• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
10 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Geverê teqîn: Şivanê zarok birîndar bû, gelek pez mirin

    Li Geverê teqîn: Şivanê zarok birîndar bû, gelek pez mirin

    Li Wanê konên ‘Zimanê Kurdî’ hatin vedan

    Li Wanê konên ‘Zimanê Kurdî’ hatin vedan

    MED-DERê bernameya zarokan li dar xist

    MED-DERê bernameya zarokan li dar xist

    Barzanî û Erdogan civiyan: Geşedanên herêmê hatin nîqaşkirin

    Barzanî û Erdogan civiyan: Geşedanên herêmê hatin nîqaşkirin

    Xelkê Hesekê çalakiya ji bo tabeleya bi Kurdî didomîne

    Xelkê Hesekê çalakiya ji bo tabeleya bi Kurdî didomîne

    ÎHDa Stenbolê: Divê Şefîka Kandar a 66 salî bê berdan  ÎHDa Enqereyê: Girtiyê nexweş Cengîz Çelîk tavilê berdin

    ÎHDa Stenbolê: Divê Şefîka Kandar a 66 salî bê berdan
    ÎHDa Enqereyê: Girtiyê nexweş Cengîz Çelîk tavilê berdin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Geverê teqîn: Şivanê zarok birîndar bû, gelek pez mirin

    Li Geverê teqîn: Şivanê zarok birîndar bû, gelek pez mirin

    Li Wanê konên ‘Zimanê Kurdî’ hatin vedan

    Li Wanê konên ‘Zimanê Kurdî’ hatin vedan

    MED-DERê bernameya zarokan li dar xist

    MED-DERê bernameya zarokan li dar xist

    Barzanî û Erdogan civiyan: Geşedanên herêmê hatin nîqaşkirin

    Barzanî û Erdogan civiyan: Geşedanên herêmê hatin nîqaşkirin

    Xelkê Hesekê çalakiya ji bo tabeleya bi Kurdî didomîne

    Xelkê Hesekê çalakiya ji bo tabeleya bi Kurdî didomîne

    ÎHDa Stenbolê: Divê Şefîka Kandar a 66 salî bê berdan  ÎHDa Enqereyê: Girtiyê nexweş Cengîz Çelîk tavilê berdin

    ÎHDa Stenbolê: Divê Şefîka Kandar a 66 salî bê berdan
    ÎHDa Enqereyê: Girtiyê nexweş Cengîz Çelîk tavilê berdin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Parlamenterên jin dê rol û rista xwe ya çareseriyê nîqaş bikin

Omer Demîr / AW

27 GULAN 2025 - 08:03
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Amed – Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal têkildarî konferansa parlamenterên jin ên Kurd ku di 28-29ê Gulanê de li Amedê pêk bê nirxand û got: “Dê rola parlamenterên jin ên li ser yekitiya neteweya Kurd bê nîqaşkirin. Dîsa dê rola parlamentoyê ya li dijî tundiya li ser jinan bê nîqaşkirin.”

Tevgera Jinên Azad (TJA), di 28-29ê Gulanê de li Amedê Konferansa Parlamenterên Jinên Kurd li dar dixe. Ji çar beşên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û gelek deverên Ewropayê parlamenterên jin ên Kurd dê beşdarî konferansê bibin.
Jinên ku nikaribin bi fîzîkî beşdar bibin jî dê bi rêya onlîne beşdar bibin. Parlamenterên jin dê ezmûnên têkoşîna jinan û destkeftiyên xwe parve bikin. TJA dê bi dirûşma “Em siyasetê demokratîk bikin civaka demokratîk ava bikin” konferansê pêk bîne.

Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal têkildarî konferansê ji Ajansa Welat (AW) re axivî. Newroz Uysal ewil li ser armanca konferansê axivî û diyar kir ku ji navê konferansê armanca konferansê aşkere dibe û got: “Li ser Kurdbûnê, li ser mafê netewbûnê , mafê gelê Kurd li dijî pergala zilm û înkara li Kurdistanê gelek xebat hatin kirin. Jinên Kurd li dijî vê pergala tundî, înkar û zayendperestiyê li çar parçeyan gelek dan û stendin kirin. Jin digêjin hev û xebatên hevpar pêk tînin.”

Newroz Uysal da zanîn ku dê pirsên ‘Hem jin û hem jî parlamenter dê li ser siyaseta demokratîk bondarek çawa bike? Em siyasetmendarên jin ên Kurd li parlamentoyê temsiliyetêkê çawa dikin? Rolêkî çawa dileyzin? Di siyaseta demokratîk û pir rengî de em roleke çawa dilîzin? niqaş bikin û wiha axivî: “Di vê konferansê de em parlamenterên jin dê bên cem hev serpêhatî û tecrubeyên xwe bi hevre parvebikin. Em ê hev xurt û bi hêz bikin. Em di demeke pir hesas û kritik re derbas dibin. Wekî jinên parlamenter em ê çawa karibin vê berpirsiyariyê hilgirin. Em ê karibin li hemberî vê siyasetê helwesteke çawa dînin. Ji xwe armanc ew e ku di parlamentoyê de jinên Kurd temsîliyeteke çawa dikin. Xwedî tecrubeyên çawa nin? Em dikarin di pêşerojê de çawa bi hevre kar bikin. Em ê van tecrubeyan çawa parve bikin û têkiliyekî mayînde ava bikin.”

Salek e amadekarî tê kirin 

Newroz Uysal destnîşan kir ji bo konferansê gelek xebatên cuda hatin kirin û wiha pêde çû: “Jinan ji bo neteweya Kurd gelek konferans pêk anîn. Gelek komxebat û danûstandin çêkirin. Ji bo vê konferansê ev demeke dirêj e hevalên me ji bo komîsyona amadekar xebatên cuda dikin. Li çar aliyê Kurdistanê, Ewropa civînên cuda li dar xistin. Jinên ku di partiyên siyasî yên cuda de nûnertiya wan heyî bi wan re danûstandin kirin. Mînakên li dinyayê bi vê minasebetê çi jiyane, tecrûbeyên çawa bi dest xistine lêkolîn kirin. Ev nêzî salakê amadekariya konferansê tê kirin. Ev çend mehên dawiyê xebat zêdetir kirin. Li ser vê xebatê lêkolîn kirin. Temasê rû bir û hatin kirin. Bi partiyên cuda re jinên cuda re hevdîtin hatin kirin. Li ser konferansê dan û stendtin hatin kirin. Amadekarî bi dawî bûne. Konferans dê bi pêşengtiya TJAyê li Amedê pêk bê. Ji ber vê dê bêtir jinên siyasetmendar ên Kurd dê pêşengtiya wê bikin. Amadekarî berdewam dike. Bi taybetî jî lê Amedê amadekarî didomin.”

Dê jinên xwedî tecrube beşdarî konferansê bibin

Newroz Uysal da zanîn ku li Bakûrê Kurdistanê tecrûbeta siyaseta jinên Kurd a li parlamentoyê bi Leyla Zana di salên 1990î dest pê kiribû û wiha domand: “Wekî pêşengtî bandoreke mezin heye. Li Bakûrê Kurdistanê jî Leyla Zana û heta niha jinên ku di siyaseta demokratîk de cih girtine dê beşdarî konferansê bibin û nûnertiya siyaseta demokratîk bikin. Dê namzetê serbixwe û partiyên wekî BDP, DTP,HDP û DBP heta niha tev li siyasete bûne dê cihê xwe bigirin. Dîsa li Başur partiyên cuda YNK, KDP, Yekgirtî û GORAN jinên ku di nava wan de siyasetê dimeşînin û yên demên borî û dema niha dê tev li bibin. Bi wan re têkilî hat danîn. Dîsa dê ji ewropayê welatên cuda parlamenterên jin ên di parlamentoyê federal û navendî de cihên xwe girtîne dê beşdar bibin. Di nava wan de nûnerên partiyên çep, kesk û demokratîk hene. Dê zêdetir bi sembola jinên Kurd beşdar bibin. Dê di konferansê de pirr rengiyek hebe. Dê ji siyasetên cuda yên diasporayê cihê xwe bigire. Jinên Êzidî yên di parlamentoyê de ne dê beşdar bibin. Dîsa li Rojava nûnerên jin ên pêşengtiya pradîgmaya nû dikin dê beşdar bibin. Wekî pêşengtiya siyaseta azadiya jinê dê rola xwe bigirin. Dê siyaset û qadên cuda beşdar bibin. Dê di siyasetê de pir rengiyek hebe. Em bawer dikin dê encam jî jî pirr rengî be. Ev konferans cara yekemîn e pêk tê. Ji ber vê jî ev konferans destpêk e.”

Dê çar kargeh bên lidarxistin

Newroz Uysal li ser mjarên konferansê jî rawestiya û ev agahî dan: “Dê di roja yekemîn de jin tecrûbeyên xwe parve b.ikin. Dê di roja duyemîn de çar kargeh bên lidarxistin. Dê di her kargehê de pirsgirêk û çareserî bên nîqaşkirin. Ji xwe encamname jî dê li gorî wê pêk bê. Dê mekanîzmayeke çawa bê avakirin, dê konferas ji çend salan carekê pêk bê, dê çawa xwe bi rêve bibe dê tev bên niqaşkirin. Ez bawer im di pêşerojê de ev konferans mayînde bimîne. Karektera derketiye holê netewbûn e.”

Dê di siyaseta demokratîk de israr bikin

Newroz Uysal bibîrxist ku her çiqas parlamanterî qekî nûnertiya fermî demeke bi sînor be jî, lê jin dê di siyaseta demokratîk de ji bo pêşengiyê her tem xebatên xwe berdewam bikin û di vê yekê de israr bikin û wiha bi dawî kir: “Jin dê her tem li dijî karakrerê siyaseta mêranî têkoşîna xwe berdewam bikin. Her çiqas fermiyeta parlamenteriyê xelas bibe jî em ê berpirsiyariya xwe ya siyaseta demokratîkbûnê berdewam bikin û israr bikin. Di azadiya jinê de em ê bi rêbazên nû têkoşîna xwe berdewam bikin. Em jî bi vê têkoşîne îro hatine li vir û peywîrê dimeşînin û peywîrên cudatir pêşiya me ne. Kargeha yekemîn karakterê konferanse ye. Wekî jinên ku di parlamentoyê de mekanîzmayekî çawa bikarin çêbikin. Kargeha duyemîn di yekitiya neteweya Kurd de parlamenterên jinên Kurd dikarin rolêkî çawa bileyzin û bandorekî çawa bidin ser van mijaran nirxandin werê çêkirin. Di kargeha sêyemîn de tundiya li ser jinê, li ser politîkayên zayendî û nenaskrina jinê di parlamentoyê de çî tê nîqaşkirin. Hemberî vê helwestekî çawa em ê derxin holê. Parlamentoya Başûr li ser tundiya jinê qanûnek çêbibe em jinên Bakûr çawa dikarin deng derxin. Anjî li Tirkiyeyê Peymanê Stenbolê zêdetir tê nîqaşkirin çawa werê nîqaşkirin. Temsiliyatê me bi qota yê em ê çawa bînin di asta wêkheviyê de. Di kargeha çaremin de jî em jinên Kurd siyasetên cuda, nêzikatiyên cuda pirr rengî pirr siyasetî pirr cudahî tê diyarkirin. Wê demê em wekî jinên Kurd bandorek û guhertinekî çawa çêbikin. Em dikarin ji vê xwe xurt bikin dê ev werê nîqaşkirin. Di dawiyê de jî encamnameyekî derbikevê li gorî vê encamnameyê jî hem nîqaşên hatine kirin raya giştî re werê parvekirin hem jî ji bo pêşerojê ji bo vê konferansê nexşereyek çêbibe.”

Etîket: JinKonferansNewroz UysalTJA
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Stenbolê çalakiya jinan: Em ê dengê hev bilind bikin

Li Stenbolê çalakiya jinan: Em ê dengê hev bilind bikin

2 GULAN 2026
Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Keda ku me îro li ser pêyan digire têkoşîna komunê ye

Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Keda ku me îro li ser pêyan digire têkoşîna komunê ye

1 GULAN 2026
Konferansên rêveberiyên herêmî yên DEM Partiyê didomin

Konferansên rêveberiyên herêmî yên DEM Partiyê didomin

24 NÎSAN 2026
Jin li Îzmîrê ji bo Îlayda Zorlu meşiyan: Ne xwekujî ye, kuştin e

Jin li Îzmîrê ji bo Îlayda Zorlu meşiyan: Ne xwekujî ye, kuştin e

23 NÎSAN 2026
Jinan bertek nîşanî mirina Îlayda Zorlu da: Kujer malbat û dewlet e

Jinan bertek nîşanî mirina Îlayda Zorlu da: Kujer malbat û dewlet e

21 NÎSAN 2026
Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk dê li Amedê konferansekê li dar bixe

Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk dê li Amedê konferansekê li dar bixe

21 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Di arşîva Werner Finke de jiyana Kurdan a berê

    Di arşîva Werner Finke de jiyana Kurdan a berê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zana Farqînî: Zimanê ku derbasî zarokan nebe, li ber mirinê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 9ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Gundê Êlê 30 sal in qedexe ye: Em dixwazin qedexeya li ser gund bê rakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Di hefteya 900emîn de bang kirin: Divê dewlet bi cînayetan re hevrû bibe û lêborînê bixwaze

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Enstîtuya Kurdî ya Amedê ferhengeke nû ya Kirmanckî weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ziman ji bo nifşên nû mîrateya herî mezin e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mamosteyê Komeleya Nûbiharê: Dema ku ziman tune bibe, gel jî tune dibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xizmên Windayan li sê bajaran çalakiya xwe domandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Geverê teqîn: Şivanê zarok birîndar bû, gelek pez mirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (230)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne