Rêxistinên DEM Partî, DBP û MEBYA-DERê bi girseyî serdana şîna endamê PKKê Abdulhakîm Goren kirin.
Endamên MEBYA-DER, Dayikên Aştiyê, rêxistinên Partiya Herêmên Demokratik (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Şirnex û navçeyên wê, hevşaredarên Cizîr û Hezexê çûn serdana şîna endamê PKKê Abdulhakîm Goren (Mûrad) ê 14ê sibata 2018an li Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest dayî.
Ji ber ku dewlet destûr nade ku şîn li mala şînê ya taxa Cûdî ya Silopiya were danîn malbatê li hewşa xwe şîn danî. Serdana şînê bi rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê endamê MEBYA-DERê Huseyîn got ku ew ê her tim li pey rêya cangoriyên Kurdistanê bin.
Hevserokê Partiya DEMê Ramazan Ûysal jî di axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got; “ Em destpêkê cangoriyê xwe bi bîr tînin. Em wek rêxistin divê em xwedî li pêvajoyê derkevin ku bibin layîqê cangoriyên vê axê.”
Malbata Goren jî got ku Goren cangoriyê gelê kurd e.
Pîştî axaftinan dûa hatin xwendin.