Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Berdan Ozturk û hevşaredarê Rezanê Sîraç Çelîk serdana gel û esnafa kirin û gel vexwendin mitînga “Hêvî û Azadî”.
Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Amedê Berdan Ozturk û hevşaredarê Rezanê Siraç Çelîk ji bo mitînga roja 4ê Çileyê li Qada Îstasyonê bê lidarxsitin, serdana gelê Rezanê yê Amedê kirin. Di serdanê de banga mîtinga “Hêvî û Azadî” hate kirin û gel wexwendin mitîngê. Gel bi coş û kelecaneke mezin wan pêşwaz kirin.
Girîngiya roja 4ê Çileyê hat bibîrxistin
Parlamenter Berdan Ozturk di serdana gel de bal kişand ser girîngiya mitînga“Hêvî û Azadî” û wiha bang kir: “Roja 4ê Çileyê li Qada Îstasyonê mitîngek dîrokî û pir birûmet tê lidarxistin. Ev çalakî û mîtîng, ji bo mafê rûmet û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat amadekirin. Azadiya wî ya fîzîkî, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û ji bo aştiyeke birûmet, wekî bingeha sereke û şertê bingehîn tê dîtin. Ev daxwaz, ne tenê daxwaza çend kesan e; ev daxwaza her ferdekî gelê me, daxwaza dayikên me û têkoşîna me ya giştî ye. Em bi vê çalakiya xwe, peyama xwe ya zelal hem ji bo dewleta Tirkiyeyê hem jî ji bo raya giştî ya cîhanê radigihînin. Em careke din destnîşan dikin ku; îradeya me ya ji bo muzakereyeke rasteqîn û çareseriyeke siyasî birêz Ocalan e. Lewma, azadiya wî ya fîzîkî ji bo destpêkirina pêvajoyeke nû ya demokratîk, şertê herî girîng û sereke ye.”














