Peymana di navbera HSDê û hikumeta demkî a Sûriyeyê de, hinek pirsan jî bi xwe re anî. Gelo ev peyman ji bo Kurdan çi dibêje? Her wiha divê mirov xalên peymanê çawa bixwîne. Ya herî berbiçav mirov dikare bêje ev peyman serkeftina Kurdan e û ev serkeftin di encama berxwedana gel de bi pêş ketiye.
Naveroka peymana di navbera Hêzên Suriya Demokratîk (HSD) û hikumeta demkî a Sûrî ji raya giştî re hate ragihandin. Peyman bi giştî bi awayeke erênî hate pêşwazîkirin. Bi taybet weke serkeftineke Kurdan hate şîrovekirin. Di peymanê de gav bi gav dê çi bêne kirin hate diyar kirin. Her wiha di her gavê de dê çi bêne kirin xal bi xal hatin pênase kirin. Lê belê hin xalên peymanê di serê civakê de baş ne rûniştiye. Her wiha li ser hin xalan jî nîqaş berdewam dikin.
Weke Ajansa Welat me xwest piranî pirsên di serê civakê de çine û bersivê wan pirsan mirov çawa dikare bide rêz bikin.
Li ser peymanê pirs û bersiv, ev in:
* Piştî şoreşê, Rojava weke herêmeke xweser dihat birêvebirin. Ev rewş dê çiqas biguhere?
Meseleya xweseriyê bi awayekî îdarî ji sedî sed dê biguhere. Herêmên Kurdan ne weke herêmên xweser lê bi awayeke rêveberiyek xwecihî bê birêvebirin. Ango dê pergal girêdayî navendê be lê ji aliyê îradeya bajaran ve bê birêvebirin.
* Parêzgehên Sûrî çawa têne birêvebirin, Rojava dê çawa bê rêvebirin?
Li Sûrî parêzgeh ji hêla waliyan ve têne birêvebirin. Li gorî makezagonê walîtiya parêzgehekê karên îdarî, perwerdehî, tenduristî, bajarvanî, xizmetên civakî, avadanî, pîşesazî, hatinûçûn, çandinî, turîzm dimeşîne.
Li Rojava dê ev karûbarên ha dê bi vê rengê be lê ji vê cudatir dê karên asayîş û parastina bajêr jî dê girêdayî walî be. Yanî wek rêveberiyek otonom dê tevbigere.
* Saziyên fermi yên bajarên Kurdan dê kî birêve bibe, wezîfedarkirina rêveberên saziyan wê çawa bê kirin?
Saziyên fermî yên tevahiya bajaran dê girêdayî walîtiya wê parêzgehê be. Berpirs û xebatkarên wan saziyan dê ji hêla walî ve ji herêmê werin wezîfedarkirin. Tenê li bajarê Hesekê Midurê Ewlehiyê li ser pêşniyara hikumeta navendî dê ji hêla walî ve bê tayînkirin.
* Rewşa herêmên dagirkirî, weke Afrîn, Serêkaniyê û Şehba dê çawa be? Dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê li van bajaran dê bi dawî bibe?
Herêmên Kurdan ku ev bi salan e di bin dagirkeriya çeteyan û dewleta Tirk de ye careke din radestî gelên herêmê tên kirin. Welatiyên ji van deveran koçber bûne dê vegerin cih û warên xwe û xwe birêve bibin. Her wiha kesên ku wek dagirker li van herêman e dê bêne derxistin.

* Ji bo xwerêvebirinek tişta herî girîng perwerde ye, gelo li Rojava pergala perwerdehiyê dê çawa be?
Perwerde mijara herî hassas e. Ji ber ku li gorî agahiyên me bi dest xistine di muzakereyan de xala herî li ser hatiye nîqaşkirin ev e. Li gorî peymanê di hêla perwerdehiyê de, perwerdeya zimanê dayikê esas tê girtin lê hêjî ev xal baş zelal nebûye.
* HSD hêza xwe yê leşkerî dê bidomîne an ev hêz tê werin belavkirin?
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dê li parêzgeha Hasekê weke tumenek û girêdayî wê 3 tûgay, li Kobanê jî weke tûgayek dê hebûna xwe berdewam bikin. Ev hêz dê li herêmên Kurdan bêne bicîh kirin.
* Mijara herî dihat nîqaşkirin şervanên jin yên Rojava dê çi bibin. Gelo di nava van tumen û tûgayan de hêzên YPJê dê cih bigrin an na?
Weke tê zanîn şervanên YPJê weke hêzeke di nava Hêzên Suriya Demokratîk (HSD) de cih digirtin. Yekîneyên jin jî dê di nava van tûgayan de weke hêzek xweser cih bigrin. Ev yek ji nîqaşê re ne vekiriye.
* HTŞ an jî hikumeta demkî a Sûrî dê karibe weke hêzeke leşkerî tedaxulê herêmên Rojava bibin?
Artêşa Sûrî bi tu awayê tedaxulê herêmên Kurdan nabe. Parastina leşkerî ya herêmê dê ji hêla tûgayên ku ji hêzên HSDê hatine avakirin bên kirin.
* Hêzên asayîşa hikumeta navendî gelo dê têkevin nava herêmên Rojava?
Na. Asayişa hikumeta navendî nakeve nava bajarên Kurdan. Tenê ji bo pêvajoya entegrasyonê lijneya Wezareta Navxweyî ji bo demekê li bajarên Hesekê û Qamişlo dê xebat bimeşînin.

* Entegrasyona leşkerî dê çawa çêbe?
Piştî hêzên herdu aliyan xwe ji êniyên pêşîn vekişandin li ser entegrasyona leşkerî de giftûguh bêne kirin û xebateke berfireh bê meşandin. Çavkaniyên leşkerî tînin ziman ku ev xal bi taybet ji bo hêzên HSDê xalek girînge û wateya peymanê dê derxe holê.
* Aboriya Rojava dê çawa bê birêvebirin?
Aboriya Rojava dê girêdayî butçeya navendî be. Mûçeya xebatkar û karmendên saziyan dê ji hêla navendê were dayîn. Her wiha ji bo her wilayetek dê butçeyek cuda were veqetandin. Ji bo bajarên Kurdan parvekirina çavkaniyên xwezayî (weke petrol û dahatên ji sînor) mijara nîqaşê ye.
* Deriyên sînor yên li Rojava vedibin dê çawa bêne birêvebirin?
Deriyên sînor yên Sêmalka û Nisêbînê wê ji hêla îdareya sivîl a girêdayî walitiya wezareta hundir ve bê birêvebirin. Ji bo vê yekê ji hikumeta navendî dê deriya birêve bibe lê wezîfedar dê ji kesên herêmî bêne hilbijartin. Helbet bi tevahî wê bi navendê re bê entegrekirin.
* Gelo garantorên vê peymanê hene, an dê ev peyman çawa bikeve meriyetê?
Li gorî agahiyên me bi dest xistiye û her wiha Hevseroka Daireya Têkiliyên Derve a Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed ragihand ku garantorê vê peymanê Fransa û Amerîka ne. Her wiha tê zanîn ku Tirkiye jî ne garantor be jî bi awayekî xwe tevlî vê peymanê dike. Ger ji aliyan yek jê vê peymanê binpê bike ji hêla garantoran ve dê bêne hişyarkirin.
* Divê Kurd li hember vê rewşa dawî çi bikin?
Helbet bi vê peymanê her tişt bi dawî nabe. Hin xal hene ku hê jî mijara nîqaş û muzakereyê ne. Gelê Kurd bi têkoşîna xwe hin destkeftiyan bi ser xist lê pêdivî heye ku têkoşîn berdewam bike, heta ku mafên Kurdan bi awayekî sererast bê misogerkirin. Ji ber ku heta niha gelek agirbest û peyman hatin kirin lê bi sorkirina Tirkiyeyê ev yek pêk nehatin. Îhtîmale ku evcar jî pirsgirêkên bi vê rengê derkevin holê. Lewma têkoşîn û hişyariya gel esas e.













