• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
20 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li gelek navçeyên Stenbolê amedekariyên Mitînga Azadiyê

    Li gelek navçeyên Stenbolê amedekariyên Mitînga Azadiyê

    Înîsiyatîfa Malbatên Pîrsûsê: Em ê tu carî dev ji doza edaletê bernadin

    Înîsiyatîfa Malbatên Pîrsûsê: Em ê tu carî dev ji doza edaletê bernadin

    ‘Polîtîkayên koçberiyê ji perspektîfa mafên mirovan dûr dikevin’

    ‘Polîtîkayên koçberiyê ji perspektîfa mafên mirovan dûr dikevin’

    Konferansa MÎA-FEDê: Divê em Îslama Demokratîk ava bikin

    Konferansa MÎA-FEDê: Divê em Îslama Demokratîk ava bikin

    ‘Dewleta ku Kurd înkar dikir, niha li ser maseya muzakereyê ye’

    ‘Dewleta ku Kurd înkar dikir, niha li ser maseya muzakereyê ye’

    Li Bedlîsê cerdevanan zêdetirî 100 pezên gundiyan kuşt

    Li Bedlîsê cerdevanan zêdetirî 100 pezên gundiyan kuşt

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li gelek navçeyên Stenbolê amedekariyên Mitînga Azadiyê

    Li gelek navçeyên Stenbolê amedekariyên Mitînga Azadiyê

    Înîsiyatîfa Malbatên Pîrsûsê: Em ê tu carî dev ji doza edaletê bernadin

    Înîsiyatîfa Malbatên Pîrsûsê: Em ê tu carî dev ji doza edaletê bernadin

    ‘Polîtîkayên koçberiyê ji perspektîfa mafên mirovan dûr dikevin’

    ‘Polîtîkayên koçberiyê ji perspektîfa mafên mirovan dûr dikevin’

    Konferansa MÎA-FEDê: Divê em Îslama Demokratîk ava bikin

    Konferansa MÎA-FEDê: Divê em Îslama Demokratîk ava bikin

    ‘Dewleta ku Kurd înkar dikir, niha li ser maseya muzakereyê ye’

    ‘Dewleta ku Kurd înkar dikir, niha li ser maseya muzakereyê ye’

    Li Bedlîsê cerdevanan zêdetirî 100 pezên gundiyan kuşt

    Li Bedlîsê cerdevanan zêdetirî 100 pezên gundiyan kuşt

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Divê destkeftiyên jinên Kurd bên parastin’

Omer Demîr /AW

9 SIBAT 2026 - 09:31
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Stenbol – Aktivîsta TJAyê Ayşe Aksoy û Dayika Aştiyê Bedîa Gokyuz diyar kirin ku Şoreşa Rojava bi keda jinê derketiye holê got: “Em qebûl nakin ku tu destkeftiyên gelê Kurd ji holê bê rakirin. Divê destkeftiyên jinên Kurd bên parastin.”

 

Çeteyên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê di 6ê Çileyê de êrişî taxên Kurdan ên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kirin. Di şer de gelek sivîl û hêzên parastinê yên bajêr jî jiyana xwe ji dest dan. Heman êriş li dijî Rojava berdewam kirin û çeteyek keziyên şervenekê jê kirin. Li dijî tevahî êrişên ser Rojava YPG, YPJ û HSDê bersivekê tund da û xwediderketina destkeftiyên jinan, destkeftiyên Kurdan û parastina Rojava ket bû sedema berteka hemû Kurd û dostên Kurdan. Di encama têkoşîna hatiye dayîn di 30ê Çileyê de Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê bi navbenkariya Amerîka û Fransayê peymanek hat îmzekirin û şer hat rawestandin.

Aktîvîsta TJAyê Ayşe Aksoy, û Dayika Aştiyê Bedîa Gokguz têkildarî êrişên li ser Rojava û di berxwedana Rojava de ser rola jinê ji ajansa me re axivî.

‘Jinên Kurd şoreşa cîhanê pêk anîn’

Ayşe Aksoy anî ziman ku êrişen li ser jinê ji berê ve heye û wiha axivî: “Di dema avabûna cîhanê û ji vir ve êriş li ser jinê hene. Êrişa li ser jin û şervanê Kurd jî cuda ye. Ji ber ku jina Kurd di cîhanê de şoreşa jinê pêk aniye êv êriş pêk hatin. Belê serhildana jinê çêbûye, jin hin mafên xwe bi dest xistine. Lê di cîhanê de şoreşa jinê ya yekemîn jina Kurd pêk aniye. Sedema êrişên li ser jinên Kurd jî ji vê bingehê pêk tê. Îro jiyan li ser hebûn û tunebûna jinê hatiye avakirin. Lewma îro jinên Kurd tên hedefgirtin. Dema êriş li ser Rojava pêk hat jinekê şervan ji avahiyê çeteyan ve ji avahiyekê hat avêtin û keziya jinekê hat jêkirin. Ev êriş di şexsê jinê şervan de li ser tevahî jinên Kurd pêk hat.”

‘Şoreşa Rojava bi keda jinê derket holê’

Ayşe Aksoy di berdewamiya axaftina xwe de bibîr xist ku şoreşa Rojava berdewamiya têkoşîna jina Kurd ya 40 salî ye û got: “Jina Kurd doza hebûn, nasname û azadiya xwe meşand û di vê rêyê de gelek bedel jî da. Em dizanin ku Şoreşa Rojava bi keda jinê derket holê. Dema şervana Kurd ji qatên jor ên avahiyê avêtin xwarê û keziyên wê hatin jêkirin, hêrsa jina Kurd pir zêde kir. Li dijî vê yekê tevahî cîhan rabû li ser pêyan. Jinên ku ne Kurd in jî li dijî vê êrişa li ser jinên Kurd deng derxistin. Di berxwedana Rojava de rola jinê gelek girîng e. Di vê carê jî jina Kurd bû hedefa êrişan. Lê gelê Kurd li dijî êrişên li ser Rojava rabû. Tevahî cîhan dît ku gel û jina Kurd serî natewîne.”

‘Jina Kurd xwedî hêz e’

Ayşe Aksoy destnîşan kir ku îro tê xwestin destkeftiyên gelê Kurd holê bê rakirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em qebûl nakin ku tu destkeftiyên gelê Kurd ji bê holê rakin, bi taybetî jî destkeftiyên jinên Kurd. Îro jina Kurd xwedî hêz e, hêza vê ya parastin û leşkerî heye. Berxwedana jina Kurd îro hatiye astekî bilind û ji jinên cîhanê re mînak e. Divê tevahî jinê cîhanê deng derxê û li ser piya be. Rojava bi keda salan e hatiye avakirin. Divê tevahî cîhan destkeftiyên jinên Kurd biparêze.”

‘Divê jinên Kurd xwedî hêz bin’

Dayika Aştiyê Bedîa Gokguz jî diyar kir ku di îmzekirina peymana li Rojavayê de jin cihekî gelek girîng girtin û wiha axivî: “Jixwe jin li Rojava xwedî hêz in. Lewma di serî de êrişî jinan kirin. Li Rojava jin li ber xwe didin, îro li tevahî cîhanê jî jin li ser pêyan in. Divê tevahî jin ji xwe bawer bin.”

‘Divê pêşengên Kurdan jî bibin yek’

Bedîa Gokyuz bal kişand ser girîngiya peymana hatiye Îmzekirin û derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Li Rojava peymanekê heye lê hê jî dorpeça li ser Kobaniyê berdewam dike. Deriyên sînoran girtiye ji ber ku di êrişan de destê Tirkiyeyê heye. Bila dewleta Tirkiyeyê destê xwe jî gelê Kurd vekişîne. Divê gelê Kurd bibe yek ku êdî xwîna gelê Kurd neyê rijandin. Jixwe gelê Kurd ev çend roj in li ser pêyan e, divê pêşengên gelê Kurd jî bibin yek. Divê jinên Kurd jî xwedî hêz bin û li dijî dijminên xwe bisekinin.”

 

Etîket: Aktivîsta TJAyê Ayşe AksoyDayika Aştiyê Bedîa Gokyuz
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Avakirina Komînan divê teqez bê pêşxistin

    Abdullah Ocalan: Avakirina Komînan divê teqez bê pêşxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Bedlîsê cerdevanan zêdetirî 100 pezên gundiyan kuşt

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mehmet Kamaç: Gel amade ye divê partiyên Kurdan jî amade bin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mîrateyek ji bîra aborî û çandî ya Amedê hildiweşe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 20ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ÎHD: Rasul Kocaturk û Resûl Baltaci demildest berdin!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Welat û Aram kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Ol ji pergala exlaqî û jiyana civakî hatiye dûrxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xizmên Windayan: Heya aştî pêk neyê winda jî nayê dîtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serlêdanên ji bo Kargehên KASEDê dê heta 16ê Tîrmehê bidomin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (579)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne