• Nûçeyên Herî Dawî
Birayê Evîn Goyî: Evîn dê hertim di dilê me de bijî

Birayê Evîn Goyî: Evîn dê hertim di dilê me de bijî

22 KANÛN 2024 - 08:01
DEM Partî avakirina komîsyona Meclisê ya ‘bi rayeya tam’ pêşniyar kir

DEM Partî avakirina komîsyona Meclisê ya ‘bi rayeya tam’ pêşniyar kir

19 GULAN 2025 - 18:20
Jinên Ewropa Înîsiyatîfa Yekîtiya Neteweyî ragihand

Jinên Ewropa Înîsiyatîfa Yekîtiya Neteweyî ragihand

19 GULAN 2025 - 17:17
Qeyûmê Wanê bazara taxê ya vekirî ji nû ve da vekirin!

Qeyûmê Wanê bazara taxê ya vekirî ji nû ve da vekirin!

19 GULAN 2025 - 15:50
Çalakiyên Hefteya Windayan didomin: Ocak û Karakoç hatin bibîranîn

Çalakiyên Hefteya Windayan didomin: Ocak û Karakoç hatin bibîranîn

19 GULAN 2025 - 15:31
Hevdîtina DEM Partiyê û DEVAyê bi dawî bû

Hevdîtina DEM Partiyê û DEVAyê bi dawî bû

19 GULAN 2025 - 13:52
Xelkê Amedê sibê wê ji bo zimanê Kurdî bimeşe

Xelkê Amedê sibê wê ji bo zimanê Kurdî bimeşe

19 GULAN 2025 - 13:12
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û Babacan civiyan

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û Babacan civiyan

19 GULAN 2025 - 11:43
Akademîsyen Coşkûn: Pêwistî bi guhertinên qanûnî heye

Akademîsyen Coşkûn: Pêwistî bi guhertinên qanûnî heye

19 GULAN 2025 - 09:33
Jina bi rêxistinkirî mîsogeriya Civaka Demokratîk e

Jina bi rêxistinkirî mîsogeriya Civaka Demokratîk e

19 GULAN 2025 - 09:13
‘Em dixwazin demildest aştî pêk were’

‘Em dixwazin demildest aştî pêk were’

19 GULAN 2025 - 08:41
Ji bo Kaytan û Altun lênûska bîranînê

Ji bo Kaytan û Altun lênûska bîranînê

19 GULAN 2025 - 08:24
‘Banga 27ê Sibatê ji bo Rojhilata Navîn ronesans e’

‘Banga 27ê Sibatê ji bo Rojhilata Navîn ronesans e’

19 GULAN 2025 - 08:12
Dr. Fedakar: Tevî polîtîkaya asîmîlasyonê jî divê em Kurdî biparêzin

Dr. Fedakar: Tevî polîtîkaya asîmîlasyonê jî divê em Kurdî biparêzin

19 GULAN 2025 - 08:07
ROJEVA 13ê GULANA 2025an

ROJEVA 19ê GULANA 2025an

19 GULAN 2025 - 08:00
Abdullah Ocalan: Her du hevrê wê her daîm rêberê têkoşîna me bin

Abdullah Ocalan: Em ê pirên hilweşiyayî hemûyan çêbikin

18 GULAN 2025 - 21:10
  • |
  • Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
  • Hemû Nûçe
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
19 GULAN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Qeyûmê Wanê bazara taxê ya vekirî ji nû ve da vekirin!

    Qeyûmê Wanê bazara taxê ya vekirî ji nû ve da vekirin!

    Çalakiyên Hefteya Windayan didomin: Ocak û Karakoç hatin bibîranîn

    Çalakiyên Hefteya Windayan didomin: Ocak û Karakoç hatin bibîranîn

    Akademîsyen Coşkûn: Pêwistî bi guhertinên qanûnî heye

    Akademîsyen Coşkûn: Pêwistî bi guhertinên qanûnî heye

    Ji bo Kaytan û Altun lênûska bîranînê

    Ji bo Kaytan û Altun lênûska bîranînê

    ‘Banga 27ê Sibatê ji bo Rojhilata Navîn ronesans e’

    ‘Banga 27ê Sibatê ji bo Rojhilata Navîn ronesans e’

    Dr. Fedakar: Tevî polîtîkaya asîmîlasyonê jî divê em Kurdî biparêzin

    Dr. Fedakar: Tevî polîtîkaya asîmîlasyonê jî divê em Kurdî biparêzin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE

Firat Tûnç / AW

22 KANÛN 2024 - 08:01
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Wan– Di ser komkujiya li Parîsê ku Evîn Goyî(Emîne Kara) jî jiyana xwe ji dest dabû re du sal derbas bûn. Birayê Evîn Goyî Îsmaîl Kara anî ziman ku Evîn her tim di dilê wan de dijî û got: “Armanca me hertim bilind kirina xeyalên wan e. Em ê tu carî bi paş ve gavan neavêjin.”

Di 9ê Çileya 2013an li Parîsê yek ji damezrînerên PKKê û ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Parîsê ya KNKê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama tevgera ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) hatin kuştin.
9 sal şûnde li heman bajarî li heman cihî cara duyemîn komkujî kirin. Ji pêşengên jinên Kurd Emîne Kara (Evîn Goyî) ku 32 salên xwe da şoreşa jinên Kurd, hunermend Mîr Perwer û welatparêzê Kurd Abdurrahman Kizil vê carê bûn hedef û hatin kuştin. Dema ku Kurdên li paytexta Fransa Parîsê bi boneya 10emîn salvegera Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9ê Çile de hatin kuştin amadekariya bernameyek berfireh dikirin, bi komkujiyeke nû re rûbiûrû man. Di 23ê Kanûnê 2022an de Navenda Çanda Kurd, xwaringeheke Kurdan û saloneke porjêkirini ya Kurdan rastî êrîşa bi çekan hatin. Êrîşkar William M. (69) 3 Kurd kuştin û 3 kes jî birîndar kirin. Endama Konseya Rêveber a KCKê Evîn Goyî (Emîne Kara), ku pêşenga tevgera jinên Kurd û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî DAIŞê şer kir, hunermendê Kurd Mîr Perwer (M. Şîrîn Aydin) û welatparêzê Kurd Abdurrahman Kizil hatin qetilkirin.

Pêşenga têkoşîna azadiyê Evîn Goyî di sala 1977an de li gundê Hîlalê yê navçeya Qileban a Şirnexê ji dayik dibe. Evîn Goyî di sala 1988an de tevlî PKKê dibe û di salên 1993-1994an de ji ber zext û êrîşên dijwar malbata wê neçar ma û koçî Başûrê Kurdistanê kir. Evîn Goyî li gelek herêman şer kir. Di dema êrîşên çeteyên DAIŞê ya li ser Rojava de diçe Rojava û şer kir. Evîn Goyî di têkbirina DAIŞê de roleke girîng lîst û du re ji ber rewşa xwe ye tendûrîstiyê çû li Ewrûpa. Pêşenga Tevgera Jinên Kurd Evîn Goyî bi helwesta xwe ya ji Qilabanê heta çiya, Rojava û Ewropayê Ji bo jinên Kurd û tevahiya Rojhilata Navîn bû nimûneya pêşengtiyê. Komploya duyemîn di 23ê Kanûna 2022an de piştî 10 salan li Parîsê pêk hat pêşengên Tevgera Jinên Kurd Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez, Fîdan Dogan kuştin û du re Evîn Goyî bû hedef. Di salvegara kuştina pêşanga Kurd Evîn Goyî ya 2min de birayê wê Îsmaîl Kara ji Ajansa Welat re axivî.

‘Evîn xwedî pîvan bû û çanda hezkirini pê re hebû’

Evîn Goyî 2 salan dibistana navîn xxend û du re di 13-14 saliya xwe de tevlî refên PKKê bû. Birayê Evîn Goyî Îsmaîl Kara diyar kir ku Evîn Goyî di zaroktiya xwe de pir zîrek û di dibistanê de jî serkeftî bû û wiha got: ” Hem meraqa wê, hem jî hertim îdîa wê ya serkeftinê hebû. Evîn, di jiyana xwe de jî dema ku qelsiyeke wê derdiket holê her tim bi ser wê qelsiya xwe de diçû û çareser dikir. Kesayeta Evînê kesayeteke pir dilnizim û xwedî pîvan bû. Çanda hezkirini pê re hebû. Hertim li dora wê mirov hebûn. Hevalên wê dixwestin bi wê re bijîn. Evîn hem pir dixwand û hem jî têkiliyên wê bi mirov û malbatê re pir xurt bû. Kesên ku Evîn nas dikirin girêdaneke wan bi Evînê re çêdibû. Evîn hem bi hevalên xwe re hem jî bi malbatê re ew hezkirinek ava dikir. Hevalên Evînê niha jî hertim behsa zîrekatî û dilnizmiya wê dikin. Min heya niha neditiye ku Evînê kesek şikandiye an jî wan Evîn şikandiye. Ji ber tarza wê tu mirov ji Evînê aciz nedibû. Evîn hertim bi moral, çoş û rûken bû. Dan û standinên wê pir xurt û dilnizim bû.”

‘Xwedî îdeayek mezin bû’

Îsmaîl Kara anî ziman ku dema ku Evîn tevlî PKKê bû di nava malbatê de hejandinek çêbû û nêzîkatiya ku jinek çawa şer bike û bikaribe xwe ser pêya bigre derdiket û wiha axivî: “Di Evînê de hertim îdîaya serkeftinê hebû. Wê kesayeta xwe ye zîrek û zanist bi tekoşîna xwe honand û di nava tekoşînê de pir zû pêş ket. Evîn bi wê pêşketina xwe ve di nava têkoşîna jinan de bû peşeng û berpirsiyar. Evîn û hevalên wê yên jin êdî bûn îradeyek û hertim felsefa Rêber Abdullah Ocalan ji xwe re esas digirtin. Hertim îdîaya Evînê mezin bû û bi du vê îdîaya xwe ve çû û bû pêşengek jinan. Evîn hertim di nava tevgerê de bû û hewl dida ku çawa bibe pêşeng û ji bo gelê xwe tekoşînê bimeşîne.”

‘Kuştina Evînê bi destê MÎTê pêk hat’

Îsmaîl Kara diyar kir ku Evîn demeke dirêj li rojava xebatên çandê kir û du re ji ber pirsgirêkên tendûrîstiyê derbasî Parîsê bû û wiha bi dawî kir: “Ew dewletên dibêjin em mafên mirovan û hiqûqê diparêzin bi alîkariya hevdû û bi destên MÎTê bûn sedema şahdeta Evîn, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil. Ew qetlîam bi tesadufî çênebûn. Bi destên dewlet û MÎTê pêk hatin. Cihê ku Sakîne Cansiz, Leyla Soylemez û Fîdan Dogan hatin qetilkirin dîsa bi destên wan hêzan ve 3 hevalên me hatin kuştin. Dema ku kesên li hember zilm û zordariyê tekoşînekî dimeşînin li paytexta welatekî de bên qetilkirin, ev ji bo wan dewletan rûrêşiyek e. Tekoşîna Evînê bû sedem ku bi milyonan mirov rabûn li ser piyan û rêhevaltiya Evînê kirin. Evîn dê hertim di dilê me de bijî û armanca me dê hertim bilindkirina xeyalên wan be û em tu carî gavan paşve neavêjin.”

Etîket: Emîne karaEvîn GoyîFîdan DoganLeyla ŞaylemezMîr PerwerSakîne Cansiz
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Li dijî komkujiyê li Parîsê meşiyan

Li dijî komkujiyê li Parîsê meşiyan

11 ÇILE 2025
Jinên hatin qetilkirin hatin bibîranîn

Jinên hatin qetilkirin hatin bibîranîn

9 ÇILE 2025
Leyla Şaylemez li Mêrsînê hat bibîranîn: Dê têkoşîna me bidome

Leyla Şaylemez li Mêrsînê hat bibîranîn: Dê têkoşîna me bidome

9 ÇILE 2025
Fîdan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn

Fîdan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn

9 ÇILE 2025
Sakîne Cansiz li ser gora xwe hat bibîranîn

Sakîne Cansiz li ser gora xwe hat bibîranîn

9 ÇILE 2025
Sakîne Cansiz li Dêrsimê hat bibîranîn: Ev têkoşîn wê tu carî bi dawî nebe

Sakîne Cansiz li Dêrsimê hat bibîranîn: Ev têkoşîn wê tu carî bi dawî nebe

9 ÇILE 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2025 (369)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Nafiye Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne