Şirnex – Gel li navçeya Hezexê bi girseyî serdana şîna endamên PKKê Ramazan Çakarsin û Harun Sune kir.
Li navçeya Hezex a Şirnexê ji bo endamên PKKê Ramazan Çakarsin (Sebest) li Taxa Tûrgût Ozal ku 1998an jiyana xwe ji dest daye û Harûn Sune (Şevger Rojger) li gundê Bafê ku 2019an jiyana xwe ji dest daye şîn hate danîn. Parlementera DEM Partiyê Newroz Ûysal Aslan, hevserok û rêveberên DEM Partî û DBPê yên Şirnex û navçeyên wê, endamên TUHAD-DER Botan û MEDYA-DERê aktîvîstên TJAyê, dayîkên aştiyê, hevşaredar û endamên şaredariyên DEM Partiyê yên herêmê bi girseyî çûn şînê. Di serdana şînê de ji bo cangoriyên azadiyê dua xwendin. Piştre ji bo cangoriyên azadiyê rêz girtin. Piştî rêzgirtinê Parlementera DEM Partiyê Newroz Ûysal Aslan axivî û got ku bi saya van şehîdan îro gehiştine qanaxeke nû. Newroz Ûysal pemana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 9î mehê bi bîr xist û got ev peyam ji bo şehîdan û gelê Kurd mizgîniyek û deriyê rêyek nû ye.
Malbatên Sune û Çakarsin jî diyar kirin ku ew tenê ne şehîdên mslbatê ne, ew şehîdê hemû gelê Kurd in.
Serdana şînê bi duayan bi dawî bû.