Bi hezaran Kurdistanî li Ewropayê ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyan daketin qadan û diyar kirin ku heta êrîş bidomin dê berxwedana wan jî bidome.
Piştî HTŞê û komên çeteyan ên girêdayî Tirkiyeyê êrîşên xwe yên li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û bajajarên Kurdan ên Rojava zêde kirin, gel 2 rojan li çar parçeyên Kurdistanê û ewropayê bi şev û roj li qadan çalakiyan li dar dixin. Îşev jî bi deh hezaran Kurd û Kurdistanî li bajarên Koln, Berlîn û Osloyê li hev kom bûn û meşên girseyî li dar xistin. Kurd û Kurdistaniyan di çalakiyan de bê navber dirûşmeyên ku piştevaniya Rojava dikin berz kirin û alên YPG, YPJ û HSTê rakirin. Girseyên ku daketin qatan bang li saziyên mafên mirovan û Yekîtiya Ewropayê kirin û xwestin li dijî van êrîşên li ser gelê Kurd bêdeng nemînin.
Li Lozanê jî bi heman armancê bi hezaran kom bûn û êrîşên li ser Rojava şermezar kirin.













