Edene – Li Edeneyê karkerên bexçeyan di nav gelek zor û zahmetiyan de kar dikin. Karkeran diyar kir ku di bin germahiya 40 û 50 pîle de kar dikin û xwestin şert û mercên wan bên sererastkirin.
Li Edeneyê havîn gelek dijwar derbas dibe. Di saetên nîvro de germahiya hewayê digihîje navbera 40 û 50 pîleyan. Karkarên çandiniyê yên demsalî ku li nav zevî û bexçeyan in, di bin germahiya herî zêde de dişixulin. Gelek karker di bin tava dijwar de nexweş dikevin. Karkeran xwest ku divê şert û mercên wan demildest werin sererastkirin.
Karker serê şeveqê saet di 04.00an de şiyar dibin û bi rê dikevin, diçin nav baxçe û zeviyan. Dema ku rêya wan dûr be, hê zûtir şiyar dibin. Saet 05.30an dest bi kar dikin, bênavber heta saet 9an dişixulin û paşê nîv seat navbera taştê didin. Piştî navbera taştê saet 13.00an de firavînê dixwin. Navbera firavînê û bêhnvedanê jî saetek e. Karê karkeran saet li 17.00ê evarê xelas dibe. Ji berbangê heta êvarê dixebitin. Dema jiyana karkeran bêtir di nav zevî û kar de derbas dibe. Tevî van şert û mercên giran jî yewmiyeya karkeran hezar lîre ye. Her karkerek 100 lîre komîsyon dide çawîş û bi vî awayî karker 900 lîre yewmiye werdigirin.
Karkeran destnîşan kir ku di nav şert û mercên giran de kar dikin lê heqê wan nayê dayîn, şev diçin kar û dîsa şev ew tên malê. Karkeran gotin ku di aliyê tenduristiyê û aboriyê de gelek zehmetî dibînin û jiyana wan a civakî tune ye, tevahiya wextên wan ji bo kar diçe. Karkeran xwest ku şert û mercên wan bên sererastkirin. Di nav karkeran de gelek welatiyên ji Sûriyeyê jî hene. Karkerên ji Sûriyeyê jî diyar kirin ku şert û mercên wan hê jî dijwartir e û tu ewlehiya wan tune ye.