• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
14 MIJDAR 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Platforma Ked û Demokrasiyê qezaya karkeran şermezar kir

    Platforma Ked û Demokrasiyê qezaya karkeran şermezar kir

    Baroya Wanê geşedanên nû yên derbarê Rojîn Kabaîş de piştrast kir

    Baroya Wanê geşedanên nû yên derbarê Rojîn Kabaîş de piştrast kir

    Ji rojnameger Rahîme Karvarê re ceza hat birin

    Ji rojnameger Rahîme Karvarê re ceza hat birin

    Li Behdînanê PDK tê protestokirin

    Li Behdînanê PDK tê protestokirin

    Di rapora ATKê de pirs bê bersiv in

    Di dosyeya Rojîn Kabaîşê de rûdanek nû

    Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Em ê Komkujiya Amûdê nedin jibîrkirin

    Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Em ê Komkujiya Amûdê nedin jibîrkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Platforma Ked û Demokrasiyê qezaya karkeran şermezar kir

    Platforma Ked û Demokrasiyê qezaya karkeran şermezar kir

    Baroya Wanê geşedanên nû yên derbarê Rojîn Kabaîş de piştrast kir

    Baroya Wanê geşedanên nû yên derbarê Rojîn Kabaîş de piştrast kir

    Ji rojnameger Rahîme Karvarê re ceza hat birin

    Ji rojnameger Rahîme Karvarê re ceza hat birin

    Li Behdînanê PDK tê protestokirin

    Li Behdînanê PDK tê protestokirin

    Di rapora ATKê de pirs bê bersiv in

    Di dosyeya Rojîn Kabaîşê de rûdanek nû

    Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Em ê Komkujiya Amûdê nedin jibîrkirin

    Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Em ê Komkujiya Amûdê nedin jibîrkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Bila Zindana Amedê bibe Muzexaneya Hafizayê’

Amed / AW

5 ÎLON 2025 - 13:24
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Gruba Înîsiyatîfa Muzeya Hafizayê ya Zindana Amedê li ber zindanê daxuyanî da û xwest Zindana Amedê li gorî şert û mercên di navbera salên 1981 û 1984an de ji nû ve bê dîzaynkirin û bibe Muzexaneya Hafizayê.

Gruba Înîsiyatîfa Muzeya Hafizayê ya Zindana Amedê ya Hejmara 5an li ber Zindana Amedê ya li navçeya Rezan a Amedê têkildarî berxwedana 5ê Îlonê ya li Zindana Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Endamê înîsiyatîfê tev li daxuyaniyê bûn. Kurdiya daxuyaniyê endamê înîsiyatîfê Mehmet Can Azbay û Tirkiya wê jî Paşa Akdogan xwend.

Mehmet Can Azbay diyar kir ku Zindana Amedê ya Hejmara 5an a parçeyekî paşeroja wan e û wiha got: “Zindana Amedê di dîroka nêzîk a gelê Kurd de qonaxeke pir girîng e. Hejmara 5an di çaryeka sedsala bîstan de ji bo miletê Kurd bû qada man û nemanê. Hêzên qolonyalîst bi armanca ku doza azadiyê ya neteweya Kurd tune bikin Hejmara 5an weke labaratuwar bikar anîn. Zarokên têkoşer ên gelê Kurd jî li hember êrîş û zilma hêzên faşîst Hejmara 5an kirin qada berxwedan û rûmetê.”

‘Divê derbarê müzeye de pêşniyarên me esas bên girtin’

Mehmet Can Azbay xwest ku derbarê paşeroja Zîndana Amedê de bibin xwedî biryar û guhertin li gorî daxwazên wan pêk bê. Mehmet Can Azbay diyar kir ku weke aliyên esasî muxatabê pêvajoyên heyî ew in û wiha berdewam kir: “Yên îşkence dîtine, yên bi zilm û êşên giran re rûbirû bûne em in! Di derheqê Zîndana Amedê de, derbarê dîzayn kirina muzeya rûreşiya mirovahiyê de, divê em jî şirîkê biryar û pêvajoyan bin. Divê di derheqê muzeyê de, pêşniyar û daxwazên me esas bên girtin. Em aliyê Kurd û têkoşerên wê zîndanê ne, em aliyê mazlûm û yên îşkence dîtîne! Hevalên me hatine kuştin, seqet mane û jiyana me serûbin bûye. Divê hewldan û dîzaynkirina îşkencexaneyê li gorî wê rastiyê bê meşandin.”

‘Divê hemû şêweyên îşkenceyan li gorî wê demê bê dîzaykirin’

Mehmet Can Azbay xwest ku Zîndana Amedê li gorî şert û mercên di navbera 1981 û 1984an de ji nû ve bê dîzaynkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Hêmû şêweyên îşkence û zulmê li gor wê demê bê dîzayn kirin. Ji nivîsên dîwar û qawişan bigirin, ji merş û xwendina pirtûkên nijadperestîyê, divê hemû şêweyên îşkenceyan û jiyana qawişan li gor wê demê bê dîzaynkirin. Lîsteya kesên hatine kuştin, yên seqet mane bên tespîtkirin. Li ser wan pêşnîyaran em dikarin çerçeveya dîzayn kirina muzexaneyê berfireh bikin.”

Banga piştgiriyê

Mehmet Can Azbay bang li raya giştî, hiqûqnas, aştîxwaz û mirovhezan kir ku xwedî li daxwaza wan a  rewa bê derketin û piştgirîyê bikin daku Zindana Amedê bibe Muzexaneya Hafizayê. Mehmet Can Azbay hemû kesên wê serdemê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn.

Mehmet Can Azbay rapora ku têkildarî Zîndana Amedê amade kirine jî bi çapemeniyê re parve kir.

Etîket: Gruba Înîsiyatîfa Muzeya Hafizayê ya Zindana Amedê ya Hejmara 5anZindana Amedê
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • MIJDAR 2025 (198)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne