• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
15 SIBAT 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Wargeha Mexmûrê komploya 15ê Sibatê şermezar kir

    Wargeha Mexmûrê komploya 15ê Sibatê şermezar kir

    Li Şirnexê ji bo Rojava kampanya alîkariyê hate destpêkirin

    Li Şirnexê ji bo Rojava kampanya alîkariyê hate destpêkirin

    Cîhadîstên paşverû li Nîjeryayê ji sê gundan 46 sivîl kuştin

    Cîhadîstên paşverû li Nîjeryayê ji sê gundan 46 sivîl kuştin

    Ciwan li Amedê bi Aktaş û Arkaş re civiyan

    Ciwan li Amedê bi Aktaş û Arkaş re civiyan

    Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed bi endamên Kongreya Amerîka re civiyan

    Mazlûm Ebdî: Me li ser rewşa Kobanê, Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî li hevdu kir

    Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Roj roja xîretê ye, dermanê me yekîtî ye

    Beşa duyemîn a hevpeyvîna li gel Veysî Aktaş hate weşandin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Wargeha Mexmûrê komploya 15ê Sibatê şermezar kir

    Wargeha Mexmûrê komploya 15ê Sibatê şermezar kir

    Li Şirnexê ji bo Rojava kampanya alîkariyê hate destpêkirin

    Li Şirnexê ji bo Rojava kampanya alîkariyê hate destpêkirin

    Cîhadîstên paşverû li Nîjeryayê ji sê gundan 46 sivîl kuştin

    Cîhadîstên paşverû li Nîjeryayê ji sê gundan 46 sivîl kuştin

    Ciwan li Amedê bi Aktaş û Arkaş re civiyan

    Ciwan li Amedê bi Aktaş û Arkaş re civiyan

    Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed bi endamên Kongreya Amerîka re civiyan

    Mazlûm Ebdî: Me li ser rewşa Kobanê, Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî li hevdu kir

    Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Roj roja xîretê ye, dermanê me yekîtî ye

    Beşa duyemîn a hevpeyvîna li gel Veysî Aktaş hate weşandin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Beşa duyemîn a hevpeyvîna li gel Veysî Aktaş hate weşandin

Navenda Nûçeyan / AW

15 SIBAT 2026 - 12:37
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Siyasetmedarê Kurd Veysî Aktaş destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi manîfestoya demokratîk û xeta ‘Jin Jiyan Azadî’ ne tenê komployê pûç kiriye, di heman demê de bi paradîgmaya nû ji bo gelan rêya jiyana hevpar û azad ava kiriye.

Rojnameya Azadiya Welat beşa duyemîn a hevpeyvîna li gel siyasetmedarê Kurd Veysî Aktaş weşand.

Veysî Aktaş di beşa duyemîn de jî li ser têkiliya di navbera xweseriya demokratîk, berxwedana gerdûnî û serkeftina paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan disekine.

Pirsên rojnameyê û bersivên Veysî Aktaş wiha ne:

” * Di 16ê Îlona 2022yan de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê raperîna ‘Jin Jiyan Azadî’ û di 22yê Çileya 2026an de berxwedana rûmetê ya por hûnandina jinên Rojava gerdûnî bû, hûn wek mirovekî ku li cem Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mane, vê mijarê çawa şîrove dikin?

Ne tene manifestoyê de, di parêznameyên berê de jî Serokatî li ser sosyalîzmê disekine û dibêje sedema herî mezin a têkçûna sosyalîzmê neçareserkirina meseleya jinan e. Serok ev baş dît. Û di şoreşa civakê de jin tê çi wateyê, wê bi çi rengî azad bibe rê û rêbaz derxist. Teoriyek nû derxist holê. Ji artêşa wê bigre heta eniyê wê jin di nav jiyanê de xwe çawa birêxistin bike vana giş danî holê. Di manîfestoyê de jî hene, Serok vê baş dizane, kengî jin têk çû civak jî têk çû. Bi hev ve girêdayî ye. Ewilê jin dibe kole. Ewilê jin dixin, komînê belawela dikin, civakê belawela dikin. Yanî civak bê parastin dimîne. Heta Hz.Muhammed jî dixwaze di vê meseleyê de gavan bavêje lê rêhevalên wî astengiyan derdixin. Em bibêjin Hz.Omer hinek astengiyan derdixe. Hz.Elî bixwe jî dibe asteng. Giş wisa ne çimkî ew çandek e, nêzîkatiyek e. Paşê Hz. Muhammed gav paş de davêje. Ewil ayetên pir baş jî tên. Yanî Hz. Eyşe dixwaze hinek tiştan bi destê Hz. Muhammed ji jinan re veke. Lê nabe. Piştî wê feodalîzmê welê derbas kir. Kapîtalîzm jî jinan her têk dibe. Çimkî dema ku tu jinan dixî civak jî dikeve, dema ku tu jinan azad bikî dê civak jî azad bibe. Bi hev re girêdayî ne. Bûrjûvaziyê jî ev baş dîtiye. Îcar jin qels kiriye, xistiye, qaşo hinek hereket jî derxistine holê lê tu carî pirsgirêka jinan çareser nekiriye. Em bêjin sosyalîzma pêkhatî jî wisa kiriye. Yanî heta ev lîder jî, jiyana wan, têkiliyên wan ên bi jinan re dinêrî bûrjûvaziya biçûk e, têkiliya çîna navîn e. Azadî zêde tê de tune, an jî xwezayî zêde tê de tune, dîsa diyalektîkeke efendî-kole di nav wan de heye. Ji Marks bigire hetanî Lenîn, ji wir bigre hetanî Mao têkiliyên wan bi vî rengî ne. Serokatî ev baş dîtiye. Belasebep têkiliya xwe û Fatma mînak nade. Dibê, jiyaneke bi jinan re çawa pêk tê? Heta ji dayikê dest pê dike. Hêj di çend saliyê xwe de ji dayika xwe re dibêje ‘têkiliyen min û te bi qasî yên mirîşk û çêlikên xwe jî tune ye. Ji wê jî paşverûtir e.

Çimkî zimanê te tune ye, çimkî tu nikarî çanda xwe biparêzî û di nava jiyanê de bînî ziman. An jî kes çanda te nas nake, te jî nas nake, mektebeke te jî tune ye, zimaneke te jî tune ye, nasnameyek te jî tune ye.’ Ji bo vê yekê Serokatî ji zarokatiyê pê ve tê û civaka xwe ava dike. Di wê derê de fêm dike ku bê jin ev şoreş pêk nayê. Di nava şoreşê de dest davêje vê mijarê, pirtûkekê dinivisîne. Zêdetir piştî 86an, piştî ku Fatma direve, Serokatî dinivisîne. Em bibêjin ên ev zihniyet avakirî têkiliyên wî û Fatma ne. Ji têkiliyên xwe û Fatma dersekî mezin derxistiye. Rastî jî wisa ye. Têkiliyek ne ji rêzê ye. Serokatî ne tene bi çînan re bi dîrokê re dikeve têkiliyê. Fêm dike, ji wê derê analîz dike. Îcar piştî ku pirtûka ‘Kadin Aile Sorunu’ dinivisîne, her demê di nav analîzên xwe de dinirxîne. Hêdî hêdî jinên Kurd ber bi azadiyê ve diçe. Tevger wisa berdewam dike. Şehîd jî pir in. Eger ev tevger wisa bi pêş ketibe rola jinan heye, yek a jê esasî ev e. Çimkî Serokatî dibêje civakbuyîn bi pêşengtiya dayik-jin ava bûye. 30 hezar sal berê jinan roleke çawa lîst dixwaze ya niha jin di Yekitiya Komînên Demokratîk de pêşengtiyê bike. Çima? Rolê dide jinan, dizane dê jin roleke çawa bilîze. Zêdetir pêşengtiyê dide jin û ciwanan. Heta Serokatî dibêje bi qasî ku min ked da hevalên mêr, min ked bida hevalên jin belkî hîn zêdetir azadî di navbera me de bi pêş biketa. Jiyan bi têkiliyan tê avakirin. Nêzîkatiya Serokatî him bi civakê re, him bi jiyanê re, him bi têkiliyê ve çi ne, çawa ye, bi çi rengî ye? Ne tenê bi diyalektîka materyalist e, na, Serokatî ji wê derketiye. Heta dibêje hûn bixwazin hînî tiştekê bibin û fêm bikin, têkiliyên xweza, mirov û heta heywanan mêzê bikin. Yanî Serokatî diyalektîkê bi têkiliyan ve girêdide, hebûnê jî bi têkiliyan ve girêdide. Ev nêzîkatiyek nû ye. Mînak dide, hucre/şane jî bi têkiliyan ava dibin, yanî dijîn. Ji bona vê yekê nêzîkatiya Serok jî ev e; azadiya civakê bi têkiliyan ve girêdayî ye. Têkilî çiqas azad be jiyan jî dê ewqas azad be, civak jî dê ewqas azad be. Heta tu van têkiliyan azad nekî tu nikarî civakê azad bikî. Ji bo vê yekê mesele ne tenê leşkerî ye, na, Serokatî bi tenê wê nanirxîne. Dema ku li hemberî pergal û civaka kevneşopî rêya azadiyê ji jinan re vekî beriya her tiştî pêşiya azadiyê vedikî, pêşiya demokrasî, wekhevî û sosyalizmê vedikî. Civakeke sosyalîst çawa ava dibe, bi vî rengî ava dibe.

Têkiliyên di navbera jin û mêr de divê azad be. Serokatî dibêje ji ya niha û pêve jina filankesî, an jina filan malbatê, na, jina komînê heye. Ji bo mêr û zarokan jî ev pênase derbasdar e. Yanî zarok ên civakê ango ên komînê bi xwe ne. Ji bona vê yekê heta ku jin azad nebe civak jî azad nabe. Ev nêzîkatî ne tenê di aliyê teorîk de, di aliye pratik de jî bi Serok re derketiye pêş. Di pratika xwe de jî beramberiya xwe heye. Hîn nû cara yekemin e tevgereke sosyalîst tiştekî wisa dike. Tenê ne di peyvan de, di jiyanê de jî vê derdixe holê. Rêxistinên xweser derdixe holê. Xweseriya demokratik ne tene tiştekî siyasî ye, di heman demê de tiştekî civakî ye jî. Mînakekê bibêjim, Serokatî digot, di nava girtigehê de hûn dixwazin bi tenê bimînin an bi komî bimînin, kîjan demê ligel hev bin kîjan deme ji hev cuda bin? Em giş rabûn me got em dixwazin her tim bi hev re bin. Serokatî got ev şaş e, lazim e hûn bi roj ligel hev bin, bi şev jî bi tenê bin, ango divê ciyekî we yê bi tene hebe. Ev nêzîkatiya xweseriya demokratîk ji bona şexsan jî derbasdar e. Yanî wek civakekê bi roj werin gel hev lê ciyeke her kesê cuda lazim e hebe. Îca ji bona jinan jî ev derbasdar e. Serokatî heta em derketin jî, di hefteyê pênc rojan em dihatin gel hev, bi teqezî di hefteyê de herî kêm carekê li ser pirsgirêka jinan disekinî. Carna ev dibû du sê car jî. Rojev hebe tunebe ferq nake Serok amede dihat. Digot em îro bêjin li ser jin û azadî, jin û dewlet, jin û exlaq, jin û polîtîka, jin û ol yanî her carê meseleyek dianî di wê derê de nîqaş dikir. Lê amade dihat. Me fikrê xwe digot pişt re Serokatî rave dikir. Yan jî di şexsê me de, di nêzîkatiyên me de tiştê ku şaş hebin, nêrînên şaş hebin rave dikir. Ji bona vê yekê ev mijarek girîng e. Ne tenê li Rojhilata Navîn li cihanê jî yê ku tenê azadiya jinan temsîl dike û tevgereke sosyalîst û enternasyonalîst e, Tevgera Azadiyê ye, yanî Serokatî bixwe ye. Ji bona vê yekê jî ev tiştên ku hûn dibêjin rast e, bi jinan ve girêdayî ye. Di hêza ku Tevgera Azadiyê derxistiye de rola jinan di asta jor de ye, jin roleke mezin di vir de dilîze.

* Di vê pêvajoyê de berxwedana ku li Rojava derket holê ruhê yekîtî û gerdûnî ava kir. Di serî de hikûmeta Şam û heta hêzên navneteweyî neçar man ku paş de gav bavêjin û cara sêyemîn peymanê çêkin. Ev peymana ku bi ruhê berxwedêr hatiye çêkirin, ji bo pêşerojê dê di civakê de miqabiliya xwe çi be?

Ev peymana ku di vê dawiyê de pêk hat, divê mirov rola Serokatî ti carî ji bîr neke. Serokatî bi xwe ket dewrê. Her çiqas di çapemeniyê de nehatibe ziman jî, nehatibe gotin jî Serokatî bi dewletê re nîqaş kir, ji tevgerê re jî hinek agahî şand û hinek tişt amade kir ku Kurdan ji vê qirkirinê xelas bike. Yanî berê 15ê Sibatê çawa em bi ser ketin niha jî em bi mudexaleya Serokatî bi ser dikevin. 15ê Sibatê bû, Serokatî ket hundir, gotin wê çi bike. Gotin Serokatî wê wek şoreşgerekî kevn nizanim wê bêje filan tiştên we nas nakim, bêvan tiştên we nas nakim, rêya min rêya berxwedanê ye, hûn çi dikin bikin. Lê Serokatî bi vî rengî nêzîk nebû. Nêzîkatiyek nû nîşan da. Çi kir? Manîfestoya demokratik derxist holê. Parêzname li ser vê amede kir. Wê demê çend zilamên Amerîka û Îngîlîstanê hatin bi Serokatî re hevdîtin pêk anîn. Gotin lazim e tu li ber xwe bidî, berxwedaneke mezin pêk bînî. Ku wan di wê deme şerekî mezin di navbera Kurd û tirkan de plan kiribûn. Lê nêzîkatiya Serokatî ev hesap vala derxist. Serokatî dizanibû ev hêzên mezin dixwazin li Rojhilata Navîn çi bikin. Mesela ji vana yek Îsraîl e. Îsraîl dixwaze Kurdê xwe ava bike, Kurdekî di bin destê xwe de ava bike û ji bona berjewendiyên xwe wan bi kar bîne. Çimkî ji bona ku bijî, têkiliya Kurdan jê re lazim e. Îsraîl baş bi vê dizane, nêzîkatiya xwe jî wisa ye. Loma di komployê de ciyekî girîng digire. Mesela em bibêjin a niha qirkirinek hat serê Kurdan, hinekî din jî pêş de biçûna wê hinek din jî Kurd bikuştana. Çi kirin daxuyanî dan, bi ser hevala Îlham Ehmed re ketin têkiliyê û gotin hûn bixwazin em dikarin alîkariya we bikin. Yanî jixwe Kurd di astengiyê de ne, weke tirk dibêjin ‘mirinê nîşan didin û bi nexweşînê razî dikin’ tiştekî werê dixwazin bikin. Yanî Kurdan muhtacê xwe bikin. Çimkî hêza Kurdan a hewayî tune. Mesela ya niha bihata li DAIŞ bixista, ji bona Kurda wê çi bibûya? Îsraîl wê bibûya wek xwedayekî. Jixwe di serê hinek Kurdan de mezin e, a niha wê hêj zêdetir propaganda wê bihata kirin û bigotana em bi Îsraîlê re bikevin têkiliyê. Ango hesabekî wisa dixwestin bidin meşandin.

Serokatî ev jî vala derxist. Her kesî hesap dikir ku wê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratik vala derxin, wê ji holê rakin û Rojhilata Navîn jî gorî xwe dîzayn bikin. Çawa bixwazin welê bikin, jixwe wê PKKê jî tasfiye bikin. Hesap ev bû. Serokatî ev baş dît. Ji bona vê yekê dema mudaxale kir, pir hesas tevgeriya. Yanî ahengên heyî hemû li ber çavan girt. Kî mudaxale dike, çawa mudaxale dike, armaca wan çi ye, em ê çawa vala derxin? Wek 15ê Sibatê çawa bi seknekî şoreşgerî û nû vala derxist, a niha jî bi vî rengî ev qirkirina ku ji bona Kurdan dixwestin têxin rojevê, Serokatî pêşiya wê girt. Çimkî mekanîzmayek di wir de ava kir, mekanîzmayek nû derxist. Êdî pirsgirekek derket, bi sîleh an bi diyalogê meseleyê hal bike. Zemîna vê ava kir. Em a niha nikarin her tiştî bînin ziman lê tiştekî wisa derket holê. Dibêje ya min meseleya Kurd ji sêdarê girt û anî ser meseyê, niha jî Kurd ji qirkirinê girt û anî ser meseyê. Li ser diyalogê li ser hevdîtinê mesele hal kir. Bi vî awayî hesabê Anglo-Saksona ên di vê komloyê de cîh digirt vala derxist, ew dijî planê hiştin. Van hêzan xwestin di nava Kurdan de tiştekî ava bikin, di şûna Serokatî de yekî din binîn, di şûna paradîgmaya Serokatî de netewperestiya paşverû derxistin pêş, di şûna netewa demokratîk de netewdewletî pêş xistin. Ev jî her roj her roj di medyayê de, alema sanal de bi her awayî kar anîn. Di her alî de xwestin serê civakê tevlîhev bikin. Ne tenê êrişî Serokatî, êrişî HSDê jî kirin. Heta êrişî DEMê jî kirin. Rexne tiştekî cuda ye lê van bi zanistî, bi kordîneyî ev di navendekê de bi rê ve dibirin. Serokatî ew hemû vala derxistin. Him pêvajo xirab nekir, him devlet girt, him demek ji bo Kurda ava kir. Em nabêjin ev tiştekî mayînde ye, siyaset 24 seatan de tê guhertin. Tiştên nû derdikevin holê, faktorên nû derdikevin holê. Dîsa jî di van şert û mercên teng de Serokatî pêşiya vê qirkirinê girt. Em dikarin bêjin tenê mudaxale nekir ji bo Kurdan demek jî ava kir. Kurd niha dikarin xwe bêhtir bi rêxistin bikin. Ev saleke Serokatî heman tiştî dibêje, dema pêvajoyê dest pê kir jî wisa got. Got min demek ava kiriye ev dem pêwist e bibe dema Kurdan yanî Kurd pêwist e xwe bi rêxistin bikin. Kurd berovajiyê cihûya ne.

Em di nava pergalekî qirkirinê de ne lê belê em ne di ferqa vê de ne. Wek em tiştekî normal bijîn. Êrişeke Hamasê li hemberî Îsraîlê bû, çep, rast, sosyalîst, oldar bi giştî hatin cem hev. Çimkî gotin ew dixwazin civaka me ji holê rakin. Ji 1939an heta vê demê çi hatibe serê wan ew hatiye bîra wan. Ev xistine mêjiyê xwe yanî refleksa wan, psîkolojiyekî wisa hatiye avakirin. Kî dibe bila bibe hemû dibin yek siyasetê de li hemberî talûkeyê bi hev re tevdigerin. Kurd jiyana qirkirinê wek tiştekî normal dijîn. Lê belê qirkirin qet ji holê ranebûye, ev sed sal e pergal li ser qirkirina Kurdan didome. Di aliye aborî, siyasî, çandî û fizikî de jî qirkirinek hebû ya niha ya fizîkî derketiye holê. Dema şerê xweseriyê li Cîzirê, li aliyekî hinek mirov hatin şewitandin, lê li aliyekî din hin kesan goşt dipijandin. Her du jî Kurd bûn. Li cîhekî dawet bû û li cîhekî jî qirkirin bû. Ev deh salên dawî bandoreke neyînî li ser civaka Kurd kir. Em dinêrin niha mirov rabûne ser piyan û ew ruhê şorerşgerî yê berê hêdî hêdî bi gel re ava bû. Ev jî bi mudaxaleya Serokatî pêk hat.

* Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di manîfestoya xwe de, ji bo yekîtiya Kurdan gotibû, divê Yekîtiyên Komînên Demokratîk ên Kurdistanê ava bibe. Di berxwedana rûmetê ya Rojava de ev ruhê yekîtiyê jî derket holê. Gelo ev ji bo yekîtiya hêzên gelê Kurd ne bingeheke xurt e?

Serokatî di manîfestoyê de gelekî li ser meseleya yekîtiya Kurdan sekiniye û ji bo yekîtiya Kurdan gelek xebat meşandiye. Ji berjewendiyên Kurdan ên neteweyî bigire û heta hêza wan a tevahî bîne ba hev û yekitiyekê ava bike ku berjewendiyên hemû Kurdan bikaribe temsîl bike. Rêveberiya wan jî li ser navê Kurdan bikaribe biryarê bigire û tevahiya Kurdistanê biparêze. Dema ku em li komploya yekemîn meze dikin, em dibînin ku gelê Kurd ên her çar aliyên Kurdistanê rabûbûn ser piyan û gelek mirovan bedena xwe dabûn ber agir. Ev ruhê neteweyî û tifaqa Kurdan da avakirin. Hêzên hegemonîk ev îtîraf dikirin û gotin: ‘Me bawer nedikir ku evqas mirov li hemberî komployê rabin ser piyan û bertekan nîşan bidin.’ Ew komplo bi berxwedana jin, ciwan û gelê Kurd vala derket, polîtîkayên komlogeran têk çûn û paradîgmaya Serokatî bi ser ket. Ev serkeftin bû sedem ku careke din dewlet muhtac bibe û were cem Serokatî. Serkeftina din jî di nava Kurdan de ruhê neteweyî da avakirin û li hemberî şer û êrişan xweparastin bû. Serokatî ji bo kongreya neteweyî ava bike, rêxistinekî nû derxist holê û hinek xebat jî hatin meşandin. Li ser van esasan KNKê jî li her çar aliyên Kurdistanê xebat da meşandin. Lê hinek kes hene ku bi fikrê malbatî difikirin, berjewendiyên malbatî didin pêşiya berjewendiyên neteweyî. Mixabin ji fikrê yekîtiya neteweyî ya demokratîk dûr in. Lewra berjewendiyên wan dikete xeterî yê. Ev zihniyet li pêşiya kongreya neteweyî asteng in. Pêwist e dev ji berjewendiyên malbatî, êşîrtî berdin û berjewendiyên neteweyî bidin pêş û li dijî hêzên hegemonîk axa xwe û neteweya xwe biparêzin.

* Di vir de dema ku em rewşa Kurdan a yekîtiyê, ya Rojhilata Navîn, kaosa ku îro modernîteya kapîtalîst di cîhanê de daye ava kirin dinêrin dibînin ku xitimandineke heye. Ji bo çareserkirina van mijaran azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e dê xwedî bandoreke çawa be?

A niha pêwist e mirov sekn û xeta Rêbertî baş zanibê ku mirov rola Serokatî jî baş bizanibe, ji bo paradîgmaya wî were fêmkirin. Ew ne tenê Serokê gelê Kurd e. Hûn jî dizanin niha li Rojava gelên din jî bi HSD û YPJ re li ber xwe didin. Ev xweşk û biratiya gelan jî nîşan dide ku ev sekneke sosyalist e. Ereb û suryan jî Serokatî wek serokê xwe dibînin û jê re nameyan jî dişînin. Di xeta Serokatî de ev heye, wekheviya gelan jî heye. Serokatî ne tenê bi pirsgirêka Kurd re mijûl dibe, nêzîkatiyekî wî ya netewdevletî tine ye. Xwe tenê Kurd hesap nake. Mirovekî ku her tim dibêje ez sosyalist im. Wan rojan konferansek pêk hat, di vê konferansê de jî hin dîroknas, fîlozof, mirovên zanyar Serokatî wek rêberê xwe dibînin. Çimkî di sosyalizmê de yê ku pêşangtiyê dike Serokatî ye. Ji çend hezar kilometre dûr hatiye dibêje ez ji bo ronahiyê hatime. Yanî lêgerîna xwe ya sosyalîst di Serokatî de dibîne. Ji bo vê yekê azadiya Serokatî ne tenê azadiya gelê Kurd e, ne tenê azadiya jinan e, ne tenê azadiya xwezayê ye, ne tenê azadiya gelên Rojhilata Navîn e, azadiya hemû mirovên ku li pey sosyalizmê, demokrasiyê dimeşin in. Çimkî pêşengtiya wan hemûyan dike. Di bin van şert û mercên zehmet de tiştekî wek manîfestoyê derdixe. Tirkiye ewqas derfetên wan hene, nikarin dîrokê de tiştekî ava bikin, tiştekî nû, nêrînekî nû nikarin ava bikin. Ev xirabreşk ji zû de ye derketiye holê lê belê bêyî Serokatî kesekî din vê nêrîna ku Serokatî derxistiye holê dernexistiye. Zanist di xizmeta wan da ye, pere di xizmeta wan da ye, zaningeh hene lê dîsa jî di vê derê de tiştekî ji bo mirovatiyê, civakê dernakeve holê. Lê Serokatî bi nêrîna xwe, bi sekna xwe hin tiştan derdixe holê û wan dixe siyasetê. Dixe siyaseta vê demê yanî paradîgmayekî nû derdixe holê û pirsgirêk çawa dê bên çareser kirin, vana derdixe holê. Ji bo vê yekê azadiya Serokatî azadiya gelê Kurd e jî, azadiya Rojhilata Navîn e jî, azadiya sosyalîstan e jî. Hata anarşîst Serokatî wek serokê xwe dibînin. Dixwînin û tim dişopînin. Wan rojana di rojnameyê da derket li bakûrê Afrîka hinek kes pirsgirêkên xwe bi vê paradîgmayê dixwazin çareser bikin. Konfederalîzma demokratîk dixwazin di vê derê de ava bikin.

* Herî dawî tu dixwazî tiştekî taybet ji bo xwendevanên me bibêjî?

Bi rastî jî di 15ê sibatê de em çawa ketibûn xemgîniyê, hêstên me pir mezin bûn, çavên me reş bûbûn, hin tiştên çawa bibin êdî me nizanibû, me pêşiya xwe nedidît. Serokatî vê demê dîsa bi ser ket, nêrînên wî, sekna wî komplo vala derxist, hêvî da me. Wek em ê ji nû ve dest bi tiştekî bikin. A niha jî wisa ye. Çend roj berê gelê Kurd bi sere xwe bû lê aliyê moral da xemgîn bûn, pir tengijî bûbûn lê bi mudaxaleya Serokatî zayînek nû disa jiya. 15ê Sibata destpêkê de Serokatî çawa em xilas kiribûn niha jî em xilas kirin. Mirov qîmeta Serokatî baş bizanibe. Rêberên ku di dîrokê de derketibin, mirov hemûyan bide ser hev bes bi qasî Serokatî nabin.

Etîket: Abdullah Ocalankomploya 15ê SibatêRêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ciwan li Amedê bi Aktaş û Arkaş re civiyan

Ciwan li Amedê bi Aktaş û Arkaş re civiyan

15 SIBAT 2026
Li Rojavayê Kurdistanê protestoya 15ê Sibatê: Ji Rêber Apo re azadî, ji Rojava re statu TÊ NÛKIRIN

Li Rojavayê Kurdistanê protestoya 15ê Sibatê: Ji Rêber Apo re azadî, ji Rojava re statu TÊ NÛKIRIN

15 SIBAT 2026
DBP: Kobanê sey rûmetê însanîyetî payra ya!

DBP: Divê îradeya çareseriyê birêz Ocalan azad bibe

15 SIBAT 2026
Gelê Bismilê: Dem dema azadiya Rêber Ocalan e

Gelê Bismilê: Dem dema azadiya Rêber Ocalan e

15 SIBAT 2026
‘Em deyndarê Abdullah Ocalan in’

‘Em deyndarê Abdullah Ocalan in’

15 SIBAT 2026
Waştişê kurdan û embazanê înan zelal ê: Ganî Abdullah Ocalan azad bibo

Ji çar hêlên Ewropayê dirûşma ‘Ji Ocalan re azadî ji Rojava re statû’ olan da

14 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • SIBAT 2026 (566)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne