Şirnex – DSÎyê di navbera bajarokê Qesrîk û navçeya Cizîrê de dest bi çêkirina bendaveke nû kir. Bi çêkirina bendavê re peyker û pira dîrokî ya 6 hezar salan a bajarokê Qasrikê dê di bin avê de bimîne. Parêzer Fadil Tay bang li welatiyên Qesrîkê kir û xwest serî li baroyê bidin.
Saziya Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) li ser Çemê Dîcleyê dest bi bendava 10êmin kir. Saziya DSÎ ya dewletê heta niha li ser çemê Dîcleyê 9 bendav çêkirin. Bendavê 10êmin jî tê plankirin ku di navbera bajaroka Qesrîk a giredayî Şirnexê û gundê Misûriyê ya giredayî navçeya Cizîrê bê çêkirin. Bendava ku di 24ê gulanê 2013an de xistin îhaleyê. Lê ji ber li hev nekirinan taloq kirin. Bendava ku Wezarata Karên Avê û Daristanan û Midûriyeta Giştî ya Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) projeya pê amade kir, di 29ê Nîsanê 2019an de ji aliyê ÇEDê ve hat erêkirin. Li cihe ku baraj bê çêkirin çend meh berê xebatan destpekir. Tê plan kirin ku ew bendav piştî bendava Ilisû ya ku Heskîf di bin avê de hişt bibe bendava 2êmîn a herî mezin. Ji bo bendav bi lez avakirin, û DSÎ tesîsên xwe li wir bi cih bike; 255 parsel îstîmlaq kirin. Îhaleya bendavê jî di 16ê Sibata 2023an de ji aliyê CB hilberîna Sanayiya Ceyranê û Bazirganiyê AŞ. ve hat girtin û ji aliyê wê şîrkete ve bendav wê bê çêkirin.
Şîrketa ku îhaleya bendavê girt ji şeniyên gundê Misuriyeyê re hişyarekiyeke niviskî şandin ku gundê xwe vala bikin. Bajarokê Qesrîkê ku jê re “Derbasoka Qiralan” tê gotin gelek cihên dîrokî di nav xwe de dihewîne. Yek jî ji van cihên dîrokî peykerê Bûk û Zava yê li ser kevirekî li ser çem hatiye çêkirin e. Li gorî hin lêkolînan di dema Gutiyan de hatiye çêkirin. Lê li gorî hin zanyariyên din jî Siwariyên Partan çêkiriye û li gorî şeniyên bajarok jî ew peykerê Bûk û Zava ye. Her çiqas dîroka çêkirina peyker nayê zanîn jî, tê texmînkirin ku ew peyker ji 6 hezar salan kevntir e. Bi çêkirina bendavê ew peyker jî wê di bin avê de bimîne. Pira Xan Mehmûd jî li bajarok e û li gor hin lêkolînan ev pir di dema Gutiyan de hatiyê çêkirin û xwedî dîrokeke kevnar e. Pir di sala 2011an de ji ber lehiyê xira bûye û pişt re hatiye restorekirin. Bi çêkirina bendavê re ew cihên dîrokî wê di bin avê de bimînin.
Endamê Komîsyona Ekolojiyê yê Baroya Şirnexê parêzer Fadil Tay ku ji bo batalkirina bendavê di nava hewldanan de ye, anî ziman ku bi çêkirina bendavê re pirsgirêka avê wê derbikeve û dîrok dê di bin avê de bimîne. Fadil Tay bang li welatiyan kir ku ji bo batalkirina bendavê serî li baroyê bidin û ew jî bikarin doza batal kirina bendavê vêbikin.
Xwezaya Şirnexê talan dikin
Fadil Tay di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser qîrkirina xwezaya Şirnexê. Fatil Tay, anî ziman ku bi birîna daran, lêgerîna madenan û bendavan ve xwezaya Şirnexe tê talan kirin. Fadil Tay da zanîn ku talankirina xwezayê ji bo tendûristiya welatiyan xetereyan derdixîne û ev tişt gotin: “Weke Komîsyona Ekolojî ya Baroya Şirnexê ew 4 sal in li dijî qîrkirina xwezayê hewldan û xebatên me hene. Di sala 2022an de me ji bo darbirînan giliya sûc tomar kir û serîli dozgeriya Şirnexê da. Bi sed hezaran dar li Cûdî, Gabar û herêma Bestayê hatinê birîn û birîna daran hê jî berdewam e. Li dijî vê yekê me 4 caran giliya sûc kir. 2 caran jî derbarê Midûriyeta Bajêr a Daristanan û Walitiya Şirnexê de doz vêkir. Her wiha derbarê darbirina li Elkê de jî me 12ê Tirmehê de li dijî jî Midûriyeta Bajêr a Daristanan de giliya sûc kiribû. Lê dozgeriyê serîledana me piştî 4 mehan bersivand û îdîaya “Dar li gorî hiqûqê hatine birîn” kir. Dozgeriyê, biryara “Hewce nake derheqê îdiayên Baroya Şirnexê û saziyên cemaweriyê yên navê wan tê gotin de lêpirsîn were destpêkirin” da. Em ê jî li dijî vê biryarê îtîraz bikin. Ji aliyekî ve xwezaya me bi birîna daran ji aliyê din vê ji bi kana madenan ve tê talan kirin. Nêzî 260 destûra ÇEDê ji bo madenan hatiyê dayin. Navenda Şirnexê, Elkê, Qileban û Silopiyayê bi lêgerîna madenan xweza tê talan kirin. 3 heftê berê raporek li ser xwezayê hat wêşandin. Li gor van raporan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bajarê herî qirêj ê 3’emîn Şirnexê. Sedema ve yekê jî kana kumir û maden in. Ew maden û kana kumiran dibe sedema nexweşiyên weke pênceşîr e.
‘Dîrokê di bin avê de dihêlin
Fadil Tay tekildarî bendava ku di navbera bajarokê Qesrîk û navçeya Cizîrê de tê çêkirin jî anî ziman ku bi çêkirina bendavê re dîrokek wê di bin avê de bimîne û wiha xetereyên bendavê vêgot: “Bajarokê Qesrîk ku xwedî dîrokeke kevnar ê tê xwestin bendav bê çêkirin. Heke li wir bendav bê çêkirin dîrok û bîra civakê ya bi hezar salan wê di bin avê de bimîne. Li dijî bendava Qasrikê jî serîledan û hewldanên me berdewam dikin. Divê gelê me yê li Qasirkê jî werin serîledana me bikin ku em bikarin dozê vêbikin. Bendav bi erêkirina rapora ÇEDê bê çêkirin. Li dijî vê ji bo ku em bikarin doza batal kirina ÇEDê vêbikin divê gelê me yê li Qasirkê serîledana me bikin û em ji li ser serîledana wan bikarin vê dozê vêbikin. Ji bo ji aliyê hiqûqî ve ji me re astengiyan dernexînin divê gelê me yê Qasirkê ji me re vêkaletê derxînin ku em jî bikarin dozê vêbikin.”
Raporên ÇEDê li dijî Hiqûqê ne
Di berdewama axaftina xwe de Fadil Tay diyar kir ku rapora erê kirina ÇEDê li dijî hiqûqê ye û ew ê jî ji bo batal kirina bendavê ji aliye hiqûqî ve di nava hewldanan de bin. Fadil Tay wiha dirêjî da axaftina xwe: “Raporên ÇEDê ku ji bo Şirnexê tên dayin li dijî hiqûqîne. Taybet jî dema em li bendava Qasirkê dinirin ji aliyê hiqûqî vê ji bo erê kirina ÇEDê divê fikra welatiyên herême bê girtin û cihe ku bendav tê çêkirin jî bê lêkolin kirin. Yanî ew der cihekî dîrokiyê ji bo wê jî divê biryara erê kirinê ya ÇEDê ji aliyê hiqûqî ve nehata dayin. Lê haya welatiyan jî vê bendavê tune ye. Ji ber wê jî bê hiqûqiyê. Ji bo wê jî em ê li ser vê yekê doz vêbikin û bendavê bidin sekinandin. Her wiha bi çêkirina bendavê re pirsgirêka avê jî wê derkeve. Başurê Kurdistanê jî ji çemê Dîcle sûd digrê. Ji bo wê ji pirsgirêka avê wê derbikeve. Şeniyên Başurê Kurdistanê ji wê pirsgirêka avê bikşînin. Her wiha ji aliyê ekosîsteme ve jî qîr kirineke mezin e. Cardin jî bendav wê bibe sedema xeniqîna welatiyan jî. Yanî ji her alî vê zerareke mezin wê bide herême.”
Divê hemû saziyên ekolojiyê rabin ser piyan
Fadil Tay bi lêv kir ku li dijî talan kirina xwezayê û çêkirina bendavê divê hemû saziyên ekolojiyê rabin ser pêyan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Mijara Ekolojiyê tenê wê derdora ku rû bi rû dimînin alaqadar nakê. Hemû civakê alaqadar dike. Ji ber ku qîrkirineke xwezayî ya li vir wê bandor li ekosîsteme bike û ew jî wê li ser hemû welatiyan bandor bike. Divê hemû saziyên ekolojiyê li dijî qîr kirina xwezayê bi bertek bin. Taybet jî ji bo dîrokeke di bin avê de nemîne û bendava Qasirkê bê sekinandin rabin ser pêyan. Li dijî qîr kirina xwezayê divê hemû kes di nava hewldanan de bin. Taybet ji gelê me yê li Şirnexê dijî jî xwedî heşmendî be. Mafê xwe biparêze û li dijî qîr kirina xwezaya ser axa wan derbikevin.”
Hûn dikarin ji lînka jêr temaşe bikin