Enqere – Akademîsyen Kamuran Berwarî bi lêv kir ku Tom Barrack dixwaze partiyên Başurê Kurdistanê û Rojhilatê li dijî êrişa ser Îranê bike yek û got: “Tom Barrack dixwazê Başurê Kurdistanê hilweşîne.” Kamuran Berwarî li ser gefên êrişên li dijî Şengalê jî got: “Heke êrişek li ser Şengalê pêk were dê li Sûriyeyê û Iraqê aramî namîne.”
Dewletên Hegemon ji bo berjewendiyên xwe dixwazin careke din Rojhilata Navîn dizayn bikin. Ji aliyekî ve geşedanên li Rojava û Sûriyeyê ku piştî 6ê Çileyê destpêkirin ji aliyê din ve jî gefa Amerîkayê ya li dijî Îranê di rojeve de ye. Her wiha di nav van geşedanan de li Iraqê mudaxaleyeke li dijî HTŞê tê nîqaşkirin. Wezîrê Karên Dervê yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan bi lêv kir ku piştî Rojava dor dê were Başurê Kurdistanê û taybet jî gef li Şengal û Mexmurê xwar. Piştî gef xwarinên Hakan Fîdan li derdora Şengalê liv û tevgera leşkeran jî zêde bû û di demeke ku gef li ser Şengalê heye de dewleta Iraqê dest bi komkirina çeken welatiyên Şengalê kir. Mudaxaleya li Îranê, gefên li dijî Şengal û Iraqê û pêşeroja Rojava geşedanên sereke yên Rojhilata Navîn in.
Di navenda van geşedanan de jî Kurdistan heye. Taybet jî li Rojava û Başur ku 2 herêmên xweser ên Kurdan in, pêşeroja wan dê çi bibe ji aliye raya giştî ya Kurdistanê ve ji nêz ve tê şopandin. Nûnerê Amerikayê yê Sûriyeyê ku di êrişên li ser Rojava de roleke mezin lîstibû, piştî van geşedanan vê carê bere xwe da Başurê Kurdistanê. Tom Barrack li bajarê Silemaniyeyê bi Serokê Giştî yê Partiya Yekitiya Niştimanê Kurdistan (YNK) Bafil Talabani û Fermandarê Giştî yê Hezên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî re hevdîtin pêk anî. Piştî van geşedan û civînan rewşeke çawa dê li herême rû bide ji aliye raya giştî ve jî tê meraqkirin. Serokê Akademiya Siyaset û Remanên Demokratîk Dr. Kamuran Berwarî têkildarî geşedanên li herême û serdana Tom Barrack li Başurê Kurdistanê pirsen Ajansa Welat (AW) bersivand.

*Piştî gefxwarinên Wezîrê Karên Dervê yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li dijî Şengalê liv û tevgera lêşkeran li derdora Şengalê zêdebûn û Arteşa Iraqê dest bi komkirina çeken welatiyên Şengalê kir. Xetereyeke çawa li ser Şengalê heye û di bingeha van gefan de çi plan hene?
Navenda 3yemîn ê Şerê Cîhanê wisa xuyayê ku Kurdistan e. Rojhilata Navîn ji nû vê tê dizaynkirin. Ehmed Şera jî di çerçoveya van planan de anîn li ser desthilatiya Şamê. Armanca van planan ew e ku di sedsala bê de dewletên li Rojhilata Navîn bên avakirin Îslamîst bin. Bi vê yekê re dixwazin gelên Rojhilata Navîn ji aliyê fikrî ve paş ve bibin. Ew proje bi girtina Serok Ocalan destpêkir û heta niha jî berdewam e. Çawa 7 dewletan li Urdûnê civînek pêk anîn û DAIŞ li Rojhilata Navîn belav kirin û berdan ser Rojava û Şengalê û gelê Kurd û Kurdên Êzidî qir kirin, heman senaryoyê dê li Şengalê dûbarê dikin.
Armanca ew e ku baweriya Êziditiyê ji holê rakin, ziman çand û hunerê ji holê rakin û cihên stratejîk destêser bikin. Ji bo wê jî li Şengalê amadekarî hene. Li Asyaya Navîn gelek netewan amade dikin ku li her çar aliyên Kurdistanê belav bikin û demografiyayê biguherînin. Her wiha dixwazin li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê hezeke weke DAIŞê ava bikin û axa Kurdistanê bi şewazeke din dagir bikin.
*Nûnerê Amerîkayê yê Sûriyeyê li Hewlêr û Silemaniyeyê bi Mesût Barzanî û Bafil Talabanî re hevdîtin pêk anî. Gelo tekiliya van hevdîtinan bi mudaxaleyeke li dijî Îranê û gefên li dijî Şengalê re çi ye?
Nûnerê Amerîkayê Tom Barrack nêzî Tirkiyeyê ye. Dixwazê Osmaniyê li ser Kurdistanê û bi tunekirina destkêftiyên Kurdan nûjên bike. Mabesta wî ew e ku demografiya herême biguherîne. Tom Barrack li gor berjewendiya Tirkiyeyê dixebite. Mudaxelaya li Îranê ne pirsgirêkeke Kurdan e. Kurd dixwazin hem Îran, hem Tirkiye, Iraq û hem jî Sûriyeyê mafên Kurdan bi cih werin û demokrasiyek pêk were. Pergala Konfederalîzma Demokratîk li çar dewletan pêk were û hemû gel û netew bi hev re bijîn. Ji bo Şengalê jî divê di serî de PDKê berî her tiştî xwe ji rêkeftina bi Iraqê re li ser êrişa li dijî xweseriya Şengalê pêk anîbû vekişîne û paqîjiya xwe diyar bike ku ew nabin hevkar ku destkeftiyên Kurdan ji dest biçin. Her wiha dorpeça li Mexmûrê jî rake.
Ji aliyê din ve tevî her tiştî jî ew civînên tên kirin ji aliyê dîplomasiyê ve ji bo Kurdan girîng in. Kurd destkeftiyên xwe diparêzin. Divê vê serdema ku ewqas plan li dijî Kurdan pêk tên de KCK, PDK, YNK, HSD û partiyên Rojhilatê Kurdistanê tîfaqeke bikin. Stratejiyeke neteweyî û siyaseteke yekgirtî bidin pêşiya xwe. Çawa ji bo Rojava yekitiya gelê Kurd derket holê, Kurd divê yekitiya xwe careke din ava bikin.
*Armanca civînên Tom Barrack yên li başur pêk anîn çi bû? Di van civînan de çi mijar hatin gotobêjkirin?
Di nevaroka civînan de tiştek nehat parvekirin lê diyare li ser hikumeta Iraqê hevdîtin çêbûne. Her wiha bi armanca van civînan a sereke jî hewl didin partiyên Başurê Kurdistanê û Rojhilat bikin yek li dijî êrişa ser Îranê. Ew ji bo Kurdan ne tiştek baş e. Yanî em ne çekdarên tu dewletên navneteweyî û herêmî ne ku ew berjewendiyên xwe li ser Kurdan pêk bînin. Tom Barrack li ser hilweşandina Başurê Kurdistanê dixebite. Planek wan jî heye. Yanî bi vî awayî gora Başurê Kurdistanê dikolin.
*Li dijî xetereya li ser Şengal û Başurê Kurdistanê siyaseta partiyên Başurê Kurdistanê di çi aste de ye? Heta niha ji ber nakokiyan nekarîn hikumeteke jî ava bikin. Ew yek bandoreke çawa li ser van xetereyan dike?
Gel û partiyên desthilat ên Başurê Kurdistanê ji hev dûr ketine. Ji van 36 salên derbasbûyî nişan da ku partiyên desthilat ên Başur bi vê siyasetê nikarin herême bi rê ve bibin. Her wiha gel di nav xîzaniyeke mezin de ye. Lê partiyên desthilat jî di nava dewlemendiyê de ne. Pêvîste partiyên Başurê Kurdistanê li dijî van xetereyan li gor berjewendiyên gel tevbigerin û hikûmeteke demokratîk ava bikin. Her wiha bi partiyên her çar aliyên Kurdistanê re jî divê di hevkariyê de bin.
*Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî jî li Silemaniyeyê bi Bafil Talabanî re civiya. Mabesta van hevdîtinan çi bû û dê bandoreke çawa di navbera Rojava û Başur bike?
Hevdîtin di çerçoveya geşedanên li Rojava û geşedanên li herêmê de pêk hatin. Meseleya mudaxelaya li dijî Îranê, planên li dijî êrişên li ser gerîla, pêşketinên li başur û Iraqê mijarê girîng bûn. Ranagihandine lê divê di navbera partiyên siyasî yên çar aliyên Kurdistanê de stratejiya parastina Kurdistanê pêk were. Divê erdnîgariya Kurdistanê bê parastin, destûr neyê dayîn demografiya Kurdistanê bê guherandin û ya herî girîng jî divê Kurd bixwe xwe biparêzin. Mabesta bêçekirina Şengalê jî ew e ku Kurd xwe neparêzin. Çawa di sala 2024an de beriya fermanê çekên Şengaliyan kom kirin niha jî heman tiştî dikin. Dixwazin HSDê bêçek bikin, Şengaliyan bêçek bikin, peşmergê bêhez bikin. Li dijî vê yekê divê çar aliyên Kurdistanê yekitiya xwe ava bikin.
*Gelo li dijî gefa êrişên li ser Şengalê li Başurê Kurdistanê tu amadekariyek heye? Partî û hezên Kurd van êrişan çawa dikarin rawestînin?
Ji bo êrişeke din li dijî Şengalê çênebe divê partiyên Kurd li gel rayedarên Iraqê hevdîtinan bikin. Ji ber ku parastina Şengalê di berpirsyariya hikumeta Iraqê de ye. Her wiha divê ji aliyê navdewletî ve jî zext li Iraqê be kirin. Dîsa divê bi dewletên navneteweyî re jî xebateke dîplomasiyê bê kirin ku Şengal bê parastin. Pêwîst e hikîmeta Başurê Kurdistanê helwesteke rast nişan bide. Her wiha ji bo hezên Kurd ên din jî; Heke li dijî Şengalê êrîşek pêk hat divê HSDê jî xwedî helwest be. Divê dewleta Iraq û Sûriyeyê jî baş bizanibin heke êrişek li ser Şengalê pêk were aramî li Sûriyeyê û Iraqê namînê. Her dû dewlet jî dê tevlîhev bibin.
*Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkildarî planên ser Rojhilata Navîn di hevdîtinên xwe de nirxandina, ‘An dê projeya min an jî dê projeya ABDê bi ser keve’ kir. Gelo projeya Abdullah Ocalan çareseriyeke çawa li dijî van gengaşeyên li Rojhilata Navîn peşkeş dike? Gelo planên hezên hegemon dikare were pêkanîn?
Ez ne bawerim hezên hegemon karibin planên xwe li Rojhilata Navîn pêk bînin. 28 sal berê bi komploya navneteweyî li dijî Rêber Ocalan xwestin pêk bînin. Lê nekarîn Tevgera Azadiyê ji holê rakin. Lê ew nayê wê wateyê ku komplo bi tevahî têk çûye. Komplo berdewam e. Armancên sereke û stratejîk ên komployê li gor berjewendiyên xwe dixwazin gelê Kurd bi çek bikin. Li dijî Îran û Haşdî Şabî dixwazin gelê Iraqê bi çek bikin. Dema ew bi çek kirin dê PDKê û YNKê jî bi çek bikin. Heke çek kirin dê wan ji Wezareta Iraqê re girê bidin û êdî dê nikaribin hêzên li başur welatê xwe biparêzin. Yek jî armanca plana niha êrişeke berfireh a li dijî gerîla ye. Dixwazin gerîla ji çiyayên Kurdistanê derxînin. Çiyayên Kurdistanê bê gerîla bihêlin, Kurdan bê pişt û parastin bihêlin. Her wiha plana girîng jî li dijî birêz Ocalan e. Dixwazin li Girava Îmraliyê tiştekî bînin serê birêz Ocalan an jî wisa nişan bidin ku birêz Ocalan teslîm bûye û bi wî awayî ji Girava Îmraliyê derxînin.
Birêz Ocalan di van 27 salan de diyar kir ku xwedî fikir û felsfeyeke mezin e. Mirovekî ku hemû berjewendiyên xwe yên takekesî daniyê aliyekî û ji bo berjewendiyên gel û welatê xwe dixebite. Ne tenê ji bo welat û gelê xwe jî, ji bo hemû mirovahiyê têdikoşe. Li dijî van qetlîamên tên kirin. Paradigmaya birêz Ocalan rêya çareseriyê ye. Heke fikir û felsefeya birêz Ocalan nebe, Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê nebe tu hez nikarin Kurdistanê û destkêftiyên Kurdan biparêzin. Ji ber ku partiyên din ên Kurdistanê bêstratejî, fikir û felsefe ne. Ji bilî paradigmaya Konfederalîzma Demokratîk tu partiyek çareseriyek peşkeş nekiriye. Divê gelê Kurd yekitiya xwe ava bike û li derdora azadkirina birêz Ocalan û projeya Netewa Demokratîk kom bibe.












