferberiya Newrozê: Ev Newroz dê bibe Newroza azadiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (698)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne