• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
11 COTMEH 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şaredariya Bismilê konsera gel li dar xist

    Şaredariya Bismilê konsera gel li dar xist

    Amedekariya mitînga “Civaka Demokratîk û Aştî” bi coş dawî bû

    Amedekariya mitînga “Civaka Demokratîk û Aştî” bi coş dawî bû

    ‘Berê Mehmed Uzun her li Kurd û Kurdistanê bû’

    ‘Berê Mehmed Uzun her li Kurd û Kurdistanê bû’

    Polîsan meşa ji bo zimanê Kurdî asteng kir!

    Polîsan meşa ji bo zimanê Kurdî asteng kir!

    Konferansa Bawerî û Gelan: Tevgera Azadiyê bandorek erênî li ser têkiliyên gelan kir

    Konferansa Bawerî û Gelan: Tevgera Azadiyê bandorek erênî li ser têkiliyên gelan kir

    Li Êlihê amedekariya ‘Mitînga Aştî û Civaka Demokratîk’ didome

    Li Êlihê amedekariya ‘Mitînga Aştî û Civaka Demokratîk’ didome

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Şaredariya Bismilê konsera gel li dar xist

    Şaredariya Bismilê konsera gel li dar xist

    Amedekariya mitînga “Civaka Demokratîk û Aştî” bi coş dawî bû

    Amedekariya mitînga “Civaka Demokratîk û Aştî” bi coş dawî bû

    ‘Berê Mehmed Uzun her li Kurd û Kurdistanê bû’

    ‘Berê Mehmed Uzun her li Kurd û Kurdistanê bû’

    Polîsan meşa ji bo zimanê Kurdî asteng kir!

    Polîsan meşa ji bo zimanê Kurdî asteng kir!

    Konferansa Bawerî û Gelan: Tevgera Azadiyê bandorek erênî li ser têkiliyên gelan kir

    Konferansa Bawerî û Gelan: Tevgera Azadiyê bandorek erênî li ser têkiliyên gelan kir

    Li Êlihê amedekariya ‘Mitînga Aştî û Civaka Demokratîk’ didome

    Li Êlihê amedekariya ‘Mitînga Aştî û Civaka Demokratîk’ didome

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Berê Mehmed Uzun her li Kurd û Kurdistanê bû’

Amed / AW

11 COTMEH 2025 - 19:32
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Nivîskar Mehmed Uzun li Amedê bi panel û pêşandana şanoya “Sirgûn” hate bibîranîn. Di panelê de hate gotin ku Mehmed Uzun her çiqas li sirgûniyê nivîskariyê kiriye jî lê her romannûsiya wî li ser Kurd û Kurdistanê bûye.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Komeleya Wêjekarên Kurd, PENa Kurd, , YEW-KURD, Wêjegeh Amed bi hevkarî ji bo bîranîna salvegera 18emîn a wefata nivîskar Mehmed Uzun panelek li dar xistin. Panel li eywana ÇandAmedê pêk hat. Hevjîna Mehmed Uzun, Zozan Uzun, Hevşaredarê Amedê Dogan Hatun, nûnerên sazî û dezgehan û gelek nivîskar û mamoste tev li panelê bûn.

Panela ku moderatoriya wê Esra Sadikoglû kir, nivîskar Salih Agir Qoserî, Zulkuf Ergun, Kenan Soylemez jî wek axivêr beşdar bûn.

Esra Sadikoglû nivîsek ku qala biyografî û nivîskariya Mehmed Uzun dikir, xwend.

‘Berhemên wî li ser zilm û zora li Kurdan hatiye kirin bûn’

Salih Agir Qoserî bi mijara “Sirgûn û Nivîskarî” gotarek pêşkêş kir. Qoserî diyar kir ku Mehmed Uzun nivîskarekî sirgûnê ye û got: “Di dîrok û wêje û nivîskariya de sirgûnî xwedî rolek girîng lîstiye. Kurdan her dem li sirgûnê wêje afirandin e. Piştî salên 80yî gelek Kurdan berê xwe dan Ewropa û nameze jî welatê Swêdê. Edebiyata Kurdî li ser axa biyanî hatiye afirandin. Sirgûn derketina mirovan a ji axa wan e. Koçkirina bi darê zorê ya ji ser jîngeha xwe sirgûnî ye. Kurd ji neçarî çûne sirgûnê û qonax bi qonax edebiyata Kurdî li pêş xistine.”

Qoserî da zanîn ku gelek berhemên edebiyata Kurdî ku li sirgûnê hatine nivîsandin, li ser hesret û bêrîkirin û nêrîna li ser welat in û wiha axivî: “Mehmed Uzun romana xwe ya ewil li ser îşkence, zilm û zora li Zindana Amedê nivîsandiye. Dema meriv bala xwe dide hemû berhemên Mehmed Uzun naveroka wan hemû Kurd in, welat e û Kurdistan e. Mehmed Uzun di wêje û romanan de xwedî astek bilind e. Lê mixabin zû çû.”

‘Çanda dengbêjiyê ji bo Mehmed Uzun girîng bûye’

Kenan Soylemez jî bi sernavê “Di romannûsiya Mehmed Uzun de tesîra dengbêjiyê” gotarek pêşpêş kir. Soylemez destnîşan kir ku dema ew behsa çanda devkî dikin, demek pirr dirêj e û ev çand hê jî berdewam e û got: “Dengbêj û dengbêjî bîra civakê ye. Bîra civakê xwe di dengbêjiyê de dide der. Dengbêj çanda civakê zindî dihêle. Dengbêj Evdalê Zeynikê lehengê romana Mehmed Uzun e. Tradîsyona Evdalê Zeynikê berdewam dike. Edebiyata devkî ya Kurdî girîng e. Mehmed Uzun viya jî wek dengbêjiyê bi nav dike. Kurd bi saya dengbêjan xwedî ziman, bîr û hafizyekê ne. Tiştên ku di dîroka fermî ya Kurdan de nehatine nivîsandin lê dengbêjan bi bîra xwe anîne roja me ya îro. Hemû berhemên dengbêjiyê ji bo Uzun xwedî wate û girîng in. Mehmed Uzun dixwaze wî ziman ango zarê dengbêjiyê bîne bi edebiyata modern ve girê bide. Mehmed Uzun klamên dengbêjiyê wek belgeyan dibîne. Mehmed Uzun dixwaze peyv û gotinên dengbêjiyê modern bike û bîne roja me ya îro. Mehmed Uzun ew atmosfera li civatên dengbêjan bi edebiyata modern vegotiye.”

‘Mehmed Uzun romana Kurdî zindî hişt’

Akademîsyen Zulkuf Ergun jî bi sernavê ““Hewldana çêkirina nerîteke modern di romanên Mehmed Uzun de” gotarek pêşkêş kir. Ergun jî anî ziman ku Mehmed Uzun ji bo edebiyata Kurdî bû hêzek girîng û wiha axivî: “Mehmed Uzun dixwaze di edebiyata xwe de nerît ango modernîteyekê çêke. Ji 1923an heta dawiya salên 70yî ve civata wêjeya Kurdî ya Kurdên bakurê darbe xwar. Ev jî ji ber zextên dewletê pêk hat. Mehmed Uzun piştî çû Swêdê xwest edebiyata Kurdî ya ku dihate xwestin bêruh bê hiştin, zindî bike. Mehmed Uzun beriya ku romanên xwe binivisîne, ji bo romanên xwe amadekarî kiriye û li ser van amadekariyan roman nivîsandiye. Mehmed Uzun xwest ku nerîtiyek nivîskariya xwe çêke. Mehmed Uzun dixwaze çîrokbêj, stranbêj, dengbêjên Kurd ji xwe re bike çavkanî. Mehmed Uzun dixwaze zimanê Kurdî xweşik û rindik bike. Uzun dixwaze ziman bixe dilê keç û xortên Kurd. Mehmed Uzun di berhemên xwe de nerîtek modern çêdike. Kedek li pey xwe hişt. Ew roman hema li ser maseyê nehatiye nivîsandin, bi ked û salên dirêj hatine nivîsandin. Nerîta modern gihand nifşên nû.”

Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.

Bi şanoyê bal kişand ser jiyana Uzun

Piştî panelê şanoya yek kesî ya “SIRGÛN – Rîça Pûç” ku ji hêla çîrokbêj-nivîskar Ayhan Erkmen ve li ser jiyana Celadet Elî Bedîrxan, Erebê Şemo û Mehmed Uzun hatiye amadekirin, hate nîşandan. Dema ku Ayhan Erkmen, jiyana Mehmed Uzun zindî kir, hevjîna Uzun, Zozan Uzun xwe negirt û hestiyar bû. Her wiha gelek kes li eywanê giriyan û xemgîn bûn.

Ayhan Erkmen ku bi tenê li ser dikê kesayet û nivîskariya Celadet Elî Bedîrxan, Erebê Şemo û Mehmed Uzun, bi perfomansek serkeftî nîşanî temaşevanan da.

Di dawiya lîstikê de temaşevan li çepikan dan û bername bi dawî bû.

 

Etîket: Ayhan ErkmenMehmed Ûzûn
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Mehmed Uzun di salvegera 18emîn de hate bibîranîn

Mehmed Uzun di salvegera 18emîn de hate bibîranîn

11 COTMEH 2025
Seyîdxan Anter: Wêjeya Mehmed Uzun dokumanterek jiyana Kurdan e

Seyîdxan Anter: Wêjeya Mehmed Uzun dokumanterek jiyana Kurdan e

10 COTMEH 2025
Gund bi gund çîrokan kom dike

Gund bi gund çîrokan kom dike

10 KANÛN 2024

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • COTMEH 2025 (177)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne