• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
17 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Serhed ji bo aştiyê meşiya: Em li benda gavên şênber in

    Serhed ji bo aştiyê meşiya: Em li benda gavên şênber in

    Tulay Hatîmogullari: Divê statu, şert û mercên Abdullah Ocalan bê diyarkirin

    Tulay Hatîmogullari: Divê statu, şert û mercên Abdullah Ocalan bê diyarkirin

    Li Sêrtê meşa ji bo aştiyê: Dem dema gavavêtinê ye

    Li Sêrtê meşa ji bo aştiyê: Dem dema gavavêtinê ye

    Li Stenbol, Îzmîr û Aydinê meşên aştiyê: Paradîgmaya Ocalan wê aştiyê bîne

    Li Stenbol, Îzmîr û Aydinê meşên aştiyê: Paradîgmaya Ocalan wê aştiyê bîne

    Gelê Wanê ji bo aştiyê meşiya: Gel li benda gavan e

    Gelê Wanê ji bo aştiyê meşiya: Gel li benda gavan e

    Li Enqereyê meşa ji bo aştiyê: Aştî gavên werêkî dixwaze

    Li Enqereyê meşa ji bo aştiyê: Aştî gavên werêkî dixwaze

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Bi girseyî çûn şîna Bişeng a HPGî

Şirnex / AW

1 TEBAX 2025 - 11:34
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Dayikên Aştiyê û rêveberên saziyan bi pêşengiya MEBYA-DERê bi girseyî çûn şîna endama HPGê Bişeng Kabak.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) duh eşkere kir ku endama wan Bişeng Kabak (Seher Întîkam) di 21ê Qanûna 2021an de li herêma Zapê di şer de jiyana xwe ji dest daye. Piştî eşkerekirina nasnameyê, malbatê li taxa Gêma ya navenda Şirnexê şîn danî. Bi pêşengiya Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER) a Botanê, Dayikên Aştiyê, rêxistinên DBP û DEM Partiyê yên Şirnex û navçeyên wê, parlamenterên DEM Partî yên Şirnexê Newroz Uysal Aslan û Mehmet Zeki Îrmez bi girseyî serdana şînê kirin.

Girse li avahiya DEM Partî ya Şirnexê kom bûn û heta mala şînê meşiyan. Girseyê bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Ey şehîd xwîna te li erdê namîne” derbasî mala şînê bûn. Di serî de ji bo cangoriyên azadî û demokrasiye bi deqîqeyeke rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê hevseroka DEM Partî ya Şirnexê Taybet Bîlgî axivî û anî ziman ku ew ê xwedî li têkoşîna wan derbikevin û ev tişt got: “Xwedî derketin ne tenê bi gotin lê kirin e. Wan ji bo azadiya vî gelî canê xwe dan. Xwedî derketina têkoşîna wan erka me hemûyan e.”

Piştrê jî parlamenterê DEM Partî yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez axivî. Mehmet Zekî Îrmez jî destnîşan kir ku ew ê xewn û xeyala wan pêk bînin û got: “Bi saya têkoşîna wan Kurd gihiştin vê merhaleyê. Armanca wan azadiya gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn bû. Em ê jî heta xewn û xeyalên wan pêkwerin têkoşîna xwe bidomînin.”

Birayê Bişeng Kabak, Xelîl Kabak jî ji bo serdanê spasiya girseyê kir û got: “Em bi wê serbilind in. Armanca wê bersiv bûna her çar aliyên Kurdistanê û Rêber APO bû. Em ê jî xwedî derbikevin.”

Piştî axaftinan dua hatin xwendin û serdan bi xwendina duayan bi dawî bû.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Amedê konsera pirzîmanî hat lidarxistin

Li Amedê konsera pirzîmanî hat lidarxistin

17 GULAN 2026
Serhed ji bo aştiyê meşiya: Em li benda gavên şênber in

Serhed ji bo aştiyê meşiya: Em li benda gavên şênber in

16 GULAN 2026
Tulay Hatîmogullari: Divê statu, şert û mercên Abdullah Ocalan bê diyarkirin

Tulay Hatîmogullari: Divê statu, şert û mercên Abdullah Ocalan bê diyarkirin

16 GULAN 2026
Li Sêrtê meşa ji bo aştiyê: Dem dema gavavêtinê ye

Li Sêrtê meşa ji bo aştiyê: Dem dema gavavêtinê ye

16 GULAN 2026
Li Stenbol, Îzmîr û Aydinê meşên aştiyê: Paradîgmaya Ocalan wê aştiyê bîne

Li Stenbol, Îzmîr û Aydinê meşên aştiyê: Paradîgmaya Ocalan wê aştiyê bîne

16 GULAN 2026
Gelê Wanê ji bo aştiyê meşiya: Gel li benda gavan e

Gelê Wanê ji bo aştiyê meşiya: Gel li benda gavan e

16 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Peymana Sykes-Picot têk çû, statukoya berê ji holê rabû

    Abdullah Ocalan: Peymana Sykes-Picot têk çû, statukoya berê ji holê rabû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi hevgirtinê bersiv dan êrişa li dijî formaya Amedsporê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji DEM Partiyê meş û çalakiyên ‘Gavek ji bo Aştiyê’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 16ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Girtîgeha Kirşehîrê binpêkirina mafên girtiyan zêde dibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welatiyên çûn pincarê qeza kirin: Kesek mir û 8 kes birîndar bûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nûrettîn Ataman: 34 salên din jî girtî bimînim, dîsa nabêjim poşman im

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sempozyûma Kurdî: Welatparêzî bi zimanê biyanî nayê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (437)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne