DEM Partî, TJA Û û HDK ji bo rakirina dorpêça li ser Rojava li Stenbolê daxuyanî dan û diyar kirin ku hêzên komploger xwestin dîsa komployekê pêk bînin, bi berxwedana gelê Kurd komploger têk çûn.
Li Stenbolê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) li Kolana Demokrasiyê ya navçeya Sancaktepeyê daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Sancaktepeyê Ayşe Çîftçî ve hat xwendin.
‘Bi berxwedana gelê Kurd komleger têk çûn’
Ayşe Çîftçî diyar kir ku Rojava ne bi tenê ye û wiha axivî: “Êrişên li ser Rojava li dijî pradîgmaya neteweya demokratîk pêk hat. Hêzên komploger xwestin dîsa kompleyekê pêk bînin. Bi berxwedana gelê Kurd komploger têk çûn û pêşiya şerê di navbera Kurd û Ereban de hat girtin. HTŞ bi alîkariya dewleta Tirk dest bi êrişan kir û ev 17 roj in li Kobanê dorpêç heye. Modernîteya Kapitalîst ji gelê Rojhilata Navîn re şer rewa dibîne. Lê modela ku li Rojava hatiye avakirin li dijî êrişên moderniteya kapîtalist li ber xwe dide.”
‘Em ê bibin dengê Rojava’
Ayşe Çîftçî destnîşan kir ku li Rojava îro agirbest heye û got: “Lê em nizanin ku ev agirbest dê dembirej bê yan na. Îro Rojava di bin dorpeçê de ye. Av, nan, kehrebe û derman tune ye. Li Amedê 25 TIR alikarî hat şandin, lê ev alîkarî hat astengkirin. Em vê biryarê qebûl nakin. Divê demildest deriyê sînor ê Murşîtpinarê were vekirin. Îro li gelek welatan ji bo Rojava çalakî hene. Divê heta ku destkeftiyên gelê Kurd misoger bibe divê xwedîderketina Rojava berdewam bike û em ê bibin dengê Rojava.”
Daxuyanî bi dirûşmeya “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.













