Li Bexdayê Koordînasyona Rêveberiya Dewletê li ser çend mijarên stratejîk ên li Iraq û qada navneteweyî civiyan û gotûbêjkirin.
Serokwezîrê Hikûmeta Federal Mihemed Şeyah El-Sudanî, duh êvarê civîna asayî ya Hevpeymaniya Rêveberiya Dewletê bi amadebûna Serokkomarê Iraqê Ebdulletîf Cemal Reşîd, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talabanî û Serokê Civata Nûneran Heybat Hemed El-Helbûsî û bi beşdariya serokên fraksyon û tevgerên siyasî yên girêdayî hevpeymaniyê pêk hat.
Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serokwezîriya Iraqê di civînê de li ser gelek mijarên stratejîk yên herêmî û navneteweyî gotûbêj hat kirin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Hevpeymaniyê piştgiriya danûstandinên berdewam yên di navbera Amerîka û Îranê de pêk tê dike.”
Daxuyanî wiha dewam kir: Beşdaran êrîşa terorîstî ya ku vê dawiyê li Îslam Ebada Pakistanê li dijî perestvanên bê guneh pêk hat şermezar kirin.
Her wiha dê rêveberiya hikûmetê têkildarî kontrolkirina deriyên sînor xurt bike û rê li ber hemî cûreyên qaçaxçîtiyê bigire. Tê gotin ku hesabê kêmkirina bac û gumrikê bê kirin.
Hat gotin ku di civînê de mijara herî berfireh hat gotubêjkirin mijara girtiyên endamên DAIŞê yên ku ji Sûriyeyê hatin veguhestin û li Iraqê hatin bicîhkirin bû. Hevpeymaniyê piştgirî da pêkanîna yasayên Iraqê ya derbarê endamê DAIŞê de. Derbarê veguhestinê de jî hat diyarkirin ku veguhestin endamên DAIŞê mîsogerkirina dadperweriyê ye. Bang li qada navneteweyî jî hat kirin ku berpirsiyariya xwe ya li ser mijarê bicih bînin. Di daxuyaniyê de bi taybetî welatên ku welatiyên wan ên endamên DAIŞê yên li Iraqê girtînê werbigirin.













