Bi dronên xwekuj navenda navçeya Soran ya ser bi îdareya serbixwe ya Soranê hate bombebarankirin. Her wiha rejîma Îranê dubare êrişî Kampa Surdaş ku Baregeha Partiya Komela Zehmetkêşan ya Kurdistanê kir.
Li gorî nûçeya Rojnewsê bi dronên xwekuj cihê şûştinê ya Karwan Sera li taxa Westa Receb a navenda navçeya Soranê hate bombebarankirin.
Li gorî agahiyên hatin girtin, dubare êrişî Kampa Surdaş ku Baregeha Partiya Komela Zehmetkêşan ya Kurdistanê û malbatên penaber yên ji Rojhilatê Kurdistanê lê diminin, hatiye kirin. Kampa Sûrdeşt ser bi Parêzgeha Silêmaniyê ye.
Hate ragihandin ku bi du dronên xwekuj êriş pêk hatiye, ti ziyanên canî pêk nehatine.
Her wiha bi dronên xwekuj êrişek li ser bîrên petrolê ya Amerîka li devera Meyrokê ya Herêma Çiyayê Garê hatiye kirin. Çavkaniyan piştrast kir ku du carî êrişî bîrên petrolê hatiye kirin. Li gorî şahidan, dron ji aliyê Mûsil ve hatiye şandin.
Hêjayî bibîr xistinê ye ji saetên êvarî ve bê navber êrişî gelek navendên Başûrê Kurdistanê tê kirin. Rejîma Îranê ji êvarî ve êrişî Koye, bajarokê Rizgarî ya ser bi Hewlêr û Lûtkeya Çiyayê Berfî Mîrî ya Helebceyê kir û di van êrişan de kesek birîndar bûye.













