• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
24 ÇILE 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Ewropa bi sed hezaran bersiv da banga seferberiya neteweyî

    Li Ewropa bi sed hezaran bersiv da banga seferberiya neteweyî

    Li Îzmîrê dema binçavkirina 6 kesan hate dirêjkirin

    Li Îzmîrê dema binçavkirina 6 kesan hate dirêjkirin

    Polîsan li parlamenter Celal Firat da

    Polîsan li parlamenter Celal Firat da

    HSD: Duh 9 çete hatin kuştin

    HSD: Di êrişa dronî de 2 şervanên me birîndar bûn

    Li Almanyayê piştgirî vegeriya raperînê: Bi deh hezaran kes daketin qadan

    Li Almanyayê piştgirî vegeriya raperînê: Bi deh hezaran kes daketin qadan

    Nûçegihanê MAyê hate binçavkirin

    Nûçegihanê MAyê hate binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Ewropa bi sed hezaran bersiv da banga seferberiya neteweyî

    Li Ewropa bi sed hezaran bersiv da banga seferberiya neteweyî

    Li Îzmîrê dema binçavkirina 6 kesan hate dirêjkirin

    Li Îzmîrê dema binçavkirina 6 kesan hate dirêjkirin

    Polîsan li parlamenter Celal Firat da

    Polîsan li parlamenter Celal Firat da

    HSD: Duh 9 çete hatin kuştin

    HSD: Di êrişa dronî de 2 şervanên me birîndar bûn

    Li Almanyayê piştgirî vegeriya raperînê: Bi deh hezaran kes daketin qadan

    Li Almanyayê piştgirî vegeriya raperînê: Bi deh hezaran kes daketin qadan

    Nûçegihanê MAyê hate binçavkirin

    Nûçegihanê MAyê hate binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Başûr pişta Rojava bernade

Navenda Nûçeyan / AW

24 ÇILE 2026 - 17:06
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li Başûrê Kurdistanê gelê Kurd ji bo piştgiriya berxwedcana Rojava li ser pêyan e. Îro jî bi sed hezaran kes daketin qadan û piştgiriya destkeftî û berxwedana Rojava kirin.

Xelkê Silêmanî ranaweste û bi şev û roj ji bo Rojavayê Kurdistanê li ser pêya ye. Bi rojane gelê Başûr dadikeve qadan û piştgiriyê dide berxwedana Rojava. Îro jî bi sed hezaran kes li bajar û navçeyan gel daket qadan û ji bo piştgiriya Rojava çalakiyên girseyî li dar xistin. Li Silêmaniyê piştî pêşkêşkirina Orkestraya Hunerî û Parastina Welat li ser Rêya Salim ya Silêmaniyê dest bi meşeke girseyî ya bi tevlibûna hemû beşên civakê ku ji deh hezaran kes pêk tê.

Hunermendên Silêmaniyê ji bo Rojava strîn

Bi hezaran ku ji hunermend, nivîskar, nûnerên aliyên siyasî, mamosteyên ol, jin, ciwan û hemû beşên civakê tev li meşê bûn û bi yek dengî dirûşmên “Yekîtiya Gelê Kurd” û “Bijî berxwedana Gelê Kurd”, “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” berz kirin.

Gelê Qeladizê daketin qadan

Li Başûrê Kurdistanê yek ji navnîşana cihê meş û çalakiyan jî Qeladizê bû. Di vê çarçoveyê de li bajarokê Qeladizê ya ser bi îdareya Raperîn meşek girseyî ji bo Rojavayê Kurdistanê hat lidarxistin. Di meşê de ji hemû beşên civakê welatî beşdarbûn. Di meşê de dirûşmên ji bo piştgiriya berxwedana Rojava yên wek “Bijî berxwedana Rojava” û “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” hatin berzkirin.

Oldarên Silêmanî û Çemçemalê jî pişgiriya Rojava kirin

Oldarên Silêmaniyê û Çemçemalê piştgiriya Rojavayê Kurdistanê kirin û gotin: “Cîhad li dijî neteweyek misilman wek Kurdan nayê kirin, cîhad li dijî dagikeran û kesên êrişî axa te bikin tê kirin. Gelê Kurd xwediyê vê ax û welatek pîrozin, zimanekî wan yê resen ê Kurdî heye, mafê wan heye ku mafên xwe bixwazin.”

Cîgirê Rêveberê Şaxa Silêmaniyê ya Yekîtiya Zanayên Kurdistanê Mamosta Eta Pênciwênî ji Rojnewsê re axivî. Di axaftina xwe de got: “Dîrokeke tarî dubare dibe. Niha cardin dixwazin Kurdan qir bikin. Ev jî Enfaleke dine. Civaka navneteweyî li hember komkujiya li ser gelê Kurd bêdeng maye, niha hemû deriyên alîkarî û hevkariyên mirovî li ser wan hatine girtin. Em hemû piştevaniya Rojava dikin. Piraniya mamosteyên olî piştgirî dane Rojava û ji minberên mizgeftên xwe xelkê teşwîq kirine”

Li Seyîdsadiq kampanya alîkariya ji bo Rojava berdewame

Li navçeya Seyîdsadiq ya Silêmaniyê jî kampanya komkirina alîkariyê hat destpêkirin. Standa kampanyayê li ser pira nav bazara navçeyê hatiye danîn. Welatî berê xwe didin cihê kampanyayê û alîkariyê didin.

Endamên kampanyayê jî gotin: “Em dixwazin di vê rewşa heyî de alîkariya xwişk û birayên xwe yên li Rojava bikin. Em bang li welatiyan dikin ku bi anîna pêdawîstiyên wek xwarin, pere, cil û bergan alîkariya me bikin. Beşdarbûna kampanyayê gelek girînge. Werin kêm jî be barê xwişk û birayên me yên Rojava sivik bikin.”

Etîket: Başûrê KurdistanBerxwedana RojavaGelê Silêmaniyê
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Li Ewropa bi sed hezaran bersiv da banga seferberiya neteweyî

Li Ewropa bi sed hezaran bersiv da banga seferberiya neteweyî

24 ÇILE 2026
Ji Şilî heta Japonya û Somaliyê piştgiriya Rojava

Ji Şilî heta Japonya û Somaliyê piştgiriya Rojava

24 ÇILE 2026
Ciwanên Wêranşarê astengiya polîsan bi keviran bersivandin

Li sê navçeyên Rihayê dê meş bên lidarxistin

24 ÇILE 2026
Li Rojava seferberî: Gel li qadan şervan li sengeran berxwedanê didomîne

Li Rojava seferberî: Gel li qadan şervan li sengeran berxwedanê didomîne

24 ÇILE 2026
Li Stenbolê bi hezaran kes ji bo Rojava kom bûn

Li Stenbolê bi hezaran kes ji bo Rojava kom bûn

24 ÇILE 2026

Li kuçeyên Esenyûrdê sloganên ‘Bijî Rojava’ olan dide

24 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÇILE 2026 (1178)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne