Li navçeya Pirsûsa Rihayê piştî êrişa polîsan ligel berf û sermayê jî gel li kolanan belav bû û berxwedana gel berdewam dike.
Piştî êrişa polîsan a li dijî meşa gel a li Pirsûsê pevçûn li navçeyê belav bûn. Gelê Pirsûsê tevî berf û sermayê jî gel li kolanan li ber xwe dide. Her cade û kuçe veguheriye qada berxwedanê. Gel li dijî êrişan, dirûşmên “Bijî Kurdistan”, “Bijî berxwedana Kobanê”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana gelê Kurd”, “Yek yek yek e, Kurdistan yek welat e”, “Bijî Serok Apo” û “Rojava xeta me ya sor e” berz dike.
Çalakî didomin
Çalakiyê di encama êrişên polîsan de destpêkirin li tevahiya navçeyê belav bûn. Li dehan kolanan bi taybetî ciwan û gel kom bi kom meş li dar dixe û çalakiyê didomînin.













