• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
17 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    KNKê, Zaxospor û alîgirên wê pîroz kir

    KNKê, Zaxospor û alîgirên wê pîroz kir

    Met, dayîk, pîr, hozan, reng û dengê Qoçgiriyê koça dawî kir

    Met, dayîk, pîr, hozan, reng û dengê Qoçgiriyê koça dawî kir

    Guleç: Divê yasayên entegrasyona demokratîk bên çêkirin

    Guleç: Divê yasayên entegrasyona demokratîk bên çêkirin

    Ruhê azadiyê mîna ku di kadraja Nazim de tê nîşandan hîn zindî ye

    Ruhê azadiyê mîna ku di kadraja Nazim de tê nîşandan hîn zindî ye

    ROJEVA 15ê KANÛNA 2025an

    ROJEV 17ê KANÛNA 2025an

    Dengbêj Eliyê Qerejdaxî koça dawî kir

    Dengbêj Eliyê Qerejdaxî koça dawî kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    KNKê, Zaxospor û alîgirên wê pîroz kir

    KNKê, Zaxospor û alîgirên wê pîroz kir

    Met, dayîk, pîr, hozan, reng û dengê Qoçgiriyê koça dawî kir

    Met, dayîk, pîr, hozan, reng û dengê Qoçgiriyê koça dawî kir

    Guleç: Divê yasayên entegrasyona demokratîk bên çêkirin

    Guleç: Divê yasayên entegrasyona demokratîk bên çêkirin

    Ruhê azadiyê mîna ku di kadraja Nazim de tê nîşandan hîn zindî ye

    Ruhê azadiyê mîna ku di kadraja Nazim de tê nîşandan hîn zindî ye

    ROJEVA 15ê KANÛNA 2025an

    ROJEV 17ê KANÛNA 2025an

    Dengbêj Eliyê Qerejdaxî koça dawî kir

    Dengbêj Eliyê Qerejdaxî koça dawî kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Herêma Kurdistanê krîza avakirina hikûmetê: PDK û YNK li hev nakin hilbijartin bêwate dibin

Ertuş Berçelan / AW

17 KANÛN 2025 - 08:13
Kategorî: ANALÎZ, MANŞET
A A
Navenda Nûçeyan – Hevdîtinên avakirna Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel ku salek di ser hilbijartinan re derbasbûye jî hêj pêk nehat. Li aliyekê bazariya PDK û YNKê ya li ser postan kûr dibe û li aliyê din bi boneya hikûmeta nayê avakirin rexneyên gel, civaka sivîl û derveyî zêde dibin. Analîstên siyasî jî diyar dikin ku avanebûna hikûmetê hilbijartinên Herêma Kurdistanê vala derdixin û ev yek bandorek neyînî li ser gelê Kurd, meşrûiyet û îtibara hilbijartinan dike.

Li Herêma Federal a Kurdistanê ligel ku di ser hilbijartina 20ê Kanûna 2024an pêk hat de salek derbas bû, hêj hikûmet nehatiye avakirin. Rayeyên hikûmetê ev salek ji hêla hikûmeta berê ve bi awayek derzagonî tên bikar anîn. Ev rewş hem gengaşiya di navbera hizban de zêde dike û hem jî ji hêla hêzên derveyî ve wekî tunebûna demokrasiyê û meyên otoroteriyê tên nirxandin û rexne kirin. Ev rewş hilbijartinan tîne asta formalîteyê, îtîbar û meşrûiyetê Herêma Kurdistanê ji binî ve dihejîne. Li gorî çavkaniyên siyaseta Başûr bi nêz ve dişopînin avanebûna hikûmetê gelek tiştan bi Başûrê Kurdistanê dide windakirin. Çavkaniyan li cihek wekî Rojhilata Navîn bi îktidarên otorîter û despotîk tên bi rêvebirin, Herêma Kurdistanê dikarî bibe modela demokrasiyê û ji cîhanê zêdetir piştgirî bigirta. Lê ligel pêk hatine hilbijartinan jî îktidar dest na guherîne û pêdiviyên vê bi cih nayên.

Di hilbijartina 20ê Kanûna 2024an de PDKê 39 parlementer bi dest xistin û bû partiya yekemîn. Rikeberê PDKê yê herê bi hêz YNKê jî di hilbijartinê de 23 sendelye, Neweyê Nû 15 Yekgirtû 7, Komeleyê Îslamî 7 parlementer bi dest xistin. Parlementerên din jî ji bo Halwest, Baray Gal, Goran û partiyên din ên biçûk çûn. Li parlementoya ji 100 sendelyeyan pêk tê tu partiyan hêza ku bi serê xwe hikûmetê ava bike, bi dest nexist. Gelê Başûr navnîşana koalîsyonê danî pêşiya partiyan. Ji bo avakirina hikûmetê pêwistî bi 51 parlementeran heye. Bi vê boneyê ji bo avakirina hikûmetê bijarteka herî guncav koalîsyona PDK û YNKê ye. Ji ber ku Başûr di aliyê leşkerî û îdarî de di navbera van her du partiyan de parvebû ye, dema yek di nav hikûmetê de cih negire, hikûmet nikare li ser nîviya axa Başûr serwer bibe û îcraatê bike.

Xeyalên gel cardin vala derxistin

Mijara avanekirina hikûmetê û formalîtebûna hilbijartinan di dema hilbijartina borî de berfireh hate nîqaşkirin û rexne kirin. Li ser van rexneyan di pêvajoya hilbijartinê de PDKê kêmasiya xwe qebûl kir û soza helwestek çêker da. Ji ber vê sozê çav li rê bû ku vê carê hikûmet zûtir bê avakirin. Bes vê carê jî hem gelê Başûr hem jî tevahiya Kurdistanê xeyal şikestî bû. Pratîka heyî cardin dubare bû û ligel di ser hilbijartinê de ji salekê zêde dem derbasbûye jî hêj pêşketinek nîne. Pêknehatine partiyan li aliyekê ev demek e hevdîtin vedigerin rageşî û krîzek nû. Pirsgirêkên gel ên aborî, civakî û xizmetgûzariyê di bin van rojevan de winda dibin.

Hevdîtinên avakirina hikûmetê zelal nameşin

Ji ber ku bûye partiya yekemîn mafê ewil ê avakirina hikûmetê mafê PDKê ye. Bi vê boneyê piştî hilbijartinê di navbera PDK û YNKê de hevdîtinên avakirina hikûmetê destpêkirin. Bi mehane her du alî tên gel hev û mûzakereyan dikin. Lê ji ber ku ev hevdîtin bi awayek zelal nayên meşandin, kîjan alî çi dixwaze ji hêla gel ve nayên zanîn. Car caran her du alî bi riya çapemeniyê helwesta hev rexne dikin. Ev hevdîtin ji ber ku partiyên biçûk jî tev li vê pêvajoyê nayên kirin, bi tundî tên rexnekirin. Hevdîtin wekî bazariya li ser parvekirina wezaretan û postên hikûmetê tê meşandin. Ev yek jî bi xwe re çandek mûzakereyê, têkiliyên demokratîk û li hevkirinek nûjen naîne. Ev helwest û têgihiştin wekî hêmana herî sereke a hundirê hilbijartinan vala dike, tê dîtin.

PDK naxwaze Serokatiya Herêmê û Serokwezîrtiye parve bike

Li gorî çavkaniyên nêzî her du partiyan sernavên mizakereyan li gorî berê tevlihevtir dimeşin. Her wiha çavkaniyan anî ziman ku bêbaweriya di navbera partiyan de astenga herî mezin e û ev agahî dan: “Di hevdîtinan de mûzakere li ser 5 sernavan tên meşandin. A yekemîn Serokatiya Herêmê û Serokwezîrtiya Herêmê ye. PDK dixwaze di rêvebirina herêmê de hêz di destê xwe de bigire. Li hemberî vê yekê YNK dixwaze zêdetir di mekanîzmayên biryardayînê de cih bigire. Heta niha PDK nêzîk parvekirina Serokê Herêmê û Serokwezîrtiyê nebûye.”

Her du alî jî Wezareta Petrolê û Karên Hundir dixwaze

Li gorî agahiyan sernavek din ê herî girîng ê mûzakereyan ku her du alî jî li ser israr dikin Wezareta Maliye û Çavkaniyen Xwezayî û Wezareta Karên Hundir e. Bi taybetî di aliyê hatiniya petrolê, revebirina çavkaniyên ji vir tê û xerckirinê de hem bêbawerî û hem jî cudahî berdewam dike. YNK dixwaze ev hatinî û xerckirinê Wezareta Maliye û Çavkaniyên Xwezayî bi awayek zelal bên meşandin. Tê payîn ku ev wezareta di navbera herdu partiyan de bê parvekirin lê heta niha zelalbûnek derneketiye holê.

Yekîtiya hêzên Pêşmerge li ser maseyê ye lê pêşketine nîne

Sernava di asta sêyemîn de jî Reforma Hêzên Pêşmerge û Ewlehiyê ye. Komkirina hêzên Pêşmergeyan ev demek dirêj de di rojevê de ye. Bi taybetî hêzên Ewropayî yên wekî Almanya, Ingilîstan, Fransa û Amerîkayê dixwazin Pêşmerge bibin yek. Ev yek gelek caran wekî şert danîn pêşiya Hikûmeta Başûr û heta gefa, “Ku Pêşmerge nebin yek dê alîkariyên aborî bên birîn” kirin. YNK di vî warî de israr dike lê PDK dixwaze dengeyekê ava bike. Çavkaniyan anî ziman ku her çiqas ev sernav ji bo her du partiyan di riya sêyemîn de be jî ji bo pêşeroja Herêma Kurdistanê û berdewamkirina piştgiriya hêzên derviyî sernava herî girîng e. Çavkaniyan anî ziman ku li ser vê sernavê partî li hev bikin jî di pratîkê de pêk hatina wê xala herî zehmet e.

Li ser têkiliyên bi Bexdayê re û mijara miaşan jî li holê maye

Mijarek din hem bi Bexdayê re sedema qeyranê miaşên karmendan û bûtçeya Herêma Kurdistanê û girêdayî vê yekê jî firotina petrolê ye. Ev wekî sernava çaremîn xewdî girîngiyek mezin e. Ji ber ku di nav partiyên Herêma Kurdistanê de yek dengî tune ye, Bexda bi salan re bûçteya herêmê ji sedî 17yê bûtçeya Iraqê heta ji sedî 13an daxist. Ligel daxistina bûçteyê jî bi hinceta bêyî destûra Hikûmeta Navendî bazirganiya petrolê bi Tirkiyeyê re têkirin bi mehan bûtçeyê nade. Li hevkirina pîvanên bi Bexdayê re, yek helwestî û hemfikirî xalek qirîtîke ji bo Herêma Kurdistanê. Lê di vê mijarê de jî her du partî wekî hev nafikirin. PDK bi boneya YNK di vî warî de bêhelwest mayînê tewanbar dike û YNK jî bi boneya ku PDK bûtçeya herêmê bêyî destûra Parlementoya Kurdistanê xerc dike, hatiniya petrola difiroşe Tirkiyeyê tev li bûtçeyê nake û hesaba xerckirina van hatiniyan nade rexne dike.

Partiyên din di pozîsyona rexneyê de ne

Neweyê Nû ku ev demek e li Başûrê Kurdistanê mezin dibe û partiyên din jî niha li derveyî vê pêvajoyê mane. Ev parti wekî mihalefetê di pozîsyona rexnekirinê de ne. Piranî bi boneya gendêlî û rişwetê îktidarê sûcdar dikin û dixwazin hemû kar û barê herêmê li Parlementoyê bê nîqaşkirin, meşandin û venêrandin. Lê kenaeta giştî ew e ku PDK dixwaze hêza îcrayê û çavkaniyan bi tevahî di destê xwe de bigire, YNK jî dixwaze parvekirinek bi dengetir pêk bê. Ev yek jî wekî, “Ev hevdîtin dê hêj gelek berdewam bikin û heta hilbijartina bê dê hikûmet ava nebe” tê rexnekirin.

PDK hind postan nîqaş nake

Çavkaniyek pêvajoyê bi nêz ve dişopîne destnîşan kir ku PDKê teqez kiriye ku Serokatiya Herêmê û Serokwezirtiyê nake mijara nîqaşê. Bes cîgirê van herdu postan pêşniyarî YNKê kiriye. Her wiha wezareta Maliye û Çavkaniyên Xwezayî û Wezareta Karên Hundir de jî israr dike. Li gorî agahiyên çavkanî dayîn Serokatiya Parlementoya Herêma Kurdistanê pêşniyarî YNKê hatiye kirin. Her wiha wezaret û sernavên din jî mijarên nîqaşê ne. Hate zanîn ku YNK jî li hemberî Serokatiya Herêmê û Serokwezîriyê wezaretên Maliye û Karên Hundir de israr dike. PDK bi israr e ku Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî wezîfeyên xwe bidomînin û Kubat û YNKyiyek din jî bibin alîkarên hur du pismaman. Çavkanî destnîşan dikin ku bijarteka niha nêzîk qebûlkirinê ye PDK dê Wezareta Karên Hundir û Wezareta Petrolê (Çavkaniyên Xwezayî); YNK jî dê Wezareta Pêşmerge û Maliyeyê bigire.

Rageşiya mûzakereyan û Hikûmeta Iraqê

Rewşa hevdîtinan û peyrana li ser van mijaran tê jiyîn hindî diçe li ser têkiliyên pratikî jî bandorê dike. Di demê dawî de cardin di navbera her du partiyan de tedbîrên asayîşî derketin holê. PDKê çend roj berê destûr neda ku Endamê Konseya Serokatiya YNKê Luqman Wardî bikev Hewlêrê. Li ser vê yekê YNKê jî komek Pêşmergeyên girêdayî PDKê asteng kirin û destûr neda bikevin herêmên di bin kontrola wê de. Li gorî çavkaniyan bazariya postên Hikûmeta Iraqê jî ketine nav kar û vê yekê pêvajo tevlihevtir kiriye. Li vir jî di navbera her du partiyan li ser Serokomariya Iraqê, Wezareta Karên Derve ya Iraqê ku li gorî teamûlan didin kurdan jî heman gengaşî û bazarî didomin.

 

 

 

 

 

Etîket: Herêma KurdistanêPDKYNK
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Rageşiya di navbera PDK û YNKê de zêde dibe

Rageşiya di navbera PDK û YNKê de zêde dibe

15 KANÛN 2025
Nûnerên partiyên Kurdistanî: Em ji bo Kongreya Neteweyî amade ne

Nûnerên partiyên Kurdistanî: Em ji bo Kongreya Neteweyî amade ne

9 KANÛN 2025
Nêçîrvan Barzanî: Destxweşiyê li Serok Ocalan dikim

Nêçîrvan Barzanî: Destxweşiyê li Serok Ocalan dikim

6 KANÛN 2025
Ji Başûrê Kurdistanê gelek kes beşdarî Konferansa Navneteweyî dibin

Ji Başûrê Kurdistanê gelek kes beşdarî Konferansa Navneteweyî dibin

4 KANÛN 2025
PDK dixwaze li Lacanê çi bike?

PDK dixwaze li Lacanê çi bike?

3 KANÛN 2025
Nûnerên Trump li ser rêya Bexdayê ne: Operasyona li dijî Haşdî Şabî kengî ye?

Nûnerên Trump li ser rêya Bexdayê ne: Operasyona li dijî Haşdî Şabî kengî ye?

2 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • KANÛN 2025 (310)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne