Rojnamevan Azad Altay bi belgefîlma xwe ya “Bîra Sûrê” bal dikişîne ser rûxandin û polîtîkaya bêbîrhiştinê yên piştî qedexeya derketina derve ya li navçeya Sûrê ya dîrokî pêk hatin, dike.
Navçeya Sûrê ya Amedê ya dîrokî, di salên 2015-2016an de şahidiya qedexeya derketina derve ya herî dirêj a cîhanê kir. Di 2yê Kanûna 2015an de şeş tax bi bariyerên hesinî hatin dorpêçkirin. Ketina nav taxan heta dawiya sala 2022yan qedexe bû. Piştî vê yekê, bariyer hêdî hêdî hatin rakirin û pêvajoyeke “avakirinê” li şeş taxan dest pê kir.
Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglû pêvajo wekî “Em ê Sûrê veguherînin Toledoyê” bi nav kir. Lêbelê, Sûr qet nebû Toledo, bû navendeke asîmîlasyona çandî. Piştî qedexeyên derketina derve, bîra bajêr hedef hat girtin.
Hewldanên hilweşandinê yên piştî qedexeya derketina derve dest pê kirin, bûn sedema hilweşandina gelek avahiyên tescîlkirî ku di nav de dêr, mizgeft, qesr û hemam hebûn. Li gorî raporeke 2019’an a Yekitiya Odeyên Endezyar û Mîmaran a Tirk(TMMOB), 3 hezar û 569 avahî ku 334 ji wan tescîlkirî bûn, hatin hilweşandin. Lêbelê, tê texmîn kirin ku ev hejmar pir zêdetir e.
Bîra Sûrê
Li deverên hilweşiyayî, avahiyên bi şêweya girtîgehê hatin çêkirin. Avahiyên yekreng bi têlan hatine dorpêçkirin. Kargehên li ser kolana ku wekî “Navenda Jiyan û Çandê ya Vekirî ya Yenîkapiyê”, radestî sermayedaran hatin kirin. Wekî din, qadên ku behsa wan tê kirin bi mankenên ji derveyî welêt anîn veguherî podyûmê.
Belgefîlma “Bîra Sûrê” jî rêwîtiyeke bîrê ye li vî bajarê hatibû dorpêçkirin û hilweşandin.
Belgefîlm aşkera dike ka çawa kolanên kevirî yên dîrokî li hin taxên bajêr hatine wêrankirin û çawa cîrantî û hevgirtin hatine hedefgirtin. Ew aşkera dike ka çawa bajar bi polîtîkaya “jinûavakirinê” hatiye nebankirin û ji nasnameya xwe hatiye bêparkirin. Kamera ne tenê xaniyên hilweşiyayî, lê di heman demê de jiyanên ku bi wan re hatine hilweşandin, bîra ku tê xwestin ji holê bê rakirin jî tomar dike.
Belgefîlma “Bîra Sûrê” tenê ne belgefîlmek e, çîroka tunehesibandina hêj didome û çîroka bîreke berxwedêr e.
Belgefîlm, ji aliyê edîtorê Ajansa Mezopitamyayê (MA) Azad Altay ve hatiye çêkirin. DFG, PEL Yapim û derhêner Veysî Altay jî tevkarî li belgefîlmê kirine û kêşana wê ji sala 2021’an ve dest pê kiriye.