• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
13 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Wanê bi pileya 4.5 erdhej çêbû

    Erzîngan bi pileya 4 erd hejiya

    Hat îdiakirin ku girtî Çevîren xwe kuştiye

    Hat îdiakirin ku girtî Çevîren xwe kuştiye

    Li Zaxoyê komek dizên ji Tirkiyeyê hatin girtin

    Li Zaxoyê komek dizên ji Tirkiyeyê hatin girtin

    Dadgehê daxwaza girtina alîgirên DAIŞê red kir

    Dadgehê daxwaza girtina alîgirên DAIŞê red kir

    Mehmûd Xelîl: Wê sibe 400 dîlgirtî bên berdan

    Amadekariyên pevguhertina koma çaremîn a dîlgirtiyan dest pê kir

    Fîdan: Divê em ji vekişîna Amerîkayê ya ji NATOyê re amade bin

    Fîdan: Divê em ji vekişîna Amerîkayê ya ji NATOyê re amade bin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Wanê bi pileya 4.5 erdhej çêbû

    Erzîngan bi pileya 4 erd hejiya

    Hat îdiakirin ku girtî Çevîren xwe kuştiye

    Hat îdiakirin ku girtî Çevîren xwe kuştiye

    Li Zaxoyê komek dizên ji Tirkiyeyê hatin girtin

    Li Zaxoyê komek dizên ji Tirkiyeyê hatin girtin

    Dadgehê daxwaza girtina alîgirên DAIŞê red kir

    Dadgehê daxwaza girtina alîgirên DAIŞê red kir

    Mehmûd Xelîl: Wê sibe 400 dîlgirtî bên berdan

    Amadekariyên pevguhertina koma çaremîn a dîlgirtiyan dest pê kir

    Fîdan: Divê em ji vekişîna Amerîkayê ya ji NATOyê re amade bin

    Fîdan: Divê em ji vekişîna Amerîkayê ya ji NATOyê re amade bin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Bêdengiya li dijî êrişan rê li ber komkujiyan vedike’

Navenda Nûçeyan / AW

12 KANÛN 2024 - 13:54
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şirnex – Hevseroka DEM Partiyê ya Şirnexê Nûrcan Alturk ku di meşa li dijî êrişên dewleta tirk li navçeya Cizîrê hate lidarxistin de axivî, wiha got: “Bêdengiya li dijî van êrişan rê li ber komkujiyan vêdike.”

 

Bi pêşengiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Şirnexê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê li dijî êrişên komên paramîlîter ên giredayî dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê meşek hat li darxistin. Tevgera Jinên Azad (TJA), rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên navçe û navenda Şirnexê, Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li meşê bûn. Girseyê pankarta ku li ser, “Rojava rûmeta me ye” dinivisî hilgirt û bi dirûşmên, “Bijî berxwedana Rojava”, “Rojava rumeta me ye”, “Jin jiyan azadî” û “Bi berxwedanê em ê serbikevin” meşiyan. Her wiha girse bi dowîzên ku li ser, “Rojava Roja me ye”, “Silav ji Botanê siwar ketin berxwedanê” û “Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye” dinivisî hilgirtin û bi dirûşm û çêpikan li ber deriyê avahiya DEM Partiyê ya navçeya Cizîrê heta Xaçerêya Dortyolê meşiya.

 

‘Têkoşîna gelê Kurd wê serbikeve’

 

Li vir metna daxuyaniya hevpar hat xwendin. Beriya daxuyaniyê Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen axivî. Abdullah Gungen anî ziman ku bi destê komên çekdar li Suriyeyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî gelan qetlîam pêktên û wiha got: “Dema mijar dibe destkêftiyên gelê Kurd û êrişên li ser Kurdan hemû cihan ker û lal e. Em êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê şermezar dikin. Ew êriş bi ser nakêvin. Çi dibe bila bibe têkoşîna gelê Kurd wê serbikeve. Heta gelê Kurd negihije statuyeke azad û hemû mafên gerdunî bi dest nexin têkoşîna me wê berdewam bike. Dîrok dê kesên ku alîkariya çeteyan dikin jî binivisîne.”

‘Xwedî li Rojava derbikevin’

Piştî axaftina Abdullah Gungen Hevseroka DEM Partiyê ya Şirnexê Nurcan Alturk metna daxuyaniya hevpar xwend. Nurcan Alturk destnîşan kir ku li dijî êrişên ser herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê pêwîste gavên şenber bên avetin û ev tişt gotin: “Ji bo nebin hevkarê van êrişan divê dengê xwe bilind bikin. Rojava li dijî DAIŞê zarok, jin û hemû welatiyên Suriyeyê parast. Ji bo wê jî divê xwedî li Rojava bê derketin û gavên şenber bên avetin. Bêdengiya li dijî van êrişan rê li ber komkujiyan vêdike. Li dijî van êrişan em têkoşîn û berxwedana xwe mezintir bikin û ji bo pêşeroja xwe xwedî li modela demokratik û azad derbikevin.”

 

Etîket: Bakur û Rojhilatê SûriyêDBPDEM PartîmesRojavaŞirnex
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Merasîma cenazeyê Zeynep Cansizê: Em soz didin ku em ê aştiyê bînin

Merasîma cenazeyê Zeynep Cansizê: Em soz didin ku em ê aştiyê bînin

13 NÎSAN 2026
Encamnameya civîna endamên Meclîsa Partiyê ya DEM Partiyê hat aşkerakirin

Encamnameya civîna endamên Meclîsa Partiyê ya DEM Partiyê hat aşkerakirin

13 NÎSAN 2026
DEM Partiyê danezana 1ê Gulanê aşkera kir

DEM Partiyê danezana 1ê Gulanê aşkera kir

13 NÎSAN 2026
Civîna PMê ya DEM Partiyê bi dawî bû

Civîna PMê ya DEM Partiyê bi dawî bû

12 NÎSAN 2026
DEM Partiyê amîrê xwe yê nû yê Meclîse hilbijart

DEM Partiyê amîrê xwe yê nû yê Meclîse hilbijart

9 NÎSAN 2026
DEM Partî: Bi daxwaza nan û aştiyê li qadan bin

DEM Partî: Bi daxwaza nan û aştiyê li qadan bin

9 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Tedawîya Zeynep Cansiz dewam kena

    Zeynep Cansiz jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çarşema Serê Nîsanê: Cejna şahî, reng û jiyana nû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Endamên MEBYA-DERê: Divê meşa Gemlîkê bibe wesîleya azadiya Serokatî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li dijî gefên li ser malbata Rojîn Kabaîşê daxuyanî hatin dayîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Seroka Şaredariya Kobanê Romî: Em dê ji bo Kobaniyê bixebitin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ciwan Îso: Di demeke nêzîk de koçberên Serêkaniyê jî dê vegerin cih û warên xwe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 13ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dadgehê daxwaza girtina alîgirên DAIŞê red kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Wanê berfa Nîsanê: Kulîlkên daran ji sermayê dişewitin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (473)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne