Encamên şerê Îsraîl, DYA û Îranê bi dirêjbûna demê re girantir dibe. Li gorî daneyan her du aliyan li dijî 750 hedefan zêdeyî 10 hezaran êrişan pêk anîn. Di encama van êrişan de nêzî 2 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane, 4 hezar 700 kesî zêdetir birîndar bûne.
Şerê di navbera Îsraîl, Amerîka û Îranê di roja 13emîn de berdewam dike. Di vê demê de hem êrişên leşkerî li hundirê Îranê û hem jî êrişên bersivdayînê yên Îranê li welatên herêmê didomin. DYA û Îsraîlê ku ragihandin qada hewayî ya Îranê di astek bilind de kontrola dikin, di du rojên dawî de balefirên bêmirov jî bikar anîn. Li aliyê din Îran bi moşekên balîstîk, gerok û dronan êrişî gelek welatên li Rojhilatê Navîn kir û ligel hedefên leşkerî, li hedefên sivîl jî xist.
Trump: Em dê cihên stratjîk hedef bigirin
Ligel berfirehbûna şer ji her du aliyan jî gef didomin. Serokê DYAyê Donald Trump di mîtîngên li Hebron û Kentucky de got ku Amerîka di saeta yekem de “qezenc” kiriye. Lê di heman demê de gef li Îranê xwar û got ku êrîşên li dijî rejîma Îranê dê bidomin û hêza leşkerî ya Îranê dê ji nû ve neyê avakirin. Trump her wiha diyar kir ku ger Îran êrişan bidome, Washington dikare binyadên stratejîk ên welêt bi tevahî têk bibe. Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio jî ragihand ku Amerîka dê destûr nede ku Îran hêza xwe ya leşkerî ji nû ve ava bike û got ku Washington dê li dijî her êrîşê bersivê bide.
Netanyahû banga serhildanê ji bo gelên Îranê dubare kir
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî got ku artêşa Îsraîlê heta hêza leşkerî ya Îranê bi tevahî têk biçe dê operasyonê bidomînin. Her wiha Netanyahû bang li gelên Îranê kir û xwest ku li dijî rejîmê serî hildin. Netahyahû wiha got: “Armanca me ne dagirkirina Îranê ye. Armanca me ew e gelên Îranê ji zordariyê xilas bibin. Ev firset sed salan carekê tê. Gelên Îranê dê rejîmê biguherînin. Em jî dê alîkariya pêwist bikin. Dem hatiye ku gelên Îranê rabin serpiyan û rejîma terorîst bigherînin.” Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Saar jî di daxuyaniyekê de got ku armanca Îsraîlê ew e ku Îran cardin nekare li herêmê hêza leşkerî ava bike.
Îran: Dê erişên me zêde bibin
Li aliyê Îranê jî peyamên tund dan. Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan û hin rayedarên bilind ragihandin ku li dijî her êrîşê dê bersivê bidin û gotin ku hebûna Amerîka û Îsraîlê li herêmê dê bibe hedefa wan. Rêberên Îranê her wiha hişyarî dan ku ger êrîşên li ser Îranê bidomin, dê êrîşên wan jî li herêmê zêde bibin.
Êrişên dualî didomin
Li gorî daxuyaniyên leşkerî, çavkaniyên herêmî û çapemeniyê êrişên giran ên Amerîka û Îsraîlê bêyî kêm bibin li hundirê Îranê didomin. Li bajarên Tahran, Isfahan, Karaj, Kaşan, Ehvaz, Qum û Bender Sirikê duh jî bombebaranên giran berdewam kirin. Li Tahranê hin navendên artêşa Pasdaran, navendên fermandariyê û hin bingehên leşkerî hatin hedef girtin. Li Isfahanê binyadên leşkerî û lojîstîk hatin bombebaran kirin. Li Karaj û Kaşanê jî navendên hilberîna teknîkî û bingehên dronan bûn hedefa êrişên hewayî. Li Ehvazê jî balefirên şer li deverên pêşesaziyê yên artêşa Îranê dan.
Keştiyên Îranê hatin noqavkirin
Duh deverek din a bûyî hedefa êrişan jî beravên Bender Sirikê û Kendava Farsê bû. Li vir bi piranî li dijî hebûnên deryayî yên Îranê êriş pêk hatin. Hate ragihandin ku di encama van lêdanan de gelek keştiyên artêşa Îranê hatine noqavakirin. DYA û Îsraîlê dîmenên lêdana keştiyan parvekirin. Hêzên Amerîkayê her wiha ji balafirgeha deryayî USS Abraham Lincolnê li dijî hedefên Îranê êriş pêk anîn.
Berovajî gotinê Îranê cîranên xwe hedef girtin
Îran ligel daxuyaniya, “Em êrişî cîranên xew nakin” wekî bersiva DYA û Îsraîlê cardin bi moşek û dronan êrişî dewletên cîranên xwe kir. Ligel êrişên li ser navendên leşkerî û aborî yên Îsraîlê, li Erebistana Siûdî, Emîratên Ereban ên Yekbûyî, Bahreyn, Kûwêt, Iraq, Qeter û Omanê gelek navend hedef girtin. Li Îsraîlê bajarên Haîfa, Tel Avîv û Beersheba bû hedefa moşekan. Li Erebistana Siûdî zeviyên petrolê yên Şeybah û hin navendên leşkerî hatine hedef girtin. Li Emîratan hin deverên li Dubaî û Palm Jumeîrah êriş çêbûn. Li Kûwêtê jî hin avahiyên leşkerî û sivîl rastî êrîşan hatin. Li Iraqê bendera Basra û hin tankerên petrolê hatin hedef girtin. Li Omanê jî benderên Duqm û Salalah di nav armancên êrîşê de hatine nîşandan. Her wiha tankerên petrolê li Kendava Hurmizê jî bûn hedefa dronên Îranê.
Îsraîlê li Libnanê da: 8 mirî 31 birîndar
Di heman demê de şer li Libnanê jî giran bû. Îsraîlê gelek êriş li başûrê Libnanê û başûrê Beyrûtê pêk anîn. Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê, di êrişa li ser Ramlet el-Beyda de heşt kes hatine kuştin û 31 kes jî birîndar bûne. Di bersivê de Hizbullahê jî bi sedan roket û moşek avêtin li deverên bakurê Îsraîlê.
Li Iraqê Haşdî Şabî bû hedef: 36 kes mirin
Dewletek ku şer herî zêde bandorê lê dike Iraq e. Li bajarê al-Qaîm baregeha Hêzên Mobilîze ya Gel (PMF) bi êrîşeke hewayî hate bombebaran kirin. Di êrîşê de deh kes hatine kuştin û hin kesên din jî birîndar bûne. Di sê rojên dawî de DYA û Îsraîlê baregehên Haşdî Şabî yên li Iraqê bombebaran kir. Bargeha bi Hejmara 30an a Mûsilê, Bargeha bi Hejmara 40an a Kerkûkê û gelek deverên din hatin bombebarankirin û di encamê de gelek endamên Haşdî Şabî jiyana xwe ji dest dan. Duh bi şev baregehên Haşdî Şabî yên li parêzgehên Babîl, Nînova, Enbar û Kerkûkê hatin bombebarankirin. Di encama êrişan de 36 endamên hêzên Haşdî Şabî hatin kuştin û 13 endam jî kes jî birîndar bûn. Tê texmînkirin ku di êrişên hefteyek dawî de hejmara miriyên Haşdî Şabî ji sedan berbas bû.
Şer li Tengava Hurmizê kûr dibe
Aliyê şer ê deryayî jî li Tengava Hurmizê kûr dibe. Gelek tankerên petrolê li Tengava Hurmizê hatine hedef girtin û hin keştiyên bazirganiyê jî bûn hedefa êrişên dronan. Ev rewş bandorek giran li ser bazara petrolê dike. Ji ber şerê li Tengava Hurmizê bihayê petrolê li bazarên cîhanê hindî diçe zêde dibe.
Ji Fransayê hişyarî û amadekariya Hurmizê
Fransa di derbarê ewlehiya rêyên deryayî yên li Tengava Hurmuzê daxuyaniyên nû dan. Wezareta Parastinê ya Fransa ragihand ku Parîs li ser parastina rêyên bazirganiyê yên deryayî amadekariyan dike. Li gor daxuyaniyê, Fransa li herêmê keştiyên leşkerî û hêzên deryayî yên xwe di rewşeke amade de digire ger hewce bibe dê riyên deryayî yên navneteweyî biparêze.
Îranê li leşkerên Îtalyayê da
Baregehek leşkerên Îtalyayê yên bi armanca perwerdekirina pêşmergeyan li Kurdistana Federal dimîne jî bû hedefa Îranê. Di êrişa bi boşekan de hin leşker birîndar bûn, lê li ser windahiyên jiyanî hîn daxuyaniya fermî nehatiye dayîn. Hikumeta Îtalyayê ragihand ku rewşa leşkerên xwe dişopîne û hişyarî Îranê ku bûyer dubare nebe.
Êrişên li dijî Herêma Kurdistanê didomin
Êrişên li ser Kurdistana Federal jî didomin. Şevê din jî moşek û dronên xwe kuji li nêzî hin baregehên leşkerî û navendên lojîstîk li herêmê ketin. Desthilatdarên Herêma Kurdistanê ragihandin ku hêzên ewlehiyê li ser rewşê di amadebûnek bilind de ne û ewlehiya sivîlan tê şopandin.
Pergalên hewayî li herêmê têne xurtkirin
Ji ber êrişên Îranê dewletên herêmê pergala parastina hewayî xurt dikin. Emîratên Ereban ên Yekbûyî jî pergala parastina hewayî ya Cheongung-II ji Koreya Başûr kirî. Ev pergal ji bo astengkirina moşekên balîstîk, drone û moşekên gerok tê bikaranîn.
Hejmara fermandarên Îranê yên hatin kuştin zêde dibe
Îsraîl û DYA bi taybetî fermandar û rayedarên bilind ên Îranê hedef digirin. Di sê roj3en dawiyê de Fermandarê Hêzên Hewayî yê Îranê Mohsen Darrebaghî û Fermandarê Hêzên Deryayî jî di nav de 4 fermandarên payebilind ên Îranê kuştin.
Li Îranê hezar û 300, li Îsraîlê 54 kesan mirin
Li gorî daneyan di encama şer de heta niha zêdetirî 1300 kes li Îranê hatine kuştin û zêdetirî 4 hezar kes jî birîndar bûne. Di êrişên moşek û dronan yên Îranê de li Îsraîlê 54 kes hatine kuştin û zêdetirî 600 kes jî birîndar bûne. Her wiha li bingehên Amerîkayê yên li herêmê jî heft leşkerên Amerîkî hatine kuştin û zêdetirî 30 leşker birîndar bûne.
Dane asta şer nîşan didin: Bi hezaran êriş pêk hatin
Li gorî daxuyaniyên fermî yên Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) û Artêşa Îsraîlê (IDF), ji destpêka şerê heta niha hêzên Amerîka û Îsraîlê li dijî zêdetirî 500 hedefên cuha yên Îranê zêdeyî 5 hezar êriş pêkanîn. Di bersivê de Îran jî li welatên herêmê zêdetirî 250 armancên leşkerî û aborî hedef girtine û zêdeyî 4 hezar dronên xwekuj û moşekên balîstîk û gerok bikaranîne.
Ji Neteweyên Yekbûyî biryara Îranê
Li ser pêşniyara dewletên Ereb li Neteweyên Yekbûyî derbarê êrişên Îranê yên li ser dewletên Ereb civînek pêk hat. Di civînê de li biryara şermezarkirina êrişên Îranê hate dayîn. Ji 15 endamên Lijneya Daîmî ya NYê 13 dewletan piştgirî da biryarê, Çîn û Rûsya jî bêalî man. Balkeş e ku yekem car e Çîn û Rusya di biryarek li dijî Îranê de bêhelwest man.













