Endam û rêveberên MEYBA-DER, TJA, DBP û DEM Partiyê bi girseyî çûn şîna endamên HPGê Şahabedîn Kandemîr û Emîn akinci û sersaxî ji malbatan re xwestin.
Endamên Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî), bi girseyî li mala şînê ya farqînê ya girêdayî navçeya Rezan a Amadê çûn şînên endamên HPGê Şahabedîn Kandemîr (Kerem) û Mehmet Emîn Akinci (Bilind) û sersaxî xwestin. Girse bi meş çûn mala şînê û dirûşmeya “Şehîd Namirin” berz kirin. Girseyê di serdanê de ji bo hemû kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin. Di şînê de birayê Şahabedîn Kandemîr, Galîp Kandemîr axivî û wih agot: “Wek malbat em hevî dikin hûn jî dê serbilind bibin. Ev rêya şeref û xîretê ye. Îro mafê gel ê me jî heye ku gelê me azad bijî. Ez ji ber tekoşîna şehîdan bejna xwe ditevînîm.”













