Wan– Înfaza girtiyê siyasî yê ku 30 sal in di girtigehê de tê ragirtin, bi hinceta ku poşmantî qebûl nekir 6 mehan dirêj kirin.
Girtiyê siyasî yê ku 30 salên di girtigehê de tê ragirtin Mehmet Salîh Erden, li bendê bûn ku 11 çile de ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê serbest bê berdan. Lê bi hinceta ku poşmanî qebûl nekir înfaza wî 6 mehan hat taloqkirin.
Mehmet Salîh Erden di çileya sala 1995an de li navçeya Hezexê ya giridayê Şirnexê hatibû girtin. Dadgehê 36 sal ceza lê birîbûn. Piştî hat girtin heta niha li girtîgehên Amed, Ordu, Sêrt, Erzirom, Oltu, Gumuşxane û herî dawî niha jî li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpetê tê ragirtin.