Amed – Bavê gerîla Ethem Kiliç ku di nava Koma ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de cih girt, Adil kiliç diyar kir ku wî piştî 13 salan kurê xwe dîtiye û wiha got: “Em weke malbat bi banga Serok keyfxweş bûn. Em dixwazin dewlet rojek zûtir qanûnên xwe biguherîne.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 9ê Tîrmehê de bangeke dîrokî kir. Li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ‘Koma Aştî û Civaka Demokratîk’ a ku ji 30 endamên PKKê pêk dihat di 11ê Tîrmehê de li Şikefta Caseneyê ya Bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Federe daxûyanî da û piştî daxuyaniyê çek û rextên xwe şewitandin. Yek ji endamên Koma ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ku çek û rexta xwe şewitand jî Etem Kiliç (Serdar Bawer) bû. Malbata Kiliç a ji navçeya Farqîn a Amedê ye piştî 13 salan zarokê xwe di televîzyonê de dît. Bavê Ethem Kiliç, Adil Kiliç der barê dîtina kurê xwe de hestên xwe ji ajansa me re anî ziman.
Adil Kiliç diyar kir ku dema kurê xwe dît hestiyar û xemgîn bûye û wiha got: “Dema ku me Serdar dît hem xemgîn bûn û hem jî kêfxweş bûn. Serdar, di zarokatiya xwe de kesekî dev li ken bû. Dema ku çekên xwe dişewitandin madê wan nexweş bû. Şewitandina çekan bi banga Serokatî re hate kirin em malbat jî pê keyfxweş bûn. Di 50 salan de ew qas şer çêbûne bi hezaran zarokên vî welatî çûne ser dilovaniya xwe. Di van 50 salên ku rêxistin hatiye avakirin de gelek pêvajoyên çareseriyê yên wisa hatine destpêkirin. Dewlet jî dizane êdî Kurd ne Kurdê berê ne û nayên xapandin. Jidilbûn lazim e. Ev jidilbûn divê du alî be. Serokatî jî weke hemû feylesofên cîhanê ye, em dikarin bibêjin ku Serok ji Mandella jî wêdetir e. Îro hemû feylesofên cîhanê ji Serok bandor dibin. Kesekî weke Serok pêşiya xwe bibîne tune ye. Serokatî naxwaze ku mirov bêne kuştin. Tim li dijî şer e û dema ku hatiye girtin jî gotiye; ‘Ez dikarim alîkariyê bidim aştiyê û ez dikarim vê xwînê bidim sekinandin.’ Lê hinek sazî û kes jî hene ranta wan li ser şer e. Dema ku şer tune be ranta wan jî tune ye. Dewlet Baxçelî jî got; ‘Bila Ocalan, bê li Meclisê di Koma DEM Partiyê de siyasete bike.’ Dema kesekî weke Serokê MHPê wisa bêje ew jî hêviyekê dide mirov.”
‘Înkar û asîmîlasyonê ferzkirin’
Adil Kiliç, bal kişand ser axaftina Serokomarê Tirkiyeyê Tayîp Erdogan a piştî şewitandina çekan û wiha domand: “Piştî kesên ku çekên xwe şewitandin, Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan kiryarên ku di nava 50 salên dawî hatine kirin vegotin. Gelek bûyerên weke torosên sipî, zindana Amedê, şewitandina gundan û gelek bûyerên bi vî rengî anî ziman. Dema ku Erdogan ev tişt anî ziman hinek be jî baweriya mirov bi pêvajoyê çêdibe. Di Lozanê de Kurdan perçewesle kirin, înkar û asîmîlasyonê li wan ferzkirin, lê ji niha pêve êdî Kurd ne yên berê ne û nayên xapandin. Lewre di Rojhilata Navîn de Kurd û Tirk di gelek çeperan de li hevûdin xwedî derketine. Lê dema ku Kurdan tune dihasibandin xesarê didan me û xwe tev. Ev xesar sed sal in dewam dike. Me hemûyan xesarê jê dît. Bi hezaran mirov hatine windakirin. Aboriya Tirkiyeyê tarûmar bû û bi milyonan mirovan koç kirin.”
‘Divê girtiyên nexweş bên berdan’
Adil Kiliç di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Ger ku dewlet jidil tevbigere jixwe rêxistinê gavên xwe avêtiye. Piştî şewitandina çekan bi teyaran diçe li ser qadên parastinê yên medyayê êrîşên hewayî pêk tîne. Piştî ku ev yasa hene divê girtiyên nexweş bêne berdan. Hertim girtiyên ku cezayê wan diqede, bi hincetên cuda û înfazên wan dişewitînin wan bernadin. Kesên ku 30 sal li girtîgehan tên ragirtin dê çawa poşman bibin? Heke ku poşmanî qebûl bikira dê 30 sal berê derketibûna. Ger ku ji dil bin em ê di pêvajoya nû de bibînin ka dê gav biavêjin an na. Em dixwazin rojek zûtir qanûnên xwe biguherînin û komîsyonên xwe avabikin.”