Şanogerê kurd Bavê Teyar ê ku di êrişa SÎHA ya Dewleta Tirk ku di 18ê çile de li dijî Bendava Tişrînê pêk hatî û 5 kes kuştin û 20 kes birîndar kirin de, bi giranî birîndar bûbû. Bavê Teyar li gel hemû mudaxameyan, jiyana xwe ji dest da.
Şanogerê kurd Bavê Teyar, di êrişa Dewleta Tirk a SÎHAyê ya 18ê çile ya li dijî Bendava Tişrînê de bi giranî birîndar bûbû. Bavê Teyar, piştî bi giranî birindar bû rakiribûn bin tedawiyê. Lê tevê hemû mudaxaleyean Bavê Teyar jiyana xwe ji dest da. Bavê Teyar, beriya birîndar bibe ji Rojnewsê re axivî bû û gotibû: “Em ji mirinê natirsin. Em ê heta dawiyê xwedî li xaka xwe derkevin.”
Balafirên tirk ên SÎHA di 18ê çile de êrîşî mertalên zindî yên Bendava Tişrînê kir û 5 kes kuştin û 20 kes jî birîndar kirin. SÎHA ji 8ê çile heta niha 3 caran êrîşî girseyê kir û hita niha 13 kes kuştin û zêdetirî 70 welatî jî birîndar kirin.